Pirtûka ‘Riştey Mirwarî’ ya Elaeddîn Secadî derket

14-06-2025
RÛDAW
Nîşan Weşanên Avestayê Elaeddîn Secadî Şehab Xalidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji berhemên herî girîng ên pexşana Kurdî "Riştey Mirwarî" ya Elaeddîn Secadî ku ji Kurmanciya Jêrîn (Soranî) hatiye wergerandin, gihîşt ber destê xwînerên Kurdî.

Berhema ku Şehab Xalidî wergerandiye ji aliyê Weşanên Avestayê hatiye weşandin.

Elaeddîn Secadî di pêşgotina berhemê de wiha gotiye:

“Qewmên din hertiştek gotibin û nivîsîbin, çi baş çi xirab, nehêlane ku ew serpêhatî ji nav herin.

Lewra min jî çiqas serpêhatî û şîret hebûn, li gor desthilata xwe û heta zêdetir jî kom kirin û min hez kir ku me jî pirtûkeke wiha hebe.”

Li ser berga pirtûkê wiha hatiye nivîsin:

“Riştey Mirwarî yek ji wan berhemên binirx û dewlemend ên Elaeddîn Secadî ye  ku ew hikayetên ji zimanê xelkê bihîstine, tev kom kirine û wêjeya devkî ya neteweyekê ji tunebûnê parastiye. Riştey Mirwarî qala rewşa serdemên curbicur, şêweya jiyana gundiyan û şêweya serederiya beg û axayan bi re’iyetan re û her wiha serpêhatiyên pêkenok lê di heman demê de pir ders û şîret jî dike.”

Serpêhatiya wergêr

Serpêhatiya wergera kitêbê jî dikare li hikayetên berhemê zêde bibe. Şehab Xalidî, wergêrê kitêbê dibêje: “Heyamek bû min dest bi wergera ‘Riştey Mirwarî’ kiribû.

Rojekê (Pêşnîvroya 28ê îlona 2022an) ez mijûlî wergerandina hikayetên xweş û pêkenokên vê pirtûkê bûm ku ji nişkê ve dengekî bihêz ez veciniqandim. Dema ku min derî vekir û çûme derve, min dît kampa me (Kampa Pêşmergeyên PDKÎ) bi giranî tê mûşekbarankirin.

Mixabin çend hevalên me şehîd ketin û rewşa awarte hate ragihandin û wê rewşa awarte zêdetir ji salekê dom kir.”

Riştey Mirwarî mîrata giştî ya Kurdan nîşan dide. Yek ji şahîkayên edeba Kurdî ye. Ji bo naskirina civaka Kurd, divê bê xwendin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst