Hejmara nû ya Kovara Temaşeyê derket

23-01-2022
RÛDAW
Nîşan Kovara Temaşe Sînema
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kovara Temaşeyê li ser malpera xwe ya fermî hat weşandin.

Hejmara pêncan a Kovara Temaşeyê hat weşandin. Kovara Temaşeyê her demsal tê weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê bi awayekî PDF tê belavkirin.

Di danezana kovarê de tê gotin ku  Kovara Temaşeyê ne tenê li ser sînemaya Kurdî di heman demê de li ser sînemaya navneteweyî jî dixebitê. Armanceke e-kovarê jî bi nêrînên gerdunî bipêşdebirina sînemaya Kurdî ye.

Di vê hejmarê de jî me mijarên xwe guherand û mijarên nû li naveroka xwe zêde kir. Hevpeyvîna  vê carê bi sînemagera Kurd Solîn Yûsif (Soleen Yusef) re ye ku li ser jiyana wê, fîlma wê ya mala bêbanî, şîrove û projeyên wê yên paşerojê bû mijar.

Nivîsa pêşîn a Benazîr Ozmen e ku li ser kitêba “Devletsiz Bir Ulusun Sinemasi” ya Soner Sertî û “Gemideki Hayalet” a Sebahattin Şenî kirîye. Berawirdinek têr tije di navbeyna herdû kitêban kirîye.

Bîlal Korkut jî di vê nîvîsa xwe de bala xwe daye nêrîneke femînîst a fîlma Hiner Selîm  ya bi navê “Welatê Min ê Tehl û Şêrîn”.

Nurullah Akcanî bi serenavê “Henaseyek Nû: Sînema li Rojavayê Kurdistanê” nivîsek li ser meseleyê nivisî.

Rojen Hêvî bi serenavê “Sînema û Mîtolojîyê” eleqeya avabûna senaryoyê û çîroka mîtosan şîrove kiriye.

Mela Mihyedîn li ser rêzefîlmê “Modern Loveê” şîroveyek kurt û kurmancî kiriye. Omer Bextîyarî fîlma derhênerî mezin Theodoros Angelopoulosî “Bêdawîtî û Rojekç analîzên xwe ji bo hezkirîyên sînemaya wî nivisîye.

Burcu Roza Allahverdi di vê nivîsa xwe de jî li ser sînemaya Tarkoskyî bi serenavê “Awirvedanek li Sînemaya Tarkovskyî” mûkir bûye. Rûmet Medî li ser François Truffautî û Mehmûd Beytoyî jî weka hertim li ser xêzefîlmekî nivîsên xwe nivîsîne.

Di ekovarê de ji pêşniyaza filman heta ferhenga sînemayê beşên curbicûr cih digirin.

Ji bo hejmara pêncan a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst