Hejmareke ciwanên xwebexş di festîvala fîlman a Silêmaniyê de kar dikin

04-10-2019
RÛDAW
Ew ciwanên xwebexş di gelek waran de kar dikin
Ew ciwanên xwebexş di gelek waran de kar dikin
Nîşan Festîval Festîvala Fîlman a Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya festîvala navdewletî ya fîlman a Silêmaniyê de, 20 keç û kurên wî bajarê Kurdistanê, bi xwebexşî kar ji bo festîvalê dikin. Li hemû beşên wê festîvalê ew ciwanên xwebexş bi cilên reş pêşwaziyê li amadebûyan û sînemakarên festîvala navdewletî dikin ku wan weke sembolek bo pençeşêra erdê cilên bi wî rengî li xwe kirine.

Di çarçova çalakiyên gera 4mîn festîvala navdewletî ya fîlman a Silêmaniyê de, 20 ji keç û kurên bajarê Silêmaniyê bi awayekî xwebexş, di festîvalê de her karekê dikin, ew dibêjin îsal rewaca dîtina fîlman zêde bûye û xelkê Silêmaniyê alîkariya wan dikin.

Yek ji xwebexşan Soze Yasîn dibêje, ew bi xwebexşî beşdarî festîvalê bûne û ji bo balkişandina penşeşêra erdî wan hemûyan yek reng cil li xwe kirine û diyar dike ku grûpa wan bo hemû festîval, konsert û çalakiyên din amade ye.

Hezkirina xelkê Silêmaniyê bo dîtina fîlman îsal zêde bûye, her derfetekê bo xwe bibînin berê xwe didin festîvalê û hinekan planên taybet bo dîtina fîlman danîne. Eskender Can di festîvalê de qehweyan bê beranber belav dike û dibêje, “Qehwe mejiyê sînemakar û bînêran aram dike.”

Eskender Can, xwediyê qehwexaneyê di festîvalê de, dibêje, ew ji bo xizmetkirina sînemekar û mêvanên ku li her derê û herwiha ji derveyê Kurdistanê hatine, beşdarî festîvalê bûne.

Grûpa jîngedostî ku grûpeke bo parastina jîngehê hatiye avakirin, di festîvalê de amade bûye bi dirûşmê festîvalê ya, ‘Penceşêra Erdê’ gelek kêfxweş bûne û ew bi amadebûna piraniya xelkê di festîvalê de derfet dîtine ku peyamên xwe belav bikin.

Serpereştê grûpa jîngehê di festîvalê de, Ramyar Yasîn bibîr dixe ku  îsal peyama sereke ya festîvalê, balkişandina ser pençeşêra ser erdê ye û diyar dike ku jîngesdotî jî rasterast peywendî bi wê peyamê heye. Yasîn aşkere dike ku ji ber hindê pêwîst bû, ew li wê festîvalê amade bin û peyama xwe bigihînin ku qirêjbûna jîngehê çiqas peywendî bi pebceşêrê heye.

Grûpeke din ji ciwanên Silêmaniyê bi awayekî xwebexş torên civakî yên festîvalê birêve dibin û teknîka wênegirtin, edîtkirina vîdyo û wêneyan her di nava festîvalê de pêk tînin û belav dikin.

 Endamekî wê grûpê Serçil Serac jî diyar dike ku ew torên civakî yên festîvalê birêve dibin û dibêje, “Spas bo Tora Medyayî ya Rûdawê jî ku her demê alîkara me bû.”

Hezkirina xelkê ji bo biserxistina festîvala fîlman a Silêmaniyê, karên xwebexşî zêde kirine û amadebûyên festîvalê jî karên wan bi bihayekî mezin dinirxînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst