Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma 'Temî Baba' fîlmeke nû ye ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve tê sponsorkirin û berhemhênerên fîlmê ji bo amadekariyên weşandina wê yekem postera fîlmê belav kirin.
Derhênerê fîlma 'Temî Baba' Zanyar Fetah e û Şemalî Ebereş, Helwêst Mihemed, Herdî Selamî, Şiwan Kerîm, Hejan Hêriş, Kalê Azad û Kardo Ezîz wek lîstikvan tê de dilîzin.
Poster ji aliyê Alan Elî ve hatiye dîzaynkirin û tê de lîstikvanên sereke hene.
Fîlma Kurdî 'Temî Baba' dê di demek nêzîk de li sînemayên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Bexdayê were nîşandan.
Di fîlma Kurdî 'Temî Baba' de li cihên dijwar, balkêş û kêm hatine dîtin, hatiye girtin.
Fîlm ji aliyê Metronome Productionê ve hatiye çêkirin û çêker jî Bahoz Nesredîn e ku berê fîlma 'Peykerî Dil' çêkiribû.
Fîlma ku 105 xulek e li navçeyên Tûnî Baba, Biyare û Şikefta Casne ya Herêma Kurdistanê hatiye girtin û di demeke nêzîk de dê trailera yekem ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve bê weşandin.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse