Belgefîlmeke nû ya Rûdawê: 'Zîrek' dê li Silêmaniyê bê nîşandan

26-07-2025
RÛDAW
Wêneyê Hesen Zîrek\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêneyê Hesen Zîrek\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hesen Zîrek Tora Medyayî ya Rûdawê Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgefîlmeke nû ya Rûdawê ya bi navê “Zîrek” behsa cîhana hunerî û jiyana Hesen Zîrek dike û dê îro li Silêmaniyê bê nîşandan.

Berhemeke nû ya Beşa Belgefîlman a Tora Medyayî ya Rûdawê bi navê "Zîrek" dê îro li Silêmaniyê bê nîşandan.

Belgefîlm behsa cîhana hunerî û jiyana hunermendê navdar ê Kurd Hesen Zîrek dike û balê dikişîne ser rola wî ya di parastina ziman û çanda Kurdî de.

Nîşandana belgefîlmê îro saet 18:00an li Sînemaya Salim a Silêmaniyê tê lidarxistin û her kes dikare tevlî nîşandanê bibe.

Di belgefîlmê de, Mihemedê Heme Baqî, hevalê Hesen Zîrek û Dr. Ebdulah Cemal Segirmeyî wekî du kesayetiyên serekî, balê dikişînin ser aliyên cuda yên hunera Hesen Zîrek.

Ew behsa wê yekê dikin ku hunera Hesen Zîrek çawa dikare bibe bingehek ji bo bi dehan karên hunerî û lêkolînên zanistî yên nû.

Di çarçoveya belgefîlmê de, projeyeke girîng a Dr. Ebdulah Segirmeyî tê nîşandan ku ew jî nûjenkirina şeş stranên Hesen Zîrek bi şêwaza orkestrayê ye.

Ji bo vî karî, ew bi hunermendên herî jêhatî yên Kurd û Ewropî re dixebite û Tora Medyayî ya Rûdawê mesrefa hilberîna van şeş stranan li xwe girtiye.

Mihemedê Heme Baqî di belgefîlmê de bîranînên xwe yên tal û şîrîn ên li zindana Silêmaniyê yên bi bi Zîrek re vedibêje û behsa projeyeke din a stratejîk dike.

Ew jî hewldana ji bo damezirandina navendeke akademîk e ji bo komkirin û nivîsandina hemû stran û melodiyên Zîrek da ku bibin çavkaniyeke zanistî ji bo zanîngeh û navendên akademîk ên Kurdistanê.

Herdî Qadir derhêneriya belgefîlma "Zîrek" kiriye û Kirman Ferec jî di qonaxa tomarkirina û karê montajê yê belgefîlma “Zîrek” de cîh girtiye.

Her wiha Dana Newzad jî karê deng û ronahiyê kiriye û di heman demê de birêvebirê berhemê ye.

Hesen Zîrek kî ye?

Hesen Zîrek di 29ê Çiriya Pêşîn a 1921ê de ji dayîk bûye. Derbarê cihê jidayîkbûna wî de du nêrînên cuda hene; yek jê bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ya din jî gundê Hermêleyê yê bajarê Seqizê ye.

Ji bilî stranbêjiyê, wî tekst û awazên stranên xwe jî dinivîsîn.

Bi saya dengê xwe yê xweş û hunera xwe ya bilind, ew li çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelekî tê naskirin.

Hunermend ji zarokatiya xwe ve stran digot û ji ber jêhatîbûna xwe, bi navê "Zîrek" hat naskirin.

 Ji ber bûyerekê, ew derbasî Başûrê Kurdistanê bû, sala 1953yan çû Bexdayê û hunermend Elî Merdan nas kir. Cara yekem dengê wî li Radyoya Bexdayê hat tomarkirin.

Sala 1958an vegeriya Îranê û li radyoyên Tehran, Kirmaşan û Tebrîzê stran gotin. Heman salê, ew Midya Zendiyê nas dike û bi wê re dizewice û du zarokên wan çêdibin.

Zîrek di berhemên xwe de helbestên hin helbestvanên Kurd ên wekî Nalî, Wefayî, Pîremêrd, Hêmin, Seyîd Kamil Îmamî, Kurdî û Herdî, Tahir Begê Caf bi kar anîne.

Berhemên wî yên wekî, Newroz, Wek Qumrî, Ketanê, Hey Nar, Kirmaşan Şarî Şîrîn im, Eman Doktor û Esmer gelekî tên naskirin.

Şeş stran bi aranjmaneke nû

Sala 2023yan, şeş stranên Hesen Zîrek bi muzîkeke nû ya orkestrayê hatin amadekirin.

Dr. Ebdullah Cemal Segirmeyî muzîkeke asta bilind ji wan re çêkir û bi şêweyekî standart dengê Hesen Zîrek li ser wan hat danîn.

Ev berhem bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê hatin tomarkirin.

Dr. Ebdulah Cemal Segirmeyî derbarê van şeş berheman de berê ji Rûdawê re gotibû: "Zîrek beriya wefata xwe, komek stran bêyî muzîk tomar kiribûn.

Nêzîkî 60 sal e ev dengên tomarkirî bê xwedî mabûn. Ji ber vê yekê, jinûvevejandina wan karekî pir pêwîst bû."

Şeş stranên Hesen Zîrek ev in: Koêstanan, Bi Tewrat, Xanzade Xanim, Nûrî Rûxsart, Hewrî Lar û Karwane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst