Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgirî da biryarnameya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer kir ku Kurdan wekî pêkhateyeke resen nas dike û ragihand, "Ev gaveke girîng a siyasî û yasayî ya rast e."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi rêya peyamekê ragihand, "Naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û parastina mafên wan, gaveke girîng a siyasî û yasayî ya rast e ji bo avakirina Sûriyeya nû û misogerkirina mafên hemûyan."
Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku ew biryar di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de werin misogerkirin da ku parastî bin.
"Em piştgiriya her hewldanê dikin"
Di beşeke din a peyamê de wiha hat gotin:
"Em piştgiriya her hewldanê dikin ji bo avakirina dewletekê li Sûriyeyê ku hemû pêkhateyan bêyî cudakarî û piştguhxistinê li xwe bigire û tê de mafên siyasî û çandî yên hemûyan misoger û parastî bin."
Nêçîrvan Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê jî ji bo hemû hevkariyekê di berjewendiya aştî û aramiya herêmê de ducare kir.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
"Ez piştgirê didim biryarnameya doh a Serokkomarê Sûriyeyê Birêz Ehmed Şer.
Naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û parastina mafên wan, gaveke girîng a siyasî û yasayî ya rast e ji bo avakirina Sûriyeya nû û misogerkirina mafên hemûyan.
Rêzgirtina li pirrengî û wekheviyê wekî çavkaniya hêzê, ne wekî sedema dabeşbûnê, bingeha aramî û aştiyê ye û bihevrejiyana niştimanî xurt dike.
Em di demekê de ku vê biryarnameyê bilind dinirxînin, tekez dikin ku bihayê temam ê van biryaran di wê yekê de ye ku bibin yasayên karkirî û di destûra paşerojê ya Sûriyeyê de werin misogerkirin da ku parastî û berdewam bin.
Em piştgiriya her hewldanê dikin ji bo avakirina dewletekê li Sûriyeyê ku hemû pêkhateyan bêyî cudakarî û piştguhxistinê li xwe bigire, tê de mafên siyasî û çandî yên hemûyan misoger û parastî bin û aştî û aramiya herêmê xurt bike.
Lewma em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku dûrî tundiyê, bi hev re kar bikin ji bo danîna mekanîzmayên zelal ji bo bicihanîna vê biryarnameyê û guhertina wê ji bo siyaset û kiryarên berbiçav.
Her wiha em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyên di berjewendiya aştî û aramiyê de amade ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse