Parlamenterê Partiya Keskan a Almanyayê Max Lucks, derbarê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê û helwesta Berlînê de ji Rûdawê re axivî.
Lucks rexne li bêdengiya Hikûmeta Federal a Almanyayê girt û diyar kir ku Berlîn di bin bandora pêşbîniyên şaş de ye.
Max Lucks destnîşan kir ku li herêmên di bin kontrola Ehmed Şer (Colanî) de nearamî çêdibe û got:
"Pêwîst e Hikûmeta Federal vê rastiyê bibîne û li şûna piştguhxistinê, li dijî Colanî siza werin sepandin."
Lucks her wiha teqez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) stûneke îstîkrarê ye û divê di pêvajoya veguhastina siyasî ya Sûriyeyê de bi awayekî çalak cih bigire.
Parlamenterê Alman amaje bi wê yekê kir ku ew li gel Kurdan in û got:
“Helbet, ez berdewam li gel hevkarên fraksiyona xwe û yên fraksiyonên din di pêwendiyê de me. Frakisiyona min bi taybetî xwe ji bo wê amade dike ka çawa em dikarin di Parlamentoya Almanyayê de di hefteya civînan a bê de fişarê zêde bikin. Ez geşbîn im ku em dê parlamenterên partiyên SPD û CDUyê jî bibînin ên ku tevdigerin. Bi baweriya min ya girîng e ku em wekî Almanya nîşan bidin ku em mirovên li Helebê û mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kurdî bi tenê nahêlin, em li gel wan in.”
Rûdaw: Spas ji bo vê dan û standinê. Birêz Max, ev çend roj in tu jî dibînî ku çawa leşkerên Sûriyeyê êrişî taxên ku hejmareke zêde ya Kurdan lê dijîn dikin. Partiya we çi dibêj? Tu derbarê vê yekê de çi dibêjî? Çima Hikûmeta Federal heta niha ti helwestek diyar nekiriye?
Max Lucks: Hikûmeta Federal heta niha ti daxuyanî nedane, ji ber ku ew di bin bandora pêşbîniyên şaş deye; ew pêşbîniya şaş ku Colanî û hêzên wî dê seqamgîriyê peyda bikin. Niha, di van demjimêran de ya ku em dibînin, berevajî wê ye û hêzên Kurdî yên HSDyê li ser seqamgîriyê zal in. Cihê Colanî û hêzên wî li wir bin, nearamî li Sûriyeyê çêdibe. Loma jî gelekî pêdivî ye ku Hikûmeta Federal vê rastiyê bibîne, li şûna ku berdewam piştguh bike.
Rûdaw: Partiya Keskan di parlamentoyê de niha mixalefet e. Hûn dixwazin çi bikin, hûn dê daxuyaniyekê derbarê vê yekê de bidin?
Max Lucks: Dawîn car me wekî frakisiyon, bi serperştiya min, di Çiriya Pêşîn a 2025an de pirsiyareke biçûk derbarê kêmneteweyên etnîkî û olî û bi taybetî jî derbarê rola Kurdan a li Sûriyeyê arasteyî Hikûmeta Federal kir. Me ducare di bersiva Hikûmeta Federal de dît ku ji bo Hikûmeta Federal zanyariyên rast û rewşa li Sûriyeyê girîng nînin, Hikûmeta Federal înkara wê dike. Hikûmeta Federal carinan înkara wê tundûtîjiyê dike ya ku hêzên Colanî li dijî kêmneteweyên etnîkî û olî encam didin. Loma frakisiyona min berdewam bi tundî ji bo wê yekê dixebite da ku siyaseta Sûriyeyê bê guhertin. Bo nimûne, em ji bo kêmneteweyên etnîkî û olî daxwaza çêkirina erkeke serbixwe li Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dikin. Hikûmeta Federal dixwaze wê pirsiyarê berdewam bixe di çarçoveya erkê kevin ê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de. Pêwîst e Hikûmeta Almanyayê bersiveke serbixwe ji bo wê yekê çêbike.
Rûdaw: Mirov nikare tenê bîner be, gelek mirov direvin. Almanyayê çi berpirsiyariya wê heye? Partiya we dikare çi bi taybetî bike?
Max Lucks: Almanyayê berpirsiyariyeke mezin heye. Partiya min dikare zextê zêde bike û dê wê bike jî, da ku Hikûmeta Federal siyaseta xwe ya derve ya li hemberî Sûriyeyê biguhere û guhertina siyaseta karên derve ya li beramberî Sûriyeyê tê wateya çêkirina fişarê li ser Colanî û birêkxistina cezayan li dijî wî, bo nimûne ji ber tawanên ku me li Helebê dîtine.
Rûdaw: Ji bo dabînkirina parastina mirovan, korîdorên mirovî têr dikin?
Max Lucks: Korîdorên mirovî helbet girîng in lê helbet ew têr nakin. Ya ku parastina hevwelatiyan li Sûriyeyê misoger dike, beşdarkirina bihêz a Kurdên Sûriyeyê û HSDyê ye di pêvajoya siyasî ya veguhêz de. Yê ku dixwaze rewşa mirovî li Sûriyeyê baş bike, divê ew ji bo tevlîkirina siyasî ya HSDyê di pêvajoya veguhêz de bixebite da ku ew bi cidî bên wergirtin û bibin beşek ji Sûriyeyeke nû. Û ne redkirina rewşa wan e lê Hikûmeta Federal vê yekê dike. Ev yek metirsîdar e, helbet ji rûyê mirovî ve jî. Em dizanin ku HSD stûneke seqamgîriyê ye ji bo wê deverê û mirovên wê.
Rûdaw: Max, te daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya ji bo Rûdawê dît. Ew bes e? Tu jî di parlamentoyê de di wê komîteyê de yî. Erê, tu demildest dikarî çi bikî?
Max Lucks: Daxuyaniya Wezareta Karên Derve dîsa taybet e. Di rewşeke weha de tenê bibêjin ku em bi dilgiranî temaşe dikin û em tevnagerin, ev yek metirsîdar e. Ya ku pêwîst e Hikûmeta Almanyayê bike û ya ku em wekî Partiya Keskan di Parlamentoya Almanyayê de ji bo wê şer dikin ew e ku li Brukselê jî bi hev re û bi biryar zext li Colanî were kirin û bi helwest û tevgerên hevgirtî. Li vir bi hûrgiliyan dest pê dike, Hikûmeta Federal daxuyaniyeke zelal derbarê rûdanên Helebê nade û ew daxuyaniyeke zelal derbarê metirsiya berdewam a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kurdî nade. Ew îhmal dike, ew tevnagere, ew dudiliyê dike. Ev metirsiyeke cidî ye. Me di siyaseta karên derve ya beramberî Sûriyeyê de pêdivî bi stratejiyeke şiyanên karkirinê yên rasteqîn hene.
Rûdaw: Kurdên li diyasporayê dikarin çi bikin? Çawa em dikarin Hikûmeta Federal teşwîq bikin yan jî zextê li ser wê zêde bikin, da ku boçûnek hebe?
Max Lucks: Bi baweriya min, çêkirina zextê girîng e. Çêkirina zextê bi taybetî jî li ser parlamenterên fraksiyona koalîsyona hikûmetê, wate yên SPD, CDU û CSUyê. Pêwîst e ew têbigihin ku divê guhertinek di siyaseta wan a beramberî Sûriyeyê de hebe. Siyaseta piştguhxistinê, siyaseta temaşekirinê, siyaseta boçûnan û ya “Em dê baweriyê bi Colanî bînin û dê her tişt bi rê ve biçe” divê bi dawî bibe.
Rûdaw: Tu dê îro pêwendiyê bi hevkarên xwe re deynî û ji bo wê alîkar bî ku em ne tenê temaşevan bin?
Max Lucks: Helbet, ez berdewam li gel hevkarên fraksiyona xwe û yên fraksiyonên din di pêwendiyê de me. Frakisiyona min bi taybetî xwe ji bo wê amade dike ka çawa em dikarin di Parlamentoya Almanyayê de di hefteya civînan a bê de fişarê zêde bikin. Ez geşbîn im ku em dê parlamenterên partiyên SPD û CDUyê jî bibînin ên ku tevdigerin. Bi baweriya min ya girîng e ku em wekî Almanya nîşan bidin ku em mirovên li Helebê û mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kurdî bi tenê nahêlin, em li gel wan in.
Rûdaw: Birêz Max, gelekî spas ku tu li gel me bûyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse