Amed (Rûdaw) - Piştî dirûna dexlû dan, li Bakurê Kurdistanê niha werza çinîna pembûyan destpêkiriye. Di destpêka werzê de cotkar bi hêvîbûn ku îsala bereketa pembû zêde be; lê îsal ji ber kêzikên gezoyê nesaxî li pembûyên cotkaran peyda bûye û vê yekê bi destxistina berhemên pembû % 50 kêmtir kiriye; salên borî cotkaran serî donimê herî kêm 500 kîlo pembû radikirin; lê îsal ev rêje daketiye 250 kîloyan.
Wek berhemên dexl û dan îsal adana pembû jî li bajarên Bakurê Kurdistanê bi rêjeya % 50 kêm bûye
Ji ber barana zêde û peydabûna nesaxiyên kiştukaliyê îsal glokên pembû berî dema xwe 20 roj zû peqiyan, cotkar bi hêviyeke mezin çûn û dest bi çinîna pembûyên xwe kirin; lê surprîzeke nebaş li benda wan bû, di rewşa normal de cotkarekî li Bakurê Kurdistanê divê serê donimê 400 kîlo pembû wergire da ku mesrefa xwe bikare derbixe.
Pispor û endezyarên kiştukaliyê dibêjin ev nesaxî ji ber kêzika ku bi Latînî jê re dibêjin Afîd û Kurdîya wê Gezo ye, peyda bûye; cotkaran di mehên havînê de 4-5 caran hilberînên xwe ji ber kêzika Gezo derman kiribûn; lê berhemên wan ji vê yekê sûdê negirt.
Derbarê vê yekê de endezyarê kiştukaliyê Ferzende Goktîmûr ji Rûdawê re got: “Ev 25 sal in di her weşiyeke pembûyên Amedê de bi hûr û gir 8-9 dendik hene û nava van dendikan jî tije ne. Lê îsal ji ber kêzikê gezo nava dendik pêç bûye û herwiha di weşiyeke pembû de tenê 4-5 dendik hene, ev cureyê kêzikê Afîdê çareserî û derman jê re hebû û niha dermanê wê 4-5 caran jî em direşînin; lê ev kêzik namire. Li Edeneyê 12-13 car hatiye dermankirin û dîsajî vê kêzikê li ber xwe daye."
Hikûmeta Tirkiyeyê salane serê tona pembû 800 lîre palpiştiya cotkaran dike; lê ev pere ji ber ku maliyetên kiştukaliyê di 3 salan de nêzîkî % 300 zêdebûne têra maliyeta pembû jî nake, ji ber ku ev 3 sal in cotkar her heman rêjeyê werdigirin.
Cotkar niha pembûyên xwe tînin kargehên çirçirê; lê karê kargehên çirçirê jî wek yê cotkaran % 50 îsal kêm bûye; herwiha ew jî ji zêdebûna heqê elktrîk, sîgorteya karkeran û herwisa ji baca zêde bêzar in.
Xwediyê Karegeha Çirçirê Omer Pervane jî dibêje: “Ji ber ku karê cotkarên pembû îsal nebaş e karê me jî her nebaş e; maliyetên me gelek zêdebûne; lê bêguman maliyetên cotkaran bêhtir zêdebûne. Divê dewlet di mazot, gubre û dermanên kiştukaliyê de teqez tenzîlat (kêmkirina buhayê ) bike an jî dê cotkarî li welatê me nemîne."
Bajarê Amedê li Bakurê Kurdistanê û seranserê Tirkiyê yek ji barên girîng ên di berhemanîna pembû de ye û di salên asayî de li Amedê nêzîkî 650 hezar ton pembû tê hilberandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse