Li Rojavayê Kurdistanê du bacên gumrikê dibin sedema bilindbûna nirxan

27-07-2019
RÛDAW
Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser bacê werdigirin
Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser bacê werdigirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Bac Gumrik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazirganên Rojavayê Kurdistanê du bacan li ser kelûpelên ku ji navçeyên din ên Sûriyê tên, didin, welatî jî bi ser herdu bacan de, sûdên bazirganan didin.

 

Ji sê deriyan ve, kelûpelên bazirganiyê ji deverên di bin destê hikûmeta Sûriyê de derbasî nav Rojavayê Kurdistanê dibin. Hikûmeta Sûriyê li aliyê xwe bacê werdigire û Rêveberiya Xweser jî li aliyê xwe bacê werdigire.

 

Ji ber gumrika du qat  li ser bazirganan û kirya rê, dema ku kelûpel digihêje bazaran, nirx bilind dibe.

 

Berpirsê Rêveberiya Gumrikê li Herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê Salih Mihemed ji Rûdawê re eşkere kir, ku çi alav û kelûpel derbasî nav Rojavayê Kurdistanê dibin, pênaseya gumrikê li ser wan heye, weke nimûne bo madeyên xwarinê, pênaseya gumrikê 1500 lîreyên sûrî ye.

 

Ji ber kêmbûna berhemên xwecihî, wek kelûpelên xwarinê, cil û piraniya  pêdiviyên teknîkî û çaksaziyê, pêwistiya Rojavayê Kurdistanê bi hawirdekirinê heye, niha hem Rêveberiya Xweser û hem jî hikûmeta Sûriyê gumrika xwe ji bazirganan werdigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst