Pirtûka navdar a Harper Leeyê êdî bi Kurdî ye: ‘Kuştina Çivîkan’

16-05-2025
RÛDAW
Nîşan Kuştina Çivîkan Harper Lee Pall Weşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka girîng û navdar a edebiyata cîhanê li Kurdî hat wergerandin.

Romana “Kuştina Çivîkan” a Harper Leeyê ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi Kurmancî ye.

Romana Kuştina Çivîkan 376 rûpel e û ji Pall Weşanê derketiye.

Nivîsa li ser berga Kuştina Çivîkan:

“Yek ji romanên dinyayê yên herî navdar û pir hatî hezkirin, li zêdetirî çil zimanan hatî wergerandin û nusxeyên wê zêdetirî çil milyonî hatî firotin, xelatgira Pulitzerê ya 1961ê û xwedana fîlmeke xelatên Oscarî di 1962yan de.

Kuştina Çivîkan a ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi kurmancî ye.

Harper Lee di vê romana xwe ya ewil de ji çavê keçikeke biçûk Scout Finchê berê me dide nav rih û tebîeta mirovan, newekhevî û mesûmiyetê, kîn û hezê, azadî û nijadperestiyê, êş û kenê.

Çîroka ku li dor darizandina çermreşekî geşe distîne, bi zimanekî sade û zarokane me vedixwîne nav hesabpirsiyeke li gel edalet, rastgoyî û mirovahiyê.”

Beşeke biçûk a ji romanê:

“Ya bi dilê min ew e ku tu herî nîşana tenekeyan bigirî li hewşa piştê, lê ez dizanim tê herî nîşana çivîkan bigirî. Here li hemû qelebaskan bixe, ku bikarî; lê bila ji bîra te neçe ku kuştina çivîkan guneh e.”

Harper Lee kî ye?

Harper Lee sala 1926an li eyaleta Alabamayê ya Amerîkayê ji dayîk bûye û li Zanîngeha Alabamayê beşa hiqûqê xwendiye lê dema ku 6 meh ji derçûna wê re mabûn dev ji zanîngehê berdaye.

Ew piştre çûye New Yorkê, li wir di şirketên bi navê Eastern Air Lines û British Overseas Airwaysê de wekî nivîsera qeydan xebitiye.

Li New Yorkê dest bi nivîsandina çend nivîsar û kurteçîrokan kiriye lê yek jî nehatiye weşandin.

Dûv re ji wan kurteçîrokan yekê vediguherîne romanekê û seba nivîsandina wê dev ji kar berdide.

Heta ku romana wê diqede, hevalên wê seba debara wê alîkariyê didinê.

Roman sala 1960an bi dawî dibe û bi navê To Kill a Mockingbirdê (Kuştina Çivîkan) tê çapkirinê.

Harper Lee di demeke kurt de bi vê romanê navdar dibe û salekê piştî çapkirina romanê sala 1961ê Xelata Wêjeyê ya Pulitzerê werdigire.

Piştî vê romanê heta sala 2015an ne ti berheman dinivîse ne jî beşdarî bernameyan dibe derbarê Kuştina Çivîkan de.

Ew sala 2015an romana wê ya didoyan a bi navê Go Set a Watchmanê çap dibe û piştî salekê jî ji vê dinyayê bar dike.

Ekrem Koçbaşi kî ye?

Ekrem Koçbaşi ji bajarê Îdirê ye, heta zanîngehê li wir mezin bûye.

Li Zanîngeha Stenbolê ji beşa hiqûqê derçû ye.

Li Zanîngeha Bilgiyê li ser mafên mirovan lîsansa bilind kiriye.

Ekrem Koçbaşi 8 sal in li Stenbolê parêzeriyê dike.

Ew sala 2012an li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bawernameya mamostetiya Kurdiya Kurmancî wergirtiye û ji wê salê pê ve li Enstîtuyê û li Komeleya Lêkolînên Kurdî dersên zaravayê Kurmancî dide.

Nivîsar û wergerên wî di kovarên wekî Ziryab, Aşdad û Dadistanê da weşiyane.

Ji bilî wergera Kuştina Çivîkan, wî romanek ji Tirkî jî wergerandiye zaravayê Kurmancî ku hîn nehatiye çapkirin.

Ew yek ji endamên Komxebata Ferhenga Hiqûqê ye ku ji hêla Weqfa Mezopotamyayê ve tê birêvebirin.

Aniha jî li Zanîngeha Enqereyê beşa ziman û edebiyata Îngilîzî dixwîne.

Xwendekar dikarin vê pirtûkê li ser pallwesan.com û pirtûkfiroşan peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst