Ehmed Huseynî: Divê berhemên me hêjayî deskevtiyên Rojavayê Kurdistanê bin

24-12-2020
RÛDAW
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e, û bandoreke xwe li ser helbestvanên ciwan heye
Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e, û bandoreke xwe li ser helbestvanên ciwan heye
Nîşan Ehmed Huseynî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Helbestvanê ji Rojavayê Kurdistanê Ehmedê Huseynî dibêje kesên bi karên hunerî û rewşenbirî ve mijûl dibin, pêwîste ku li tevahiya Rojavayê Kurdistanê bigerin di warê afirand, huner û dahênanê de berhemên hêjayê êş, azar, ruh û deskevtiyên Rojavayê Kurdistanê yên bixwînê hatine bidestxistin bin.

Belbestvan û rewşenbîrekî naskirî û navdar yê ji Amûda Rojavayê Kurdistanê Ehmedê huseynî ji Rûdawê re behsa xebatên xwe û boçûnên xwe kir.

Ehmedê Huseynî diyar kir ku ew ti mûçeyan ji ti aliyan wernagre û wekî xwebexşekî serpereştiya çalakiyên rewşenbîrî li Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dike.

Huseynî da zanîn ku ji destpêka sala 2019an heta meha Cotmeha 2020an wî li Rojavayê Kurdistanê 80 çalakiyên hunerî û rewşenbîrî saz kirine. Bi gotina Huseynî di çalakiyên îsal de 130 kesayet bi helbest, şêwekarî, çîrok, panel û fîlmên xwe beşdar bûne.

Huseynî got: “Li Rojavayê Kurdistanê dem gelek bilez derbas dibe û em ji gelek tiştan bêpar mane. Ev deregmabûn wiha dike ku divê em êdî pê re bigihîn. Ew pêregihîştin jî divê di çarçoveya birîn, ruh, ziman, xewnên me de be. Divê ew berhemên me diafirînin hêjayê êş, azar, ruh û deskevtiyên Rojavayê Kurdistanê yên bixwînê hatine bidestxistin bin.”

Ehmedê Huseynî gelek dîwanên helbestê û berhemên wêjeyî di pêvajoya xwe ya rewşenbîrî de afirandine.

Ehmedê Huseynî helbestvanekî navdar ê kurd e. Wî bandoreke mezin li helbestvanên ciwan kiriye.

Ehmed Huseynî di sala 1955an de li Amûdê ji dayik bû. Amûdê bajarekî Kurdistana Başûrê Rojava ye. Huseynî dibistana seretayî, navendî û amadeyî li bajarê Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha Şamê ya Sûriyê beşa Felsefeyê qedandiye.

Hikûmeta Sûriyê nehişt ku Ehmed Huseynî bi dîplomeya xwe bixebite. Ew neçar ma ku karên ne li gorî xwe bike. Lewra Huseynî jî mîna gelek xortên kurd berê xwe da Ewropayê.

Huseynî di sala 1989an de çû Swêdê, lê piştî ku Rojavayê Kurdistanê ji bin kontrola hikûmeta Sûriyê derket, ew vegeriya Rojavayê Kurdistanê.

Gelek pirtûkên Ehmed Huseynî hatine çapkirin.Di sala 2002yan de berhemên wî yên giştî yên bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatin çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst