Petrola brent nêzîkî 67 dolaran bû

21-08-2025
Nîşan Petrola Brent Dolar Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna qebareya petrola depokirî ya li Amerîkayê, ji bo bihayên petrolê bû piştgirî.

Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrola Brent a Deryaya Bakur 13 sentan bilind bû û bi 66 dolar û 97 sentan dan û standin pê hat kirin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 15 sentan zêde bû û bi 62 dolar û 86 sentan hat firotin.

Li gorî rapirsiyên navendên enerjiyê, hefteya borî qebareya petrola depokirî ya li Amerîkayê 6 milyon bermîlan kêm bûye û daketiye 420,7 milyon bermîlî.

Her wiha qebareya benzîna depokirî jî bi qasî 2,7 milyon bermîlî kêm bûye.

Kêmbûna qebareya petrol û benzînê ya li Amerîkayê, nîşana bilindbûna daxwaza ji bo bikaranîna petrolê ya li wî welatî ye.

Şîrovekarê aboriyê Daniel Hynes li ser mijarê got, “Bilindbûna daxwazê ya li Amerîkayê bihayê petrolê zêde kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst