Mehdî Eker: Komîsyon dê têgihiştineke hevpar çêbike

06-09-2025
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Hevpeyvîna bi Mehdî Eker re / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hevpeyvîna bi Mehdî Eker re / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mehdî Eker Pêvajoya Çareseriyê AK Partî DEM Partî Komîsyona Pêvajoyê
A+ A-

Wezîrê berê yê Çandinî û Xurekê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker ragihand ku Komîsyona Lihevkirina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê ya li parlamentoyê, ji bo afirandina têgihiştineke hevpar dixebite û dê encamên xebatên wê ji bo qanûnên nû bibin zemîneke girîng. Eker her wiha got, “Gava herî girîng danîna çekan e, ev yek sembolîk e û tê wateya ku êdî em ê bi diyalogê biaxivin.”

Di demekê de ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê gotûbêjên li ser pêvajoya çareseriyê û aştiyê germ bûne, Wezîrê berê yê Çandinî û Xurekê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker ji Rûdawê re axivî û bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê.

Eker li ser karê Komîsyona Lihevkirina Niştimanî ya li parlamentoyê got ku armanca sereke guhdarîkirin û fêmkirina aliyan e û wiha pê de çû:

“Endamên wê komîsyonê, ji sedî 90 zêdetirê gel temsîl dikin. Ew li wir li hev guhdarî dikin. Her wiha, ew li kesên ji derve jî – çi ji burokrasiyê, çi ji akademiyê, çi jî kesên ku di vî warî de xwedî fikir in – guhdarî dikin. Armanc ew e ku mirov fikrên xwe ji hev re bêje, li hev guhdarî bike û xwe bixe şûna yê hemberî xwe. Dema ku hemû alî li hev guhdarî bikin, dê fikreke hevpar derkeve. Feydeya wê ew e ku ev komîsyon dê partiyên xwe agahdar bike û ji bo qanûnên nû bibe zemîn. Ne ku ew bi serê xwe biryaran bistînin.”

Hevpeyvîna Mehdî Eker û Hêvîdar Zanayê wisa ye:

Rûdaw: Silav li we bin, temaşevanên hêja yên Rûdawê. Em bi hevpeyvîneke taybet li pêşberî we ne. Wezîrê berê yê Çandinî û Xurekê yê Tirkiyeyê, Rêzdar Mehdî Eker mêvanê min ê vê carê ye. Em dê behsa pêvajoya aştî û çareseriyê bikin; ka li Tirkiyeyê gihîştiye kîjan astê, hêvî û bendewariyên wan ji vê pêvajoyê çi ne û gavên ku li pêşiya me dê bên avêtin çi ne û divê çi bin. Em dê di vê çarçoveyê de biaxivin. Birêz Eker, hûn bixêr hatin, careke din ser çavan re hatin. Ez dixwazim hema yekser em ji gava dawî dest pê bikin; Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hat avakirin û endamên ji hemû partiyan tê de cih girtine. Hûn karê Komîsyonê heta vê kêliyê çawa dibînin?

Mehdî Eker: Di rêka xwede ye, tiştê ku li vir mebest jê ev e; ev kes, yanî nûnerên wan, endamên wê Komîsyonê, em bêjin, ji sedî 90î zêdetirê gel û neteweyê hemû temsîl dikin. Ew li wir li hev guhdarî dikin. Her wiha, ew li kesên ji derve jî – çi ji burokrasiyê, çi ji akademiyê, çi jî kesên ku em bêjin, di vî warî de xwedî fikir û bîr in – guhdarî dikin. Armanc jê ev e ku zanî mirov fikrên xwe ji hev re bêje, mirov li hev guhdarî bike, mirov karibe hev fêm bike û xwe bixe şûna yê hemberî xwe.

Dema ku hemû nûner û aliyên têkildar bi hev re li hev guhdarî bikin û hev fêm bikin, di wir de dê fikreke hevpar, mebesteke hevpar derkeve. Armanc jê ev e, ne ku em bêjin ew dê biryaran bistînin. Lê feydeya wî çi ye, kara wî çi ye? Kara wî ev e ku vana ji sedî 90î û zêdetirê Parlamentoya Tirkiyeyê temsîl dikin. Di gavên din de, wexta ku biryar werin standin, ew dê partiyên xwe agahdar bikin. Ew dê ji wan re bêjin ka çi dan û standin çêbûne, çi têgihiştin çêbûye. Bi vî awayî, ew dê bibe kar û feyde ji bo qanûnên nû yên ku dê derkevin. Di wir de ew dê xwe bide nîşandan. Ne ku îro evana rûnên û wê bi serê xwe biryaran bistînin. Ev Komîsyon ne ji bo wê ye. Ev Komîsyon ji bo wê yekê ye ku bi dûrahî û bi kûrahî li ser vê mijarê bifikirin, pirsan bipirsin, bersivan bistînin û di dawiyê de têgihiştineke hevpar çêbibe.

Rûdaw: Lê ti nexşerêyek nehatiye danîn? Gelo, mesele, dê kengî dawî li pêvajoya çekdanîna PKKyê bê û PKK dê kengî çekan bi temamî deyne?

Mehdî Eker: Ev ne pêvajoyeke wisa ye ku em bêjin dê sibe biqede. Li vir gava muhîm û girîng ew e ku çek bên danîn. Çekdanîn sembolîk e. Wateya çekdanînê ev e: ‘Ez êdî sîleh û çekan li hemberî te bi kar nayînim. Niyeta min ne ew e ku ez te bikujim.’ Baş e, niyeta min çi ye? Niyeta min ew e ku em li hev guhdarî bikin û bêjin ka em çi dixwazin; tu çi dixwazî, ez çi dixwazim. Nayê gotin ku tiştên ku tu dixwazî tev rast in û nayê gotin ku tiştên ku ez dibêjim jî hemû rast in. Em dê li vir dest bi muzakereyê bikin. Yanî, aliyê hember çi dixwaze, dewlet li aliyekî û ew jî li aliyekî, wê rûnên.

Di nav wan de parlamenter hene. Tiştekî baş ê vê pêvajoyê ev e ku ew di destê parlamentoyê de ye û bi destê parlamenteran ev pêvajo dê bi pêş ve here. Dema ku pêş de here, hem têkiliya parlamenteran bi gel re heye, ew hem fikran ji wan distînin û hem jî fikrên xwe didin wan. Hem agahiyan ji wan distînin, hem agahiyan didin wan. Yek jê ev e. Ya din, evana tev tiştekî temsîl dikin. Her yek ji wan xwedî partiyek e.

Di encamê de, biryar dê werin stendin ka dê çi gav bên avêtin; ji aliyê demokrasiyê ve, ji aliyê heq û hiqûqê ve, ji aliyê perwerdeyê ve û ji aliyê warên din ên civakî ve çi pirs hene. Ger mirov bi ziravî bike û berî ku alî bi têra xwe hev fêm bikin biryaran bide, dibe ku ew biryar mirov sibe têxin rêyeke din û ev pêvajo felc bibe. Em vê naxwazin. Em dixwazin ku bi sebir û bi hişyarî, bi biryardarî û bi zanabûn pêş de herin û ev jî bi demê re çêdibe. Yanî, ne hewce ye ku mirov pir lez bike.

Rûdaw: Niha her du alî piçekî niyeta hev fêm dikin, ne wisa ye?

Mehdî Eker: Du tiştên hêsan û zelal hene. Yek, çek nînin, yanî kuştin, lêdan û pevçûn nînin. Ev yek ewlehiyê dide mirov. Ya din jî, pirsên me çi ne? Divê em van pirsên xwe rû bi rû, bi zêdekirina têkiliyên xwe û bi baş fêmkirina hev, van pirsan bi rêyeke demokratîk çareser bikin.

Rûdaw: Wê demê Birêz Eker, wan kesên ku wek nîşandana niyetpakiyê çekên xwe şewitandin, wisa xuya ye ku vegera wan a ji bo Tirkiyeyê hîn dûr e.

Mehdî Eker: Mesele ne sê keleşkof in. Ev mesele zêdeyî çil salî ye. Di vê demê de çek, bombe, teqîn û gelek tiştên din çêbûne û rêxistineke mezin jî ava bûye. Kesên pispor ên dewletê li ser van mijaran dixebitin.

Rûdaw: Yanî ew pêvajo niha dimeşe?

Mehdî Eker: Belê, bi rastî, lê ne bi awayekî eşkere. Ji ber ku usûlên wisa nînin û ne rêyeke durist be jî. Ji ber ku yên dizanin û yên nizanin dibe ku her kes tiştekî bêje û pêvajo têk biçe. Armanc ew e ku bi aramî û bi hêsanî û heke îradeya mirov hebe, em dê bigihîjin encameke baş, înşalah.

Rûdaw: Kurd dibêjin em hemû pê re ne. Piraniya Kurdan dibêjin, ‘em piştgiriyê didin ku PKK êdî çekan deyne û şer nemîne’ ji ber ku di wê baweriyê de ne ku êdî bi şer ev doz nagihîje ti deverê. Na, nameşe. Lê dibêjin, ‘Gelo piştî vê em dê wekî Kurd çi bi dest bixin? Wê di destûrê de pênaseya me wekî Kurd hebe yan na?’

Mehdî Eker: Ev behs hemû jî di rojên pêşiya me de di rojevê de ne. Gav bi gav, dê ev mijar werin nîqaşkirin; hewceyî bi çi heye, çi nîne. Yanî ez jî nizanim, îro ti kes nizane. Ti kesê ku bikaribe bersiva vê pirsê bide, îro tune ye. Mirov nikare bêje. Dema ku pêvajo gav bi gav bipêş de here, em dê bibînin. Di destpêkê de, bi şewitandina sê keleşkofan tenê çek nehatine danîn, neqediyaye. Lê niyet baş e, armanc baş e. Ev pêvajo di rêça xwe de, bi başî dimeşe. Ji ber ku heke îrade û niyet baş be, em jê bi hêvî ne. Lê heke mirov di van tiştan de pir lez bike, mirov hinekî ecûl be, dibe ku tişt li hev bikevin berî ku tu ji wê yekê re amade bî.

Rûdaw: Tirkiye ji bo guhertineke destûrî amade ye?

Mehdî Eker: Ji bo guhertina destûrê divê lihevkirineke berfireh hebe, bi raya gel be. Eger bi rêya giştî nebe, ev tişt nabe. Ji ber wê, pêwîst e ku di parlamentoyê de, di Komîsyonê de, fikreke wisa çêbibe. Gotin ji sisiyan du (2/3) be, dê biryar bê standin. Piştre ew dê werin ji partiyên xwe re bêjin. Ev mijar dê di partiyên wan de bê nîqaşkirin, paşê dê were parlamentoyê.

Di parlamentoyê de ev dê teşe bigire û bibe biryar. Eger ji sedî nodê parlamentoyê qebûl bike, wê demê di hundirê parlamentoyê de ev çêdibe. Yanî, nahêlin ku bigihîje hilbijartinê yan biçe ser sindoqê. Dibe ku hewce neke û di hundirê parlamentoyê de ew biryar bê stendin.

Rûdaw: AK Partiyê Komîsyoneke ji yazdeh kesan amade kiribû – ez ne şaş bim – ji bo destûrê?

Mehdî Eker: AK Partiyê, wê çaxê, hinekî xebat kiribû ji bo destûrê lê ew neçû serî. Partiya me ji serî de dibêje ku ev destûra sala 1982yan divê bê guhertin. Bi vê destûrê naçe. Lê belê, tiştê ku em dibêjin û tiştê ku partiyên din dibêjin, evana ji hev cuda ne.

Pêwîst e ku em bi şiklekî bigihîjin hev. Heke bi piraniyêê çênebe, ew dê têk biçe, naçe serî. Ji ber wê, ew lihevkirin (mutabeqet) pir girîng e. Eger lihevhatî bin, yanî hemû aliyên li parlamentoyê li ser lihevhatî bin, wê demê tiştekî bingehîn dê bê nivîsandin. Îro ev tişt hinekî teferuat in. Di rojên pêş de ev dê bên guhertin. Hinek teklîf çêbûn lê îro tiştên konkret hîn derneketine holê.

Rûdaw: Ez dixwazim pirseke min jî derbarê ziman de be, zimanê Kurdî. Ji ber ku di rapirsiyan de jî piraniya Kurdan gotine ku yek ji gavên girîng ên ku ew li hêviyê ne ew e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Mehdî Eker: Zimanê Kurdî di perwerdeyê de wekî derseke bijarte heye. Li zanîngehan jî, perwerde serbest e, beşên Kurdolojiyê hene. Di asta lîsansê de jî ev heye. Berê ev tişt ne mumkin bûn. Îro em dibêjin ev hene. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê hin karên bingehîn lazim in. Pêdivî bi pratîkê heye. Mesele, mamoste hene? Çend mamoste hene ku bikarin bi vî zimanî perwerdeyê bikin?

Ev karên teknîkî ne. Ev li gorî pêdiviyan çêdibin. Yanî, roj bi roj. Mesele, di hilbijartina dersan de, ji sî-çil hezar kesan, tenê çend hezar kes zimanê Kurdî hildibijêrin. Ev hejmar pir hindik e. Yanî, tu astengî li pêşiya kesê ku bixwaze zarokê xwe bi zimanê Kurdî, zimanê dayîkê fêr bike nîne.

Rûdaw: Ji bo fêrbûnê ti astengî tune ne lê dema bibe zimanê perwerdeyê, êdî ew mijareke din e. Ji ber ku xelk dibêje, ‘Mesele, zarokê ku bi Kurdî bixwîne, dê paşê bibe çi? Wê çawa bê tayînkirin?’ Evana hemû... Wek prensîb, di nav AK Partiyê de li hember vê yekê mixalefet heye?

Mehdî Eker: Di nav AK Partiyê de jî kesên wisa hene ku li ser vê behsê difikirin. Di rojeva wan de, di zihnê wan de, ev pirs hene. Di demên pêş de, ev dê bên axaftin û nîqaşkirin û di encamê de biryar dê were stendin.

Rûdaw: Me behsa Kurdî kir, mamosteyekî olî, xelkê Colemêrgê (Hekarî), ji ber ku roja înê xutbe bi Kurdî xwendibû hatibû girtin. Zû de hatibû girtin lê duh-pêr derxistin û xistin hepsa malê. Ew feqîr êdî gelekî bêtaqet û pîr bûye.

Mehdî Eker: Bi rastî, di warê hiqûqî de, wekî ku ez dizanim, astengî tune ye ku xutbe bi Kurdî neyê dayîn. Nizanim çima tiştên wisa rû didin. Carna hinek kes hene ku em bêjin, bi serê xwe tiştan dikin. Di cihekî de, yekî ku xwedî selahiyet e, bêyî hiqûq û qanûnê gavekê davêje û tiştekî dike. Ew jî tiştekî şaş e û paşê jê vedigere. Wekî ku ez dizanim, ti astengî tune ye. Di eslê xwe de xutbe bi zimanê Erebî ye; tu ayetan dixwînî, hedîsan dixwînî, selewatan didî. Ev bi Erebî ye, ne bi Tirkî ye.

Rûdaw: Lê Diyanet di malpera xwe de bi heft zimanan her hefte xutbeyê diweşîne. Hûn dikarin bi heft zimanan bidin; Spanî tê de ye, Îtalî tê de ye, gelek zimanên biyanî tê de ne lê Kurdî tê de nîne.

Mehdî Eker: Ez bi vê agahiyê nizanim. Divê ez bipirsim. Wekî ku ez dizanim, astengî li ser xwendina xutbeya bi Kurdî tune ye. Berê jî hebû. Em bêjin pênc sal, deh sal, panzdeh sal berê jî, yên ku dixwestin weiz û xutbeyan bidin, her tim roja înê berî xutbeyê weiz û nesîhet dikirin.

Rûdaw: Mebesta min ew e ku di malpera Rêvebiriya Diyanetê de nîne. Mesele, ew dibêje hûn dikarin bi wan zimanan bidin lê nabêje bi Kurdî.

Mehdî Eker: Ez dê li ser wê mijarê binêrim, ez dê bipirsim. Erê, wekî ku ez dizanim...

Rûdaw: Astengî nîne, melayê ku bixwaze dikare bi Kurdî jî xutbeyê bide.

Mehdî Eker: Xutbeyê dixwînî, cemaeta te jî hemû Kurd in û Tirkî nizanin, yan jî bi zimanekî din... îcar divê tu çi bikî? Berê, em bêjin çil sal berê, rast e, di dewra ku leşker hatibû, ev tişt dihatin astengkirin. Di dema îdareya AK Partiyê de gelek astengî hatin rakirin. Berê mirov di zindanan de bi zarokên xwe re jî nikarîbû bi Kurdî biaxiviya. Me ew rakir.

Rûdaw: Ez nerazîbûna xelkê li hemberî wê yekê dibêjim. Rast e, dibe ku di pratîkê de bi Kurdî xutbe bê dayîn lê çima Diyanet zimanê Kurdî naxe nav wan zimanên din? Mebest ev e.

Mehdî Eker: Nizanim, ez dê li wê jî binêrim. Ez dê teqez li ser wê bisekinim.

Rûdaw: Belê, mesela girtiyên siyasî. Kesekî wekî Demîrtaş... Beriya çend rojan Birêz Bulent Arinç jî di gotareke xwe de behs kir û got, ‘Divê kesekî wekî Demîrtaş êdî ne di zindanê de be.’ Kengî wê ew kesên ku fikrên xwe gotine bên berdan?

Mehdî Eker: Ew di destê darazê de, di pêvajoya edlî de ye û li gorî wê pêvajoyê muameleya wî tê kirin. Ne tenê ew, gelek mirovên wekî wî hene ku di hepsê de ne; yan mehkûm in, yan girtî ne. Ev ne karê min e, ne şixulê min e.

Rûdaw: Lê wekî niyeteke baş, gelo berdana girtiyên siyasî nakeve nav vê pêvajoyê?

Mehdî Eker: Li ser şertên demokrasiyê, heke di hiqûqê de astengiyek hebe, siyaset wê astengiyê ji holê radike. Siyaset ev e. Lê siyaset nakeve şûna hiqûqê û biryaran nade. Ew ne demokrasî ye.

Rûdaw: Gelekî spas, Birêz Mehdî Eker, wezîrê berê yê Tirkiyeyê, mêvanê me bû. Temaşevanên hêja, heta hevpeyvîneke din her şad bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst