Hewlêr (Rûdaw) – Romana Eyşana Beravî ya bi navê “Nowa” ji Weşanên Avestayê derket.
Romana Nowayê ya nivîskar Eyşana Beravî ji 104 rûpelan pêk tê.
Beşeke romana Nowayê:
“Dengê Nowayê hê jî bi ava pîvazê re dikele. Bilqînî bi binê beroşkê dikeve. Trêna yazdehê nîvroyê diore. Orîna wê ji gewdeyê wê girantir û tîrtir e. Jinika li ber pacê di rê de keziyek xwe jê kiriye, kiriye navbera kitêba xwe. Jinik bi dil-êşê ketiye qey, te dî gava dil-biêşe kezî-kur dibe. Wiha dibêjim ji xwe û ji wê re; em ne zarokên welatên badilhewa ne ku dilê me biêşe. Hê dengê min naçe jinikê, trên jinikê dibe. Valahiyekê li pişt xwe dihêle, di nava wê valahiya tu carî devê wê nayê hev de, wiha dibêjim ji xwe re; Rabe, kulîlkên lekînî biçine. Radibim. Keledûxanê li ser pacê daniye, bi serê tiliya xwe wêneyê xwedayên di destê wan de kulîlk hene, diwênim li kêleka wêneyê te. Wêneyê te xwêdan daye, wisa bi helke helk dihelkî. Bi destê xwe te bi teva xwedayên dest bi kulîlk didim alîkî. Hew ez dimînim di nava xwêdan û xumamiya camê de. Li xwe dinihêrim tu nebê min jî keziyek xwe bi lêvên te ve ji bîr kiriye.”
Eyşana Beravî kî ye?
Eyşana Beravî sala 1990î li Mûşê hatiye dinyayê.
Li Zanîngeha Eskîşehîrê beşa Civaknasiyê xwendiye.
Eyşana Beravî heta niha di gelek kovaran de helbest û nivîsên xwe weşandine.
Ew zewicî ye û dêya 2 zarokan e.
Eyşana Beravî xwendina pirtûkan ji xwe re wekî sedema jiyanê dibîne.
Beravî her wiha ji bo Wêjeya Ji Sînoran Dibihure wekî nivîskara Kurd li Osloyê hat vexwendin.
Bi çîroka xwe ya bi navê Çavê Pacê ku li pênc zimanan hat wergerandin bû mêvana Oslo Lîterature Houseyê.
Berhemên wê:
Ya Ba Ye Ya Baran e, helbest / 2019, Lîs
Bihuşta Xezalan, roman / 2020, Lîs
Du Mohrên Nexwendî, helbest / 2024, Zîz

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse