Onsek zêr bi nêzîkî 3390 dolarî tê firotin

28-08-2025
Nîşan Zêr û Pere Ons
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro asta xwe ya bilind a doh parast û onsek zêr bi 3 hezar û 390 dolarî tê firotin.

Roja çarşemê bihayê zêr heta nêzîkî 3 hezar û 400 dolarî bilind bûbû.

Di peymanên paşerojê de jî onsek zêr bi 3 hezar û 447 dolaran tê firotin.

Bazirganên zêr li benda belavbûna amarên aborî yên Amerîkayê ne da ku li ser polîtîkaya pereyan a Banka Navendî zelaliyeke zêdetir bi dest bixin.

Şîrovekarê bazarên darayî yê kompanyaya şêwirmendiyê “Capital.com”ê Kyle Rodda derbarê mijarê got:

"Bihayê zêr karîbû kiryaran ji xwe re kom bike ku ev yek bi piranî vedigere ser wan nezelaliyên ku derbarê serxwebûna Banka Navendî ya Amerîkayê de çêbûne.”

Roja înê dê amarên têkildarî xerckirinên bikarhêneran bên belavkirin û dê bandorê li ser bihayê zêr bikin. Ji ber vê yekê jî bazirgan îro bi hişyarî dan û standinên xwe dikin.

Li gorî rapirsiyan, îhtimal heye ku xerckirina bikarhêneran di meha 7an de heta bi ji sedî 2,6 bilind bûbe ku ev yek nîşaneke ji bo bilindbûna enflasyonê vê mehê.

Bilindbûna enflasyonê rê li ber Banka Navendî ya Amerîkayê digire ku ji bo kêmkirina faîza bankê bilezîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst