Ji bo Kobaniyê hişyarî: 'Eger derî neyên vekirin dê karesat çêbibe'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kobanî Karesat Şer Rojavayê Kurdistanê Ramî Ebdurehman Mistefa Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî rewşeke mirovî ya "karesatbar" bûye.

Welatiyek dibêje, "Ne elektrîk, ne xwarin û ne jî ava me heye û li dikan û bazaran tiştek nemaye ku were firotin."

Serokê Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hişyarî da ku bi hezaran welatiyên sivîl di bin metirsiyeke mezin de ne, ji ber ku ava vexwarinê û elektrîk bi temamî qut bûne.

Ev yek bûye sedem ku navendên tenduristiyê, sîstema avê û torên pêwendiyan ji kar bikevin.

Her wiha bajar bi temamî ji derdorê qut bûye û ti alîkariyeke mirovî nagihêje nav Kobaniyê.

"Ard nemaye"

Derbarê pêdiviyên sereke de, Serokê SOHRyê Ramî Ebdulrehman ji Rûdawê re got:

"Li bazarên Kobaniyê ard bi temamî nemaye û nan peyda nabe.

Her wiha xwarina sereke û şîrê zarokan gelekî kêm in."

Ebdulrehman amaje pê kir ku nebûna sotemeniyê bûye sedema rawestana amûrên veguhastinê û jeneratorên elektrîkyê, vê yekê jî êşên şêniyan, bi taybetî jin û zarokan gihandiye lûtkeyê.

"Heta doh êvarî şer berdewam bû"

Pisporê Aboriyê Mistefa Xelîl ku niha li Kobaniyê ye, li ser rewşa bajêr ji Rûdawê re got.

"Dorpêça li ser Kobaniyê berdewam dike û hatûçûna geştyarî û bazirganiyê rawestiyaye."

Xelîl derbarê rewşa ewlehiyê de jî wiha anê zimên, "Heta doh êvarî (Sêşem) bi berdewamî dengê çekan dihat bihîstin lê vê sibehê rewş hinekî aram e."

"Dê karesat çêbibe"

Mistefa Xelîl her wiha got, "Bazar bi temamî rawestiyaye û li marketan xwarin nemaye, eger bi lez hawara Kobaniyê neyên, dê karesat çêbibe."

Li aliyê din, Ramî Ebdulrehman bangî civaka navneteweyî û aliyên bexşer kir ku bi lez tevbigerin û zextê bikin da ku korîdoreke ewle were vekirin.

Wî xwest ku beriya rewş ber bi karesateke mirovî ya mezintir ve biçe, alîkariyên mirovî, ard, sotemenî û pêdiviyên pizîşkî bigihêjin bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst