Weşanên Avestayê pirtûkeke nû çap kir: ‘Çima Neteweperwerî?’

25-10-2025
RÛDAW
Nîşan Yael Tamir Fahriye Adsay Çima Neteweperwerî? Weşanên Avestayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka "Çima Neteweperwerî?" ya Yael Tamirê bi wergera Fahriye Adsayê ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûk amaje bi wê yekê dike ku neteweperwerî parçeyeke esasî ya modernîte û bipêşveçûnê ye û bi rêya koalîsyoneke nav-çînî derfetên biqîmet pêşkêşî welatiyan kiriye.

Di nivîsa danasîna pirtûkê de tê gotin ku neteweperwerî bi girêdana xwe ya erdnîgarî, di navbera netewe û dewletê de têkiliyekê ava dike û li ser herêmeke diyar doza otorîteyeke rewa dike.

Pirtûk diparêze ku neteweperwerî tenê bersivê nade pêdiviyên dewletê her wiha daxwaza takekesên modern a xwedîderketina li jiyana xwe jî pêk tîne û tecrubeyên şexsî û giştî dewlemend dike.

Li gorî pirtûkê, neteweperwerî ji bo meseleyên sînoran, pênaseya "gel" û belavkirina derfetan sedemên maqûl peyda dike û welatiyên xwe teşwîq dike ku ji bo qenciya hevpar bi hev re bixebitin.

Di danasîna pirtûkê de wiha tê gotin:

"Bi halê xwe yê herî xirab, hêzeke wêranker û hilweşîner e, bi halê xwe yê herî baş, yek ji hêzên herî zêde avaker û afirîner e.

Divê em hewl bidin û ji tecrubeyên neteweyî sûdê wergirin lê çavê xwe ji rîskên wê re jî negirin."

Pirtûka "Çima Neteweperwerî?" ji aliyê Fahriye Adsayê ve ji Îngilîzî hatiye wergerandin û 208 rûpel in.

Yael Tamir kî ye?

Yael "Yuli" Tamir, akademîsyen û siyasetmedareke berê ya Îsraîlî ye ku 26ê Sibata 1954an ji dayîk bûye.

Tamir, di navbera salên 2003 û 2010an de wekî endama Partiya Karkeran di Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) de cih girt û wezîfeyên wekî Wezîra Koçberan, Wezîra Perwerdeyê û Cîgira Serokatiya Knessetê bi rê ve birin.

Piştî siyasetê, wê di navbera salên 2010 û 2020an de Serokatiya Koleja Endezyarî û Dîzaynê ya Shenkarê kir û ji Çiriya Pêşîn a 2020an vir ve jî Seroka Koleja Beit Berlê ye.

Her wiha, ew ji sala 2015an vir ve li Dibistana Hikumetê ya Blavatnik a Zanîngeha Oxfordê wekî profesor dersan dide.

Fahriye Adsay kî ye?

Fahriye Adsay sala 1971ê  li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayîk bûye.

Wê dibistana seretayî, navîn û lîse li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê xwendiye.

Lîsansa xwe li Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkî ya Enqereyê di beşa dîrokê de qedandiye.

Wê her wiha li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê di beşa civaknasiyê û li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de master kiriye.

Adsayê ji Îngilîzî ji bo Tirkî û Kurdî gelek pirtûk wergerandine.

Ji sala 2014an vir ve xwedî û edîtora kovara Zaremayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst