Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro ber bi kêmbûnê ve diçe.
Nêzîkbûna dawiya demsala havînê, dikare daxwaza ji bo bikaranîna petrol û berhemên petrolê kêm bike.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 31 sentan daket û bi 67 dolar û 74 sentan tê firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 36 sentan daket û bermîleke wê bi 63 dolar û 79 sentan tê firotin.
Şirovekarê bazarên darayî yê Şirketa Şêwirmendiyê (IG) Tony Sycamore derbarê mijarê got:
"Demsala havînê ber bi dawîbûnê ve diçe û ev yek dikare daxwaza ji bo bikaranîna petrolê kêm bike."
Wî şirovekarî derbarê bihayê petrola sivik a Teksasê jî got ku asta 64 heta 65 dolarî ji bo bihayê petrola Teksasê xeteke parastinê ya mezin e ku zehmet e bi hêsanî karibe derbas bike.
Sycamore diyar kir ku ji aliyê teknîkî ve 60 dolar dikare wekî xala piştgiriyê ji bo bihayê petrola sivik a Teksasê were hesibandin.
Li gorî Tony Sycamore, herî kêm di demeke kurt de, Hindistan nikare dev ji kirîna petrolê ya ji Rûsyayê berde.
Eger di maweya navîn de Hindistan kirîna petrolê ya ji Rûsyayê kêm bike, ew welat neçar e ku ji welatên din petrolê hawirde bike ku ev jî dê bibe sedema bilindbûna bihayê petrolê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse