Bihayê bermîlek petrola brent nêzîkî 66 dolaran bû

08-10-2025
Nîşan Petrola Brent OPEC+ Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Petrol biha bû û wekî sedema vê bihabûnê kêmbûna depoyên petrola xav, benzîn û sotemeniyê yên li Amerîkayê tê nîşandan.

Bihayê bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur berê sibeha îro bi rêjeya ji sedî 0,7 zêde bû û bi 65 dolar û 91 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 0,8 bilind bû û bi 62 dolar û 23 sentan hat firotin.

Li gorî Enstîtuya Petrolê ya Amerîkayê, depoyên petrolê yên li Amerîkayê hefteya borî 3,67 milyon bermîl kêm bûne.

Depoyên benzîn û gazê jî bi qasî 1,3 milyon û 1,8 milyon bermîlan kêm bûne.

Bihabûna îro ya petrolê hevdem e bi wan pêşbîniyan re ku derbarê zêdebûna hilberînê li piyaseyan tên kirin.

Biryara vê hefteyê ya “OPEC+”ê ya ji bo zêdekirina 137 hezar bermîlî ya di meha pêşiya me de, ji aliyê bazirganan ve wekî îşareta wê yekê tê dîtin ku îhtimal e zêdebûna petrolê ya li piyaseyê ber bidawîbûnê ve here.

Tê payîn ku OPEC+ meha pêşiya me nêzîkî 500 hezar bermîlên din derxe piyaseyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst