Bihayê petrola brent 60 dolar derbas kir

13-10-2025
RÛDAW
Nîşan Petrol Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê petrolê li bazarên cîhanê ji sedî 1 zêde bû.

Bazirganên petrolê bi hêvî ne ku civîna dawiya vê mehê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping de karibe pirsgirêka her du welatan a li ser hinartina madenên kêmpeyda çareser bike.

Bihayê petrolê ku hefteya borî daketibû asta herî nizm a 5 mehên dawî, îro di roja yekem a vebûna bazarên vê hefteyê de hinek ji zererên xwe telafî kirin.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 87 sentan zêde bû û bermîlek bi 63 dolar û 60 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi heman rêjeyê zêde bû û bermîlek bi 59 dolar û 77 sentan hat firotin.

Tevî aloziyên di navbera Çîn û Amerîkayê de, Serokê Amerîkayê civîna dawiya vê mehê ya bi Serokê Çînê re betal nekiriye û îhtimal heye ku di wê civînê de her du welat pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst