Zanîngeha Berlînê cih nedabû Mîkaîl Aslan: Ji biryara xwe vegeriya

16-08-2025
RÛDAW
Nîşan Mîkaîl Aslan Zanîngeha Hunerê ya Berlînê Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar ê Kurd Mîkaîl Aslan ragihand ku Zanîngeha Hunerê ya Berlînê ji biryara xwe ya cihnedana ji bo konserê vegeriya.

Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan ragihandibû ku Zanîngeha Hunerê ya Berlînê (UdK) daxwaza wî ya konserê bi hinceta "siyasîbûnê" red kiriye.

Piştî bertekan, zanîngehê li biryara xwe nêrî û ragihand ku ev yek ji ber "şaşiyeke îdarî" bûye.

Hunermendê Dêrsimî diyar kiribû ku wî bi salan e li Almanya û gelek bajarên Ewropayê bi sedan konser dane û helwesta destpêkê ya zanîngehê wekî "nayê qebûlkirin" nirxandibû.

Mîkaîl Aslan dabû zanîn ku Nadda Tarabichiya berpirsa hola konseran a Zanîngeha Hunerê ya Berlînê bi rêya emailê ji wî re gotiye:

"Derfet ji bo wan hunermendên ku dubendiyê çêdikin an pêwendiya wan bi aliyekî siyasî re heye, nîne."

 Aslan ku hevwelatiyê Almanyayê ye, anî ziman ku polîtîkayên "qedexekirin" û "sansurê" yên li Tirkiyeyê li hemberî hunermendan tên meşandin, li vir jî bi heman awayî pêk hatiye û berteka xwe wiha anî ziman:

“Ez nûnerê çand û mîrateya Kurdî me. Ev bersiv sansur e, nayê qebûlkirin.

Em ne bi tenê ne, saziyên Kurdan ên li Almanyayê jî li ser vê mijarê helwest nîşan da. Her wiha ji Hewlêrê jî peyamên piştevaniyê gihîştin min.

Kêfa min hat ku Rûdawê jî ji Hewlêrê pêwendî bi min re danî.”

Hunermend li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi gotinên, “Yên ku di salonên xwe de cih didin antîsemîtîzmê, muzîka Kurdî qedexe dikin. Ev nakokî ye” zanîngehê rexne kiribû.

Aslan bi bîr anîbû ku wî berê li bajarên cuda yên Almanyayê li salonên bi prestîj konser dane û konserên xwe yên li Salona Beethovenê (Stuttgart), Dusseldorf û Hamburgê wek mînak nîşan dabûn.

“Şaşiyeke îdarî bû”

Piştî bertekên zêde, Zanîngeha Hunerê ya Berlînê ji biryara xwe vegeriya.

Mîkaîl Aslan di daxuyaniya xwe ya dawî de ragihand ku zanîngehê rewş ji nû ve nirxandiye û biryar wekî "şaşiyeke îdarî" pênase kiriye.

Aslan di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Hevalên hêja, ez dixwazim derbarê serlêdana xwe ya ji bo konserê ya li Zanîngeha Hunerê ya Berlînê agahiyeke kurt bidim we.

Piştî ku serlêdana min cara ewil hatibû redkirin, zanîngehê li ser biryarê lêkolîn kir û ji min re ragihand ku ev yek ji ber şaşiyeke îdarî bûye.

Zanîngeh niha bi erênî li çalakiyê dinêre û pêşniyara dan û standineke rasterast kiriye.

Spasiya min a taybet ji bo we ye, heval, piştgir û hezkiriyên min.

Bi saya baldariya we û hewldanên we ev şaşî derket holê û hat zelalkirin. We roleke diyarker lîst ku ev diyalog pêk were.

Xebata min ji bo muzîkê, zimanê Kurdî û Kirmanckî/Zazakî û mîrateya wan a çandî ye.

Ji bo min wekî hunermendekî gelekî girîng e ku ez li ser çand û nasnameyê agahiyê bidim û wan pêşkêş bikim da ku zindî bimînin.

Divê pêkhateyên cîhanê neyên jibîrkirin, ji ber ku mîrateya wan a çandî beşeke bingehîn a dîroka mirovahiyê ye.

Dema ku daxuyaniya fermî ya nivîskî ya UdKyê hat, ez dê hûrgiliyên zêdetir bi we re parve bikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst