Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Mihrîcana Fîlman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mihrîcana 5emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Rojava sibe bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemeya Azad“ dest pê dike.

Li gorî nûçeya ANHAyê, di mihrîcanê de 81 fîlm û 22 senaryo dê beşdarî pêşbirkê bibin.

Mihrîcana  di salvegera 65an a Şewata Sînemaya Amûdê de dest pê dike û dê heta 20ê Çiriya Paşîn bidome.

Mihrîcan ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve tê organîzekirin.

Çalakiyên mihrîcanê dê li Navenda TEV-ÇANDê û Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo yên li bajarê Qamişloyê bên lidarxistin.

81 fîlm û 22 senaryo beşdar dibin

Li gorî agahiyên komîteya amadekar, 81 fîlm û 22 senaryoyên ku hatine pejirandin beşdarî mihrîcanê dibin.

Ji wan 81 fîlman, 8 navneteweyî, 21 belgefîlm, 8 fîlmên Kurdî, 37 kurtefîlm û 7 fîlmên Sûriyeyî ne.

Semîner û kargeh dê bên lidarxistin

Li gel nîşandana fîlman, dê 6 semîner û panelên têkildarî rewşa sînemayê li cîhanê û Kurdistanê bên lidarxistin.

Her wiha 2 kargehên li ser derhêneriya dîmenê û derhêneriyê jî dê bên lidarxistin.

Xelat dê bên belavkirin

Roja dawî ya mihrîcanê, fîlmên beşdar dê di kategoriyên navneteweyî, belgefîlm, fîlmên Kurdî, kurtefîlm û fîlmên Sûriyeyî de werin xelatkirin.

Her wiha di beşa senaryoyê de dê xelatên fîlmên kurt û fîlmên dirêj bên dayîn.

Mihrîcana  Fîlman a Navneteweyî ya Rojava cara yekem sala 2016an hatibû lidarxistin.

Mihrîcanên duyem, sêyem û çarem jî li pey hev salên 2017, 2018 û 2019an hatin lidarxistin.

Mihrîcana 5emîn dê sala 2022yan pêk bihata lê ji ber şert û mercên ewlehiyê hatibû bipaşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst