MESAMê xelata Hunermendê Herî Serkeftî yê Kurd da Hozan Dîno

17-11-2025
Rawîn Stêrk
Nîşan MESAM Hozan Dîno Mîkaîl Aslan Hakan Akay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dîno, ji aliyê Yekîtiya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM) ve wekî Hunermendê Herî Serkeftî yê Kurd hat xelatkirin.

Ji ber ku Hozan Dîno li Ewropayê li sirgûnê ye di merasîmê de li ser navê wî hunermend û aranjorê Kurd Hakan Akay xelat ji destê Mikaîl Aslan wergirt.

MESAMê di 39emîn merasîma xwe ya xelatdayînê de ku li Navenda Çandê ya Ataturk a Stenbolê hat lidarxistin, di nav 3 hezar û 500 hunermendan de kesên serkeftî xelat kirin.

Xelata Hozan Dîno li gorî statîstîkên guhdarîkirina li ser platformên dijîtal û dahata mafê telîfê hatiye diyarkirin.

Hozan Dîno ji Rûdawê re axivî û got ku ev xelat him ji bo wî û him jî ji bo muzîka Kurdî cihê kêfxweşiyeke mezin e.

"Ji bo muzîka Kurdî cihê kêfxweşiyê ye"

Hozan Dîno da zanîn ku ew bi vê xelatê gelekî kêfxweş bûye û got, "Her çi qas ez bi xwe ne li wir bûm jî, wergirtina vê xelatê nîşan dide ku muzîka Kurdî êdî qonaxeke diyar li pey xwe hiştiye.

Ji ber vê yekê, ev xelat him ji bo min girîng e û him jî helbet ji bo muzîka Kurdî gelekî bi wate ye.

Gelek kesan pirsiye, ‘Çima Hozan Dîno?’ Berpirsên MESAMê jî gotiye ku ev xelat li gorî statîstîkên platformên dijîtal hatiye dayîn.

Dayîna vê xelatê ji bo muzîka Kurdî di van rojên girîng ên pêvajoya aştiyê de nîşaneya wê ye ku dê di hin mijaran de guherîn çêbibin.

Hêvîdar im di demeke kurt de hin guhertin çêbibin û rê li ber vegera min a welêt û hevdîtina min a bi hezkiriyên min û gelê min re vebe.

Him li ser navê xwe û him jî li ser navê muzîka Kurdî ez gelekî kêfxweş im."

Li gorî daneyên MESAMê, Hozan Dîno di heman demê de hunermendê Kurd e ku herî zêde mafê telîfê werdigire.

Di merasîmê de ji bilî Hozan Dîno, bi dehan hunermendên Tirk jî hatine xelatkirin.

Hozan Dîno kî ye?

Hozan Dîno ku navê wî yê fermî Yusuf Şahin e, sala 1969an li gundê Xoçvanê yê Erdexanê ji dayîk bûye.

Dîno xwendina xwe ya seretayî û navîn li gundê xwe qedandiye.

Piştre ji bo xwendina bilind çû Dibistana Mamosteyan a Gumuşhaneyê û Stenbolê lê ji ber sedemên siyasî neçar ma ku di pola dawî de dev ji dibistanê berde.

Demekê li Stenbolê di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebitî lê ji ber sedemên aborî neçar ma ku dev ji xebatên xwe berde.

Sala 1995an ji ber sedemên siyasî hat desteserkirin û piştî demekê hat berdan. Sala 1998an li Holendayê daxwaza penaberiyê kir û ji wê demê ve wekî penaberê siyasî li wir dijî.

Hozan Dîno heta niha bi Mîr û Kom Muzîkê re bi giştî çar album derxistine.

Stranên wî yên bi navê "Oy Yarê" û "Çû" gelekî navdar û berbelav in.

Hozan Dîno dê îro saet 15:00an bibe mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û dê li ser xelatê biaxive. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst