Ev di demekê de ye ku Iraq rojane beşek petrol xav a Kerkûkê bi rêya boriya veguhestina petrol Herêma Kurdistanê hinardeyî Tirkiyê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Enerjî û Samanên Xwezayî ya Urdinê Hale Ziwatî ragihand ku di serdana vê dawiyê de danûstandin ligel Iraqê kirine da ku rojane 10 hezar bermîl petrol xav ji Kerkûkê bo welatê wê bê hinardekirin.
Hale Ziwatî îro Çarşemê di serdanekê de bo parêzgeha Mefreq ku li ser sînorê Iraqê ye, ji rojnamevanan re axifî û got: “Proseya hawirdekirinê ji wêstgehê Kerkûkê ya Bakurê Iraqê ve dibe û di du hefteyan de bo rafêneriya petrolê ya Urdinê tê şandin.”
Wezîra Enerjî û Samanên Xwezayî ya Urdinê got: “Urdin di qonaxa dawî ya petrolê ya bi tankeran de ye û pirsa hawirdekirinê hevdem dibe ligel çêkirina rêya navdewletî ya Bexdayê û pêşbînî dikin kel û pel û berhemên zêdetir bên veguhestin û di pêşketina navçeyê de dibe hevkar.”
Ev di demekê de ye ku Iraq rojane beşek petrol xav a Kerkûkê bi rêya boriya veguhestina petrol Herêma Kurdistanê hinardeyî Bendera Cîhan a Tirkiyê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse