Rastakê klîpa strana ‘Azadî’ belav kir: Helbesta Şêrko Bêkes jî di nav de ye

02-07-2025
Serif Ozberk
Serif Ozberk @siyarberazi
Dîmeneke ji strana Azadiyê / Wêne: Ji ber klîpê
Dîmeneke ji strana Azadiyê / Wêne: Ji ber klîpê
Nîşan Rastak Azadî Şêrko Bêkes
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya navdar Rastakê klîpa strana xwe ya bi Kurdî ya bi navê “Azadî” ku di nava albuma “Tales of Earth and Sun/Çîrokên Cîhan û Rojê”de ye belav kir.

Di dawiya klîpa strana “Azadî” de solîstê komê Ferzad Mûradî helbesta Şêrko Bêkes a bi navê “Niştiman” bi şêwaza rapê dixwîne.

Rastakê di vê klîpa xwe de muzîka gelêrî ya Kurdî û rap li hev anî û bi vê yekê şêwazeke nû pêşkêşî cîhana hunerê kir.

Bingeha strana “Azadî” li ser muzîka gelêrî ya Kurdî hatiye avakirin.

Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî li ser albuma “Tales of Earth and Sun/Çîrokên Cîhan û Rojê” û klîpa strana “Azadî” ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Menajerê Rastakê Behzad Pûrnaxî li ser kar û xebatên komê got:

“Di albuma me ya dawî de straneke din jî heye.

Stranek me ya din a ku nehatiye belavkirin heye.

Em ji bo belavkirina stranê li sponsorekî digerin.”

Behzad Pûrnaxî li ser strana komê ya ku dê piştre were belavkirin jî da zanîn:

“Strana din a albuma me ya nû ji Kirmaşanê ye.”

Koma Rastakê di aranjmana strana “Azadî” de beşeke şêwaza rapê bi kar aniye ku ev yek wekî rêbazeke nû û wêrek ji bo derbirîna hest û berxwedana gel a di çarçoveya kevneşopiya çandî û muzîkê de tê dîtin.

Gotinên vê beşê ji helbesta navdar “Niştiman” a helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes hatine wergirtin.

Bikaranîna vê şêwaza muzîkê di berhemên Koma Rastakê de cara yekem e û wekî ezmûneke nû ji bo anîna ziman a protestê û hestan tê dîtin.

Bi bikaranîna amûrên wekî defê qadeke hunerî ya resen û bi coş ji bo strana “Azadî” diafirîne ku di heman demê de modern e.

Pûrnaxî diyar kir ku “Azadî” ne tenê berhemeke muzîkê ye di heman demê de daxuyaniyeke hunerî ye ji bo parastina mafê azadiya derbirînê.

Rastakê strana “Azadî” diyarî hemû wan hunermendan kir ku di rêya bidestxistina azadiyê de her dem li kêleka gelê xwe rawestiyane.

Rastak

 Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hat damezrandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.

Rastak di serî de bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje.

Albuma yekem a komê sala 2007an bi navê “Rangvarehaye Kohan” derketiye.

Sala 2010an albumeke bi navê “Hameye Aghvame Man” derxist.

Piştre albumên  xwe yên bi navên “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derxistin.

Rastak li ser asta cîhanê naskirî ye û heta niha ji bilî Îranê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye,  Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.

Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî konser dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst