Selîm Berekat romanek li ser trajediya Cihûyên Qamişlo nivîsand

25-06-2019
Besam Mistefa
Selîm Berekat romana xwe ya nû li ser çîroka trajîk ya Cihûyên Qamişlo nivîsand
Selîm Berekat romana xwe ya nû li ser çîroka trajîk ya Cihûyên Qamişlo nivîsand
Nîşan Selîm Berekat Roman Cihû Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvan û nivîskarê Kurd yê Erebînivîs Selîm Berekat romana xwe ya nû belav kir. Navê romana nû ya Berekat "Lê çi li ser xanima Cihû Rahîl?" e û ji aliyê Dezgeha Erebî ya Lêkolîn û Belavkirinê ve hate weşandin û ji 566 rûpelan pêk tê.

 

Nivîskar û romannivîsê Kurd yê Erebînivîs Selîm Berekat di qada edebiyata Erebî û cîhanî de navekî diyar û naskirî ye. Ew di mala xwe de, li daristaneke dûrîdest a Stockholma paytexta Swêdê, bê navber dîwanên helbestan û romanan dinivîse.

 

Lê vê carê Selîm Berekat berê xwe da Qamişlo û bi taybetî Taxa Cihûyan û romana xwe ya nû li ser çîroka trajîk ya Cihûyên wî bajarî nivîsand.

 

Selîm Berekat ku bêtirî 25 romanan nivîsandine, di romana xwe ya nû de vedigere bajarê zaroktî û ciwaniya xwe Qamişloyê û di nav kolan û taxên wî de digere. Berekat bi berfirehî behsa jiyana hevbeş û têkiliyên mirovî û civakî di navbera Kurd, Ermen û Cihûyên bajarê Qamişloyê de dike.

 

Berekat bi rêya çîrokeke evînê ya nîvcomayî di navbera du nûciwanên bajêr de ku xort Kurd e û keç Cihû ye babeta romana xwe diherikîne. Bi vê çîrokê re jî, Berekat gav bi gav diyar dike çawa Cihûyên Qamişlo bi planeke hûrbîn û bi zanebûn roj bi roj kêm bûn û diyar neman heta dawiya dawî li taxa Brooklyn a New Yorkê hêwirîn.

 

Bûyerên romanê, ku koçberî yek ji babetên wê yên sereke ye, bi giranî li Taxa Cihûyan li Qamişloyê diqewimin û behsa salên piştî Şerê 1967an di navbera Ereb û Cihûyan de dike. Bereka dide xuyakirin çawa gurr û dirindeyên desthilata Beisî piştî şikestina wan li hemberî Artêşa Îsraîlê, hêç û hartir bûn û kerba xwe di serê hevwelatiyên xwe de vala kirin, nexasim hevwelatiyên ne Ereb wek Kurd û Cihûyan.

 

Di romana xwe ya nû de, Berekat hewl dide eşkere bike ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî di dewleta Beisê ya li ber nemanê de, tawaneke ewqasî mezin bû ku gelek caran dibû sedemê serjêkirin û kuştina kesê tawanbar! Bi gotineke din, di dewleta Beisê ya Sûriyê de, li gor yasayên fermî diviyabû tenê zimanê Erebî hebe û lazim bû hemû zimanên din û bi taybetî jî zimanê Kurdî ji holê bihata rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst