Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Bêyî ku dereng bikeve, navê wê çi dibe bila bibe, divê yasayên ku tên payîn bên derxistin."
Temellî her wiha daxwaza berdana hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê kir û got ku aktorê sereke yê pêvajoyê jî Abdullah Ocalan e.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê pêşhatên dawî de civîneke çapemeniyê li dar xist.
Temellî bal kişand ser vebûna parlamentoya ya 1ê Çiriya Pêşîn û got:
"Me bi hev re pêşhatên pir girîng ên di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de dîtin.
Destê ku Birêz Devlet Bahçelî di 1ê Çiriya Pêşîn a sala borî de dirêj kir, me hemûyan vexwend zemîneke ku parlamento di heyama pêş de çawa bixebite."
"Divê pakêteke dadweriyê were parlamentoyê"
Sezaî Temellî diyar kir ku divê Komîsyona ku ji bo pêvajoyê hatiye avakirin, vê serdema parlamentoyê baş binirxîne da ku guhertinên yasayî yên pêwîst bên kirin û wiha got:
“Bêyî ku dereng bikeve, navê wê çi dibe bila bibe, divê yasayên ku tên payîn bên derxistin.
Ev guhertinên ku divê di Qanûna Cezayê ya Tirk (TCK), Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) û Qanûna Înfazê li xwe digirin.
Belê, bêdaletiyeke pir cidî heye. Pirsgirêka girtîgehan gihiştiye asteke pir cidî. Girtiyên siyasî hîn di girtîgehan de ne.
Girtiyên nexweş hîn di girtîgehan de ne. Yek ji sedemên herî bingehîn ên vê yekê qanûna înfazê ya di meriyetê de ye.
Niha bendewariya me ew e ku pakêteke dadweriyê ya ku dê vê bêdaletiyê ji holê rake, bi lez were parlamentoyê.
Di vê mijarê de êdî cih ji derengmayînê re nîne. Bendewariya civakê gihiştiye asteke pir cidî."
"Divê Demîrtaş û Yuksekdag bên berdan"
Sezaî Temellî derbarê sala nû ya yasayî de daxwazên xwe yên sereke wiha rêz kirin:
“Di vê sala yasayî de, divê guhertinên hiqûqî bên kirin, garantiya yasayî ya kesên ku çekan datînin û mafên wan ên siyasî bên misogerkirin û mexdûriyetên ku di dema pevçûnan de çêbûne ji holê bên rakirin.
Daxwaza me ya sereke ew e ku bi guhertinên di Qanûna Înfazê de dawî li girtina siyasî bê anîn û hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di serî de, hemû girtiyên siyasî bi lez bigihîjin azadiya xwe.
Helbet, di navenda van hemûyan de muxatabê herî girîng bêguman Îmralî ye.
Divê neyê jibîrkirin ku Birêz Ocalan aktorê sereke û muzakerevanê sereke ye û divê bi vê zanabûnê were tevgerîn ku rola wî di berdewamiya pêvajoyê de çi qasî girîng e."
"Bi polîtîkayên ewlehiyê em nikarin bi pêş ve biçin"
Serokwekîlê Koma DEM Partyê rexne li Komîsyonê girt ku hîn bi Îmraliyê re hevdîtin nekiriye û wiha domand:
“Me bi israr ji Komîsyonê re got ku hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo vê pêvajoyê diyarker û herî krîtîk e.
Divê hûn vê yekê pêk bînin lê ji ber çi sedemê be, Komîsyonê hîn ev yek nexistiye rojeva xwe.
Divê em ji vê nerevin. Ev gava herî xurt e ku dikare ji bo çareserkirina pirsgirêkan bê avêtin.
Divê em ji zihniyeta ku xwe spartiye polîtîkayên ewlehiyê û parlamento xistiye bin kontrola xwe, xilas bibin.
Bi polîtîkayên ewlehiyê em nikarin bi pêş ve biçin. Divê zemîna muzakereyê bi muzakerevanê sereke re demildest were afirandin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse