Destpirtûka ‘Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan’ derket

30-10-2023
Nîşan Destpirtûk Rewşa Derûnî Trawma Karesat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Destpirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” ku ji aliyê 10 pisporan ve hatiye nivîsandin ji Weşanxaneya Berdanê derket.

Di destpirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” de pisporên tenduristiya derûnî xwestiye li ser çend xalên girîng rawestin ku mirov di wan rewşên karesat û bobelatan de hay ji bertek, nîşêt û rêyên xweparastinê hebin da ku hem bo xwe û hem bo derdora xwe bibin alîkar.

Pisporên tendirustiya derûnî ku di amadekariya vê destpirtûkê de cih girtiye dixwazin ev xebat bigihêje ber destên gelek kesan û gelek kes ji vê pirtûkê sûdê wergirin.

Ev destpirtûka ku hatiye amadekirin li ser van mijarên girîng radiweste:

- Bertekên derûnî yên piştî karesatan

- Agahdarkirina civakê derbarê karesatan de

- Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatan

- Stresa trawmatîk û bandora wê

- Şîna trawmatîk û pêvajoya şînê ya piştî erdhejê

- Rêbazên serederîkirina stres û rageşiyê

- Bertekên zarokan ên piştî erdhejê

- Vegotina erdhejê ji zarokan re

- Bertekên şînê bi zarokan re û hin pêşniyaz bo malbatan

- Bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî

- Ragihandina xebera nebaş û mirinê bo xebatkarên tenduristiyê

- Xweparastina xebatkarên tenduristiya derûnî piştî karesatan

- Ragihandina nûçeyên trawmayê û rewşa xebatkarên tendirustiya derûnî di çapemeniyê de

Pirtûk di bin banê Kovara Psychology Kurdî de bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen û Siyabend Aslan hatiye amadekirin û bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan hatiye çapkirin.

Kesên pispor ku di amadekariya vê destpirtûkê de cih digirin ev in:

- Psîkiyatrîst Azad Dildar

- Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysi Çeri

- Pispora Xizmeta Civakî Gulperi Gunduz

- Derûnnas Rozerîn Yildirim

- Psîkoterapîst û Trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad

- Derûnnas Siyabend Aslan

- Derûnnas Samed Dogan

- Pisporê Xizmeta Civakî Abdullatif Meşe

- Derûnnas Hasan Ozturk

- Derûnnas Hasan Elçioglu

Hûn dikarin ji vê lînkê destpirtûkê daxin û ji bo bigihe ber destê gelek kesan parve bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst