Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Ciwan Hesen li mala xwe ya li bajarê Amûdê şewitî û niha rewşa wî xirab e.
Hunermend Ciwan Hesen li herêma Efrînê hunermendekî naskirî ye û wî heta niha gelek stran û kilîp li ser Efrînê çêkirine.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Ciwan Hesen li mala xwe ya li bajarê Amûdê şewitî û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Rewşa Ciwan Hesen xirab e û di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.
Herî zêde zikê wî bi rêjeya ji sedî 95 şewitî ye.
Heta niha nayê zanîn ku şewat ji ber çi çêbûye.
Ew hunermendê Kurd jî wekî gelek hunermend û rewşenbîrên Efrînê û piraniya xelkê wê herêmê, piştî êrişa Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê, ji bajarê xwe koçberî herêma Şehbayê bûbû û li kampên koçberên li gel malbata xwe dijî.
Lê ev demek bû li bajarê Amûdê dijî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse