Diljen Ronî ji albûma xwe ya nû strana yekem belav kir

29-04-2024
RÛDAW
Nîşan Diljen Ronî Kazacok Ji Bîr Neke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend ji Cizîrê Diljen Ronî ji albûma xwe ya nû ya bi navê “Ji Bîr Neke” strana yekem “Kazacok” belav kir.

Ev albûma Diljen Ronî piştî xebata bi 2 salan hatiye tomarkirin.

Albuma “Ji Bîr Neke” ji 6 berheman pêk tê.

Diljen Ronî 2 berhemên gelêrî û helbestên helbestvanên navdar ên kurd Sebrî Botanî, Arjen Arî û Firat Cewerî kirine stran.

Herwiha di albûmê de berhemek bi gotin û mûzîka Diljen Ronî jî heye.

Hunermend dê van stranan yek bi yek belav bike.

Yekemîn strana albumê ya bi navê "Kazacok" bi taybetî ji bo 1ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê hatiye amadekirin.

Gotinên Kazacokê ji sirûda karkerên Awisturyayê ye û mûzîka wê gelêrî ye.

Stran bi etîketa Kom Muzîkê li ser hemû platformên dîjîtal hat belavkirin.

Diljen Ronî kî ye?

Diljen Ronî sala 1981ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye.

Xwendina xwe li Cizîrê qedandiye.

Di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye.

Yekem car di 12 saliya xwe de bi dest jenîna tembûrê kiriye.

Piştî demekê malbata wî koçî Amedê kiriye û perwerdeya xwe ya dibistanê li wir domandiye.

Hin demên cuda li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) beşdarî dersên perwerdeyê yên muzîkê bûye.

Piştî ku dest bi xwendina tipê kiriye li wir xebatên xwe yên muzîkê zêdetir kirine.

Diljen Ronî heta niha çar albumên bi navê Çend Gotinên Evînê, Du Demsal, Çile û Xewna Derew derxistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst