Îsmaîl Kamîl: Mafê me jî heye em welat û dewleta xwe ava bikin

19-10-2025
RÛDAW
Îsmaîl Kamîl / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Îsmaîl Kamîl / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îsmaîl Kamîl Konferansa Kurdên Qefqasyayê Kurdistan Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamîl got, “Gelekî girîng e ku em ji Ewropayiyan û cîhanê re bibêjin ku mafê me jî heye em welat û dewleta xwe ava bikin.”

Îro li Tiflîsa paytexta Gurcistanê 2yemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê tê lidarxistin.

Konferans bi sernavê "Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewebûnê de" ye û ji 20 welatên cîhanê zêdetirî 100 kesî beşdarî konferansê dibin.

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamîl bû mêhvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser mijarê agahî da.

Îsmaîl Kamîl bal kişand ser hejmara Kurdên li Diyasporayê û got, "Li diyasporayê 4-5 milyon Kurd hene."

"Gelekî girîng e…”

Wî bal kişand ser girîngiya pêwendiyên dîplomatîk kir û diyar kir:

"Gelekî girîng e ku em ji Ewropayiyan û cîhanê re bibêjin ku mafê me jî heye em welat û dewleta xwe ava bikin."

Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî hêviya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê jî anî ziman û got, "Em hêvîdar in ku Rojavayê Kurdistanê jî serbixwe bibe."

Îsmaîl Kamîl banga yekîtiyê li Kurdan kir û anî ziman, "Divê em nakokiyên xwe dûr ji meseleya Kurdan bihêlin."

Wî destnîşan kir ku parçebûn û nakokiyên navxweyî her dem ji bo bipêşketina doza Kurdan bûne asteng û yekrêzî ji bo serkeftinê pêwîst e û got, “Kurdistanî roj bi roj li dora me kom dibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst