Kompanya Volkswagen kargeha xwe ya li Tirkiyê digre

29-12-2020
Nîşan Volkswagen Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Rêveber a Kompanya Volkswagenê ya Almanî bo berhemanîna otomobîlan, biryara dawî da û kargeha xwe ya li Tirkiyê digre.

Ragihandina Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Manîsaya Tirkiyê, bi rêya rojnameya xwe ya fermi bi navê “Sîcîl” ragihand ku kompanya mezin a warê otomobîlan Volkswagenê biryara dawî ya Encûmena Rêveber a Kompanyayê gihandine wan ku kargeha xwe ya li Tirkiyê digrin û dawî li veberhênanê tînin.

Cotmeha 2019an Volkswagenê şaxa kompanya xwe û kargehek li bajarê Manîsa bi sermayeya 943 milyon û 500 hezar lîreyên Tirkî (13 milyon dolarên Amerîkî) damezrand daku berhemên otomobîlên xwe li gor taybetmendîyên Tirkiyê berhem bîne û ligel otomobîlan jî, hemû parçeyên yedek ên otomobîlan berhem bîne, lê Encûmena Rêveber a Kompanyayê meha Temûza îsal ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê biryara rawestandina karên li wî welatî da.

Encûmena Rêveber a Kompanya Volkswagenê herwiha ragihand ku ji ber vîrûsa Coronayê û derketina krîza aborî li seranserê cîhanê, zerareke zêde gehiştiye kompanyaya wan û krîza aborî ya cîhanî bandoreke nerênî li asta berhemanînê kiriye û neçar bûye kargehê bigrin û dawî li veberhênana li Tirkiyê bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst