Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara PKKyê ya xwefesixkirin û bidawîkirina şerê çekdarî liv û tevgera eşîran li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê jî zêde bûye.
Serok eşîr hêvîdar in ku bidawîbûna şer bandoreke erênî li ser jiyana wan a civakî û aboriya bajêr bike.
Serokê Federasyona Eşîrên Wanê Rasîm Aslan got,"Divê biratî û yekîtî hebe. Tişta pêwîst ev e. Em jî piştî vê pêvajoyê bi çavekî cûda li herêmê dinêrin.
Herêma me divê ji aliyê aborî ve jî bi pêş keve. Karsazên ku ji herêma xwe çûne divê vegerin û li li vê derê kar bikin.
Heman tiştî divê dewlet jî bike. Ne tenê girtîgehan çêbike bila bê kargehan jî çêke."
Serokê Eşîra Şidanê: Gundên me wêran bûne
Serokê Eşîra Şidanê amaje bi wê yekê kir ku ji ber şer û pevçûnên li herêmê cih û warên wan wêran bûne û xwest ku hemû kes piştgiriyê bide pêvajoyê.
Serokê Eşîra Şidanê Faysal Oner jî got: "Li herêma Payîzavayê 20 gundê me hene û li her gundekî 50 heta 60 malbat hebûn.
Nêzîkî 50 hezar ajelên me hebûn. Niha gundê me ji ber şer wêran bûne. Li her gundekî tenê 3 heta 5 malbatan dimînin.
Gelekî zerer gihiştiyê me. Em ji vê pêvajoyê kêfxweş in. Hêvîdarim aştî pêk bê.
Ez ji netewperestên Tirk û Kurdan dixwazim ku vê pêvajoyê asteng nekin."
“Rola zanîngehan girîng e”
Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Suvat Partin jî bal dikşîne ser rewşa civakî ya piştî şer û dibêje roleke girîng dikeve ser zanîngehan.
Serokê Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê wiha domand:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kesên ku ji vî şerî bandor li wan kiriye û başbûna civakî, avakirina zimanê aştiyê, avakirina navendên lêkolînên çareseriyê û damezrandina navendên rehabilitasyonê gelekî girîng e.
Bi taybetî rola zanîngehan di vê pêvajoyê de zêdetir dibe.
Di pêvajoya nû de zanîngeh divê bi lêkolînên xwe, panel û çalakiyên cor bi cor zanyariyên rast pêşkêş bike û rolekê di pêşveçûna tendirûst ya pêvajoyê de bilîze."
Piştî ku PKKyê biryara xwefesixkirin û danîna çekan da beşek zêde ya civakê biryar bi erênî pêşwazî kir.
Li aliyê din, heta niha derbarê cîbicîkirina biryaran de ne PKK û ne jî dewletê nexşerêyek eşkere nekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse