Sezaî Temellî: Çarenivîsa danîna çekan bi karên parlamentoyê ve girêdayî ye

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sezaî Temellî DEM Partî Pêvajoya Çareseriyê Danîna Çekan
A+ A-

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Sezaî Temellî hûrgiliyên qonaxa nû ya pêvajoya çareseriyê û rola parlamento û aliyên siyasî eşkere kir û tekez kir ku pêvajo niha di destê komîsyona parlamentoyê de ye û gavên PKKyê yên ji bo danîna çekan, bi derxistina yasayên pêwîst û dayîna garantiya yasayî ji aliyê parlamentoyê ve girêdayî ye.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Sezaî Temellî di hevpeyvînekê de pirsên Niwêner Fatih ên li ser pêvajoya çareseriyê bersivandin.

Komîsyona parlamentoyê: Navenda nû ya pêvajoya çareseriyê

Temellî ragihand ku pêvajo niha ketiye çarçoveya komîsyoneke 51 endamî ya parlamentoyê ku ji bilî ÎYÎ Partiyê hemû fraksiyonên din tê de beşdar in.

Ev komîsyon dê heta dawiya sala 2025an bi awayekî çalak bixebite û îhtimala dirêjkirina dema wê heta sala 2026an jî heye.

Erka sereke ya komîsyonê amadekirina reşnivîsên wan yasayan e ku ji bo misogerkirina aştiyeke mayînde pêwîst in.

Danîna çekan a PKKyê; bi gavên parlamentoyê ve girêdayî ye

Temellî derbarê danîna çekan a PKKyê got:

“Dibe ku heta dawiya îsal temam bibe û dibe ku temam jî nebe, ev yek bi şiyana komîsyonê ve girêdayî ye.”

Temellî her wiha amaje pê kir ku PKKyê roja 11ê Tîrmehê bi şewitandina çekan gaveke girîng avêtiye û “Niha top di sehaya komîsyonê de ye”.

Li gorî wî, eger parlamento garantiya yasayî û siyasî ya pêwîst ji bo kesên ku çekan datînin dabîn bike, wê demê PKK jî dê bersiveke erênî bide.

Rola Abdullah Ocalan

Temellî çend caran tekezî li ser rola girîng a Abdullah Ocalan di pêvajoyê de kir û ragihand, “Cihê rast bêguman rola birêz Ocalan a di nava pêvajoyê de ye.”

Temellî da zanîn ku Ocalan bi xwe cara yekem xwest ku parlamento bibe zemîna dan û standinan û divê hevdîtinên li gel wî û beşdariya wî ya di pêvajoyê de beşeke sereke be.

DEM Partî: Mifteya hevsengiyê di komîsyonê de

Li ser dilgiraniyên derbarê zêdebûna hejmara endamên AK Partî û MHPyê di komîsyonê de Temellî eşkere kir ku ji bo biryaran pêwîstî bi rêjeya sê ji pêncan a dengan (ji sedî 60) heye û ev yek “DEM Partiyê dike yekalîker.”

Temellî tekez kir ku ew daxwaza lihevkirina hemû aliyan dikin lê eger nakokî derkevin dê pêşîniya wan “çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan” be.

Çarenivîsa Demîrtaş û girtiyên siyasî

Temellî neberdana Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran girtiyên din ên siyasî wekî “biryareke siyasî” bi nav kir û got:

“Birêz Demîrtaş niha ne girtî, dîl e.”

Temellî xwest ku komîsyon bilez li ser van dosyayan bixebite da ku dawî li van “zilm û kiryarên neyasayî” were.

Pirsa YPGyê û rewşa Sûriyeyê

Temellî li ser danîna çekan a YPGyê ew yek wekî “danîna erebeyê li pêşiya hespê” dît û ragihand ku di rewşa niha ya Sûriyeyê de, pêşînî demokratîkbûna Sûriyeyê ye ku “HSD ji bo wê dixebite” û divê Tirkiye piştgiriyê bide vê pêvajoyê, ne ku daxwaza danîna çekan bike.

Fêrbûna ji ezmûna “Dolmabahçeyê”

Temellî piştrast kir ku wan ji têkçûna pêvajoya çareseriyê ya berê ders wergirtiye û anî ziman:

“Di heman avê de du caran serî nayê şûştin.”

Wî amaje pê kir ku îro ji sedî 70ê civaka Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê û ev derfeteke girîng e.

Di dawiyê de, Sezaî Temellî hêvî û geşbîniya xwe anî ziman û ragihand ku ji bilî aştiyê ti rêyên din nînin û rizgariya her kesî bi gihîştina aştiyeke mayînde ve girêdayî ye.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Serokwekîlê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Sezaî Temellî re:

Rûdaw: Pêvajoya çareseriyê niha gihiştiye kû derê?

Sezaî Temellî: Pêvajo niha di çarçoveya komîsyonekê de ye, wekî hûn dizanin komîsyonek li parlamentoyê hatiye avakirin û 48 endamên wê hene, ji bilî ÎYÎ Partiyê, hemû fraksiyonên din beşdar bûn û civîna xwe ya yekem li dar xist û çend biryar hatin dayîn. Niha em di qonaxa komîsyonê de ne.

Rûdaw: Ev pêvajo dê çiqasî wext bigire birêz Temellî?

Sezaî Temellî: Karên komîsyonê dê heta (1ê Cotmeha îsal) bi awayekî çڕ berdewam bikin, em dê heta dawiya 2025an bixebitin, di heman demê de rojeveke me ya diyarkirî heye heta ku em bigihîjin hinek mijarên ku pêwîstiya me bi hinek yasayan hebe û divê bi lez bên derxistin. Her wiha pêwîstiya me dê bi hinek sererastkirinên din jî hebe, li gorî pêwîstiyê jî em dikarin heta Kanûna îsal an jî eger pêwîst bike heta 2026an berdewam bikin, heta niha li ser tiştekî biryara dawî nehatiye dayîn, lê li gorî tiştê ku hatiye diyarkirin dê heta dawiya îsal berdewam bike.

Rûdaw: Van rojan hinek gotegot li ser danîna çekan a PKKyê hene, gelo danîna çekan a PKKyê dê kengî bi dawî bibe, dê heta dawiya îsal bi dawî bibe?

Sezaî Temellî: Dibe ku bi dawî bibe û dibe ku bi dawî nebe, ev yek bi şiyan û xebata van komîsyonan ve girêdayî ye, eger ew yasayên pêwîst bên bicihanîn û komîsyon bikaribe bi awayekî bibandor karên xwe bike, bêguman dê bi dawî bibe û eger na dê bi paş bikeve. Divê rêyên yasayî ji bo kesên ku çekan datînin û ji bo rewşa ku ji ber şerê çend dehsalan derketiye holê bi her awayî bên diyarkirin. Roja 11ê Tîrmehê gerîlayan çekên xwe şewitandin, ev gaveke gelekî girîng bû, paşê komîsyon hat avakirin, niha top di seha komîsyonê de ye, divê gelekî baş were nirxandin, divê gelekî baş li ser were xebitandin. Eger armanc ew be ku aştiyeke mayînde pêk were û dawî li çekan bê, divê parlamento roleke gelekî girîng bigire ser xwe, komîsyon jî divê yasayên nû amade bike, her wiha divê hinek yasa bên sererastkirin. Ev mijar ji bo nirxandina wan kesên ku bûne qurbanî û yên ku di vê çarçoveyê de hatine darizandin e.

Rûdaw: Te behs kir ku hemû kar niha li cem komîsyonê ye, ew komîsyona ku niha li parlamentoyê ye û divê kar bike û hemû partî tê de ne, lê gelo ev komîsyon nexşerêyeke wê ya zelal heye ku dê gavên wê çi bin, an ev yek dê bimîne ji bo rojên pêş ku bicivin û biryar bidin ka çi bikin?

Sezaî Temellî: Komîsyon bêguman dê bi şêwirmendiyê kar bike, dê ne girtî be ku her tiştî bi serê xwe bike, lê dê bi şêwirê bixebite. Beriya her tiştî misogerkirina lihevkirin û hevrêziya civakî girîng e, ji ber vê yekê yek ji erkên wê ew e ku bigihîje hemû çîn û beşên civakê, nêrîn û pêşniyarên wan werbigire û vê yekê veguhezîne pêvajoya parlamentoyê. Bêguman ev berpirsiyariyeke yasadanînê ye ku derxistina yasayên pêwendîdar bi vê mijarê ye, lê ev qada siyasî, qada civakî û gelek qadên din li xwe digire. Di qada siyasî de, bêguman hevdîtinên bi birêz Ocalan re, beşdariya wî di pêvajoyê de, şert û mercên kar û jiyana wî, diyarkereke girîng e. Li aliyê din, dema em bifikirin ku PKK di vê mijarê de aliyek e, diyalog û şêwira bi wan re girîng e, aliyê dewletê, aliyê burokrasiyê heye, platformên navneteweyî hene, ango toreke gelekî aloz a pêwendiyan heye, lê divê ev hemû bi awayekî birêkûpêk û saxlem bên birêvebirin û tiştê ku dikeve ser milê desthilat, opozîsyon û me hemûyan, beşdarî û berdewamiya vê pêvajoyê ye. Danîna vê yekê tenê wekî karekî komîsyonê, dibe ku şaş be. Komîsyon karên xwe hene, lê tiştê ku karên komîsyonê misoger dike, toreke gelekî berfireh a pêwendiyan û cîhanek di wî warî de ye. Lê li vir, tiştê ku divê pêşî neyê jibîrkirin û divê ji cihekî rast dest pê bike, wekî em dibêjin, cihê rast jî bêguman rola birêz Ocalan a di nav pêvajoyê de ye. Divê ev pêvajo ji cihekî ku vê rolê jibîr neke û li ber çavan bigire were pêşxistin. Ji ber ku di dawiyê de, kesê yekem ku amaje bi parlamentoyê kir û ragihand ku divê zemîna dan û standinê ji parlamentoyê dest pê bike, birêz Ocalan bi xwe bû.

Rûdaw: Komîsyon dê bi Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê û Serokê MÎTê re bicive, ev jî pêwendîdar bi danîna çekan a PKKyê ye lê di heman demê de îşaretên ji PKKyê çi ne, ji bilî wê gava yekem a şewitandina çekan ku gaveke sembolîk bû, gelo îşaretek ji PKKyê heye ku ew amade ye ji bo danîna çekan, li gel pêşveçûna karê komîsyonê? An PKK jî li benda encamên karê komîsyonê ye?

Sezaî Temellî: Serokê MÎTê, Wezîrê Parastinê û Wezîrê Karên Navxwe beşdarî komîsyonê nabin, lê agahiyan didin komîsyonê. Yanî burokrasiya ewlehiyê, eger em rast pênase bikin, burokrasiya ewlehiyê, derbarê qonaxa pevçûnê û piştî wê de komîsyonê agahdar dike. Ev tenê civîneke agahdarkirinê ye. Li aliyê din, pirsa danîna çekan a PKKyê wekî min hinekî berê got, pêvajoyek e ku gav bi gav pêş dikeve. PKKyê li vir destpêşxerî kiriye, li ser banga birêz Ocalan bi awayekî guncav roja 11ê Tîrmehê gavek avêtiye, niha aliyê ku divê gavê bavêje bêguman parlamento ye, ji ber ku berî her tiştî garantiya yasayî, mafên yasayî û mafên siyasî, mekanîzmaya ku vê misoger dike, parlamento ye. Ji ber ku divê yasaya pêwîst ji bo vê derxe an jî guherînan di yasayên heyî de bike. Ev komîsyon ji bo ku parlamento vî karî bike hatiye avakirin. Komîsyon reşnivîsên van yasayan amade dike û dixwaze van reşnivîsan bi lihevkirina herî berfireh a mimkin amade bike. Ev paşê tên parlamentoyê, li parlamentoyê jî ev pêşniyarên yasayan dibin yasa. Piştî wê bêguman PKK jî dê li gorî van yasayan gavan biavêje. Yanî niha, divê ji bo karên komîsyonê, encamên wê û yasayîbûn û yasadanîna van gav bên avêtin. Em tam di wê qonaxê de ne. Ji ber vê yekê eger em bikaribin di vê mijarê de rêyeke rast bibirrin, di demekê kurt de PKK jî dê bersiva pêwîst bide, her wiha birêz Ocalan jî di vî warî de daxuyanî da. Niha hêvî di vî alî de ne û ez hêvîdar im ku em bikaribin bi awayekî rast, ciddî û dilsoz di vê rêyê de bimeşin.

Rûdaw: Ev komîsyon rasparthan pêşkêş dike û desthilata wê nîne, lê rasparthan dide parlamento û aliyên siyasî, dema ku desthilata komîsyonê nebe û tenê rasparthan bide, dê nirxê rasparthanên wê hebe?

Sezaî Temellî: Na, ne wisa ye ku hêza komîsyonê nîne, hêza komîsyonê heye, ji ber ku bi nûnertiya hemû partiyan hatiye avakirin û reşnivîsên yasayan amade dike, pêvajo bi vî rengî dimeşe. Komîsyonên parlamentoyê di her mijarê de bixebitin, reşnivîsên yasayan amade dikin. Hêza yasadanînê bêguman hêza parlamentoyê ye, parlamento vê dike yasa. Li pişt vê çi îrade heye? Li pişt vê îradeya partiyên siyasî, civak û rêxistinên civaka sivîl heye. Ev bi xwe siyaseta nûnertiyê ye. Ev komîsyon bi nûnertiyeke guncav li gel vê yekê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ne wisa ye ku hêza wê tunebe, lê divê ew hêza ku ji civak û gel wergirtiye, bi awayekî rast bi kar bîne û van pêşniyarên yasayan di demekê zû de amade bike û parlamentoyê bixe tevgerê. Ji ber vê yekê ev li gorî pêvajoyê hatiye avakirin. Eger rast nexebite, bêguman dê bêhêziyek çêbibe, dê bêkêrhatîbûn çêbibe, ev jî rewşeke nexwestî ye û em dixwazin ku komîsyon bi rastî îradeya xwe bi awayekî saxlem nîşan bide û van karan bike. Ji ber ku Tirkiye, Rojhilata Navîn û em hemû li ser çareseriya demokratîk a pirsa Kurd gihîştine lihevkirineke mezin. Lihevkirineke girîng pêk hatiye. Ev çiqasî bi paşeroja Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê ve girêdayî ye, ewqas jî bi paşeroja hemû cografyaya Rojhilata Navîn û hemû gelan ve girêdayî ye, rasterast bi aştiya herêmê ya li Sûriye, Tirkiye, Îraq û Îranê ve girêdayî ye. Rasterast bandorê li ser paşeroja gelan û pirsa demokrasiyê dike. Yanî tiştek e ku ji bo me hemûyan baş e, bila her kes ji bo tiştekî ku ji bo me hemûyan baş e, hewla xwe bide. Ez piştrast im ku em dê di vê mijarê de pêş bikevin. Ji ber vê yekê banga birêz Ocalan, gava PKKyê, ev hemû pêşhatên girîng in û hemû cîhanê ev dît û erênî bû, piştgirî da. Niha dema wê ye ku em bi vê berpirsiyariyê tevbigerin. Ez di wê baweriyê de me ku desthilat û dewlet jî, ev komîsyon jî dê bi hişmendiya vê berpirsiyariyê bixebite, ji ber ku ji bilî aştiyê ti çareyek me ya din nîne û rizgariya me hemûyan bi aştiyê ve girêdayî ye. Divê em wê bikin aştiyeke mayînde û li hemû cografyayê serwer bikin û divê em rê li ber wê bigirin ku gelê me di nav gêjgerînka şer de winda bibe.

Rûdaw: Divê DEM Partî çi bike da ku çarenivîsa pêvajoya niha û komîsyona ku niha li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, ne wekî çarenivîsa, wekî nimûne, dan û standinên "Qesra Dolmabahçeyê" be ku di pêvajoya yekem a çareseriyê de têk çû û paşê bû sedema şerê xendekan li Bakurê Kurdistanê? Divê çi bê kirin?

Sezaî Temellî: Bila ez vê bibêjim, em ji roja yekem ve di nav hewldaneke çڕ de ne. Di heman avê de du caran serî nayê şûştin. Pirsa Dolmabahçeyê bi hîştina dersên girîng, cihê xwe di dîrokê de girt. Her kesî dersên pêwîst ji wê dîrokê wergirt. Em jî bi agahdariya wê dixebitin. Ji roja yekem ve, me siyasetên xwe li ser xeteke gelekî rast pêş xistin, bawer bikin me bêrawestan xebitî û deriyek nema ku me lê neda, cihek nema ku em neçûnê. Ji hevdîtinên cemawerî bigire heta çîn û beşên cuda yên civakê, em gihîştin her derê û me piraniyeke mezin a civakê, siyaset, partî, komele û sendîkayan qanih kir. Çi tê bîra we, me piraniya wan di vê mijarê de qanih kir. Bêguman yên ku qanih nabin û dijberiyê dikin hene, lê bawer bikin rêjeya wan roj bi roj kêm dibe. Îro li Tirkiyeyê ji sedî 70ê civakê piştgiriyê dide vê pêvajoya dan û standin û pêvajoya aştiyê. Ev tiştekî erênî ye. Ez bawer dikim ev rêje dê zêdetir jî bibe. Ji ber vê yekê eger em bikaribin pirsê bi awayekî rast bigihînin civakê, xelk û mirovan, her kes ji bo aştiyê amade ye. Em jî vê rola xwe pêk tînin. Li gorî berpirsiyariya ku diket ser milê me me kar kir û em berdewam in. Erka DEM Partiyê jî ev e; têkoşîna ji bo demokrasiyê û avakirina zemîna dan û standinê ji bo çareseriya demokratîk a pirsa Kurd. Di vê qonaxê de, me hewl da vê misoger bikin û em di rêya xwe de berdewam in. Bêguman, li hemberî me dijminatiya Kurdan heye ku bi awayekî bêbawer bi gotara nefretê xwe xurt kiriye. Bila em vê rastiyê jibîr nekin. Şikandina vê, bidawîhatina vê girîng e. Berî her tiştî eger Kurd û Tirk li vê cografyayê bi hev re dijîn, divê ji vê gotara nefretê, ji vê cudakariyê, ji vê dijminatiyê rizgar bibin. Em ji pêvajoyekê derdikevin ku derûna civakê bi vê radeyê di bin wêrankariyê de bûye. Karê me ne hêsan e, lê em bi israr in, me biryar daye û em bi hêvî ne. Em di karên xwe de berdewam in.

Rûdaw: Çima DEM Partiyê zext li Hevpeymaniya Cumhur nekir da ku ev komîsyon bi yasa were birêxistin, ango li parlamentoyê deng li ser were dayîn. Gelo ev yek dê garantiyeke zêdetir neda pêvajoyê û komîsyonê?

Sezaî Temellî: Di rastiyê de me kir, ji ber ku pêwîst bû ev komîsyon çalak bibe. Bêyî komîsyonê, bicihanîna wan yasayan gelekî zehmet bû, ji ber vê yekê çalakkirina komîsyonê ew qasî hêsan nebû. Ji bo vê yekê me li parlamentoyê herî kêm çar caran serdana wan partiyên ku fraksiyonên wan hene kir, me dîplomasiya vê yekê gelekî çڕ birêve bir. Yanî avabûna vî maseyî û çalakkirina wê, ew qasî hêsan nebû. Aliyên dijber hebûn. Partiyan şertên cuda datanîn pêş, lê di dawiyê de, di encama vê hewldanê de, hefteya borî roja sêşemê, dawiyê komîsyon civiya. Me ev bi ser xist. Girîng e û pêwîst e li vir behsa Serokê Parlamentoyê bê kirin, hewldanên dilsoz ên Serokê Parlamentoyê, birêz Numan Kurtulmuş, di vê mijarê de girîng in. Dibe ku ew kesê yekem bû ku bi awayekî rast ji me fêm kir. Di dawiyê de me karî vê komîsyonê çalak bikin. Dema me dest pê kir, dema navê komîsyonê hat rojevê, her kesî komîsyona xwe pênase kir li şûna komîsyoneke hevbeş ku her kes li dora maseyekê rûnê, her kesî behsa senaryoya xwe dikir. Em ne wisa bûn, me amaje bi avabûna maseyek hevbeş dikir. Îro eger hûn bala xwe bidinê, li wî maseyê ku DEM Partî lê ye, eger em ÎYÎ Partiyê li derve bihêlin, hemû partî hene. Salek berê yên ku silav li me nedikir, yên ku nedixwestin bi me re bin, niha li dora maseyek hevbeş civiyane. Bi baweriya min ev gaveke girîng e, em wekî DEM Partî bi serxistina vê yekê serbilind in. Hemû hevalên me, ji rêxistinên bajar û navçeyan bigire heta navenda giştî, bi piştgirî û hêza gelê me, me gaveke girîng avêt. Lê gelo bes e? Bêguman na. Niha erka me ew e ku em vê bikin komîsyoneke bibandor û bihêz. Niha em bi berpirsiyarî li ser vê dixebitin.

Rûdaw: AK Partiyê 22 endamên wê di vê komîsyonê de hene, ji 48 endaman, MHPyê jî 5 endamên wê hene, ango AK Partî û MHP bi hev re 27 endamên wan hene, piraniya wan a mutleq heye. Çi garantî heye ku ev piraniya mutleq ji bo derbaskirina biryaran bêyî guhdarkirina dengê DEM Partiyê neyê bikaranîn? Ev yek niha nîgeraniya CHPyê ye jî, bo nimûne bûye sedem ku Serokê CHPyê Ozgur Ozel, heta hişyariyê bide ku dê ji komîsyonê vekişin?

Sezaî Temellî: Li vir rêjeya pêwîst ji bo biryardayînê sê li ser pênc e, ango bi ji sedî 60î biryar tên derbaskirin, ev wekî piraniya nisbî tê naskirin. Di diyarkirina vê ji sedî 60î de, faktora yekalîker û diyarker, DEM Partî ye. Helwesta DEM Partiyê di vî warî de zelal e, ne bloka desthilatê ye û ne jî bloka opozîsyonê. Ew bi serê xwe nikarin van biryaran derbas bikin, li vir biryar di xalekê de ne ku DEM Partî tê de yekalîker e. Em bêguman naxwazin vê yekê wekî şêwazeke siyaseta adetî bi kar bînin. Em daxwaza hevkariyê û lihevkirina desthilat û opozîsyonê dikin. Em dixwazin biryareke hevbeş bê dayîn. Ji ber vê yekê ji bo çareseriya demokratîk a pirsa Kurd, demokratîzekirina Tirkiyeyê û aştiya herêmê, helwesteke me ya gelekî zelal heye. Ev biryar bi çi piraniyê derkevin, em dê li wir bin. Ji ber vê yekê pêşîniya me çareseriya demokratîk a pirsa Kurd, demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya herêmê ye. Ez di wê baweriyê de me ku partiyên din jî dê di vî warî de biryarên saxlem bidin û ne bi sê li ser pêncan, lê bi pênc li ser pêncan, ango bi lihevkirineke tam û hevbeş, ev biryar dê bên derbaskirin. Lê eger wisa nebe, bêguman dema ku nakokî û cudahî çêdibin, di wê rewşê de, pêşîniya me çareseriya demokratîk a pirsê ye û em piştgiriyê didin wan biryaran û ji bo bicihanîna wan gavan diavêjin.

Rûdaw: Wekî DEM Partî, piştî ku demsala yasadanînê ya parlamentoyê dest pê dike, yekemîn yasa ya ku hûn dixwazin deng li ser bê dayîn di nav parlamentoyê de kîjan e?

Sezaî Temellî: Li vir çend sererastkirinên yasayî yên girîng hene. Yek ji wan û ya herî girîng, garantiya yasayî û mafên yasayî yên kesên ku çekan datînin û şertên beşdariya wan a di siyasetê de ne. Divê sererastkirinên di vî warî de berî her tiştî bin. Li aliyê din, her pêwendîdar bi vê pirsê, yên ku heta îro wekî encama qonaxa pevçûnê hatine darizandin û di girtîgehan de ne, yên ku ji warên xwe koçber bûne û li sirgûnê dijîn, ango bi kurtî, hemû yên ku ji ber vê pirsê bûne qurbanî û mafên wan hatine binpêkirin, rakirina van ziyanan bi rêya yasayê dê bibe karê pêşîn. Guhertina yasaya têkoşîna li dijî terorê û hinek madeyên yasaya cezayê ya Tirkî û li gel van, derxistina yasayeke taybet bi vê qonaxê û taybetmendiyên wê, dê bibe karê pêşîn. Em dê bala xwe bidin ser vê yekê. Divê em ji cihê rast dest pê bikin. Derketina vê yasayê dê bandoreke girîng li ser sererastkirina yasayên din bike.

Rûdaw: We ti raman amade kirine derbarê ku gerîla piştî danîna çekan dê li Başûrê Kurdistanê di kampan de bimînin an dê rasterast vegerin Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê?

Sezaî Temellî: Hîn di vî warî de gotûbêjek nîne, hîn ti modelek nehatiye pêşniyarkirin, lê bêguman dê li ser were gotûbêjkirin. Ji ber vê yekê bi baweriya min, ev nêrîna min a şexsî ye, her kesê ku welatiyê çi welatî be, divê li welatê xwe mafên xwe yên yasayî û siyasî bi dest bixe. Li vir bêguman dibe ku pirsgirêkên ewlehiyê hebin, dibe ku ji ber metirsiyan pirsgirêk derkevin, ev dikarin cuda bên gotûbêjkirin. Lê roja 11ê Tîrmehê, di daxuyaniya Besê Hozat de, ev yek bi zelalî hat gotin, ji ber vê yekê bila her kes li welatê xwe, li herêma xwe be, beşdarî siyasetê bibe, di nav siyaseta demokratîk de têkoşîna xwe bidomîne. Tiştê rast ev e. Lê wekî min got, hîn ti model an pêşniyarek di vî warî de negihîştiye me. Bêguman em dê di çarçoveya mafên herî berfireh ên demokratîk de nêzî pirsê bibin û em dizanin ku metirsiyên diyarkirî hene. Ji bo rakirina van metirsiyan jî, lihevkirina civakî, lihevhatina civakê bi hev re û derketina rastiyan, girîngiyeke wan a mezin heye. Hîn rêyeke me ya dûr li pêş e, lê wekî min got, divê em ji cihekî dest pê bikin ku mafên herî bingehîn misoger bike.

Rûdaw: Ew gerîlayên ku ne welatiyên Tirkiyeyê ne lê xelkê welatên din in, wekî mînak beşek ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê ne, beşek xelkê Rojhilatê Kurdistanê an Îranê ne, kesên din hene xelkê Rojavayê Kurdistanê an Sûriyeyê ne. Eger ev kes di vê pêvajoyê de vegerin welatên xwe, dê rûbirûyî lêpirsîna yasayî bibin an rûbirûyî cezayê yasayî bibin. Di nav vê pêvajoyê de an di nav komîsyonê de hatiye fikirîn ku çawa alîkariya van kesan bê kirin, yên ku ne bi nasnameya Tirkiyeyî ne?

Sezaî Temellî: Komîsyon hîn di destpêka rê de ye, hîn ev mijar nehatine gotûbêjkirin. Niha mijara ku te behs kir gelekî girîng e. Dîsa nêrîna xwe ya şexsî dibêjim, me hîn di komîsyonê de behs nekiriye, dê bi gotûbêjan derkeve holê. Niha piştî ku gerîla çekan datînin, dikarin vegerin wî welatê ku welatiyê wê ne. Lê eger di dema vegerê de rûbirûyî metirsiyê bibin, divê li wî cihê ku metirsî lê nîne bimînin û bi misogerkirina garantiyên xwe yên yasayî bimînin. Ji ber vê yekê Tirkiye di dema avakirina vê aştiyê de, divê garantiya yasayî ya wan gerîlayên ku ne welatiyên wê ne jî li ber çavan bigire, eger na dê pirsgirêk çareser nebe û dê were veguhestin cihekî din. Ji ber vê yekê divê Tirkiye ji perspektîfeke yasayî ya giştî nêzî pirsê bibe û mafên ku ji yasaya navneteweyî derdikevin li ber çavan bigire. Ji ber vê yekê eger gerîlayekî ku çek daniye li wî welatê ku diçe rûbirûyî metirsiyê bibe, divê rêxistinek hebe ku van metirsiyan jî ji holê rake. Hîn em di destpêka rê de ne, hîn li ser van mijaran nehatiye axaftin, lê te amaje bi mijareke girîng kir, bi rastî ev jî dê were berçavgirtin.

Rûdaw: Mijara danîna çekan a YPGyê niha bi heman şêweyî tê behskirin, çima dengekî wisa di nav Tirkiyeyê de heye?

Sezaî Temellî: Bi rastî niha eger em li Sûriyeyê binêrin, kî dikare li Sûriyeyê çekan deyne? Di rewşeke wisa de, di cîhaneke wisa de, eger em ji Tirkiyeyê hewl bidin biçin Sûriyeyê, yekem tiştê ku em bi xwe re bibin dê çek be. Ji ber vê yekê li vir pirsa danîna çekan a YPGyê, bi baweriya min, hinekî ji ber tênegihîştina pêwîst a ji pirsa Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê li wir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, pêkhateyeke siyasî ya girîng e. Çima girîng e? Ji bo demokratîzekirina Sûriyeyê girîng e. Li wir, di serî de gelê Kurd û gelên din ên niştecihê Sûriyeyê, wekî Ereb, Durzî, Elewî û ev hemû, tiştê herî girîng ku ewlehiya wan misoger dike, demokratîzekirina Sûriyeyê ye. Kî îro daxwaza demokratîzekirina Sûriyeyê dike? HSD. Ji ber vê yekê divê em jî piştgiriyê bidin HSDyê. Yanî niha li şûna ku em pirsa danîn an nedanîna çekan a xelkê wir bînin rojevê, eger em pirsa demokratîzekirina Sûriyeyê bînin rojevê, dema ku Sûriye li ser bingeha demokrasiya xwemalî, demokrasiyeke bihêz bi cih bîne û ji bermahiyên rejîma Beasê rizgar bibe, bi rastî pirsa Sûriyeyê jî dê di demekê kurt de çareser bibe. Piştî wê em dikarin li ser pirsa çekan biaxivin. Ji ber vê yekê niha anîna rojevê ya pirsa danîna çekan a HSDyê an beşdariya wê di hikûmeta navendî û artêşê de, hinekî wekî danîna erebeyê li pêşiya hespê ye. Ji ber vê yekê pêşî ewlehiya gelên Sûriyeyê, mafên wan ên yasayî û pêkhateyên wan ên demokratîk, di pêşîniyê de ne. Divê Tirkiye di vî warî de piştgiriyê bide. Divê Tirkiye hîn jî bi nêrîna siyaseta derve ya berê nêzî Sûriyeyê nebe. Niha rewşeke nû heye, pêşhatên nû hene. Piştî 27ê Sibatê û peyamên birêz Ocalan, em di qonaxeke gelekî girîng a guherînê de ne. Di vê qonaxa mezin a guherînê de, divê siyaseta derve ya Tirkiyeyê jî biguhere, nêzîkbûna wê ya ji Sûriye û her wiha ji Îraqê. Divê azadî û taybetmendiyên gelan û hikûmetên herêmê li ber çavan bigire. Ji ber vê yekê ew pêwendiya saxlem a ku bi Kurdan re datîne, ne tenê Kurdên Tirkiyeyê, lê divê hemû Kurdên herêmê li xwe bigire. Tenê bi vî rengî em dikarin rêyeke girîng bibirrin. Ev pirsgirêka me ya hevbeş e û divê em li ser asta herêmî çareseriyê jê re bibînin.

Rûdaw: DEM Partî dê kengî kongreyê li dar bixe?

Sezaî Temellî: Dema kongreya me ya asayî di meha Cotmehê de dest pê dike. Piştî meha Cotmehê, salek li pêşiya me ye, di wê salê de, di dema herî guncav de em dê kongreya xwe li dar bixin. Niha, lidarxistina kongreyê dema ku wextê wê tê, kevneşopiyeke me heye ku bi giştî du salan carekê em kongreyên xwe li dar dixin. Lê îro ji ber rewşa ku em tê de ne, ew tevgera siyasî ya ku em tê de ne, ew pêvajoya ku di meha Cotmehê de dest pê dike, dê di demekê kurt de bi dawî bibe. Lê niha ez nikarim rojeke diyarkirî ji we re bibêjim. Hîn meclisên me ev mijar nexistine rojeva xwe. Dema ku xistin rojevê, dê planek were danîn, lê di meha Cotmehê de dest pê dike. Salek me heye û divê em di wê demê de bikin. Dema ku meclisên me planeke temam danîn, em dê ji raya giştî re ragihînin.

Rûdaw: Gelo dê DEM Partî berfireh bibe? An dê navê xwe biguherîne?

Sezaî Temellî: Bêguman her serdemek stratejiya xwe ya siyasî heye. DEM Partî jî, di rastiyê de HDP ye, wekî hûn dizanin em neçar man navê xwe biguherînin. Pêşî em bûn Partiya Çep a Kesk û em çûn hilbijartinan, paşê em bûn DEM Partî. Di rastiyê de HDP bi vê wateyê, partiya têkoşîn û dan û standinê ye. Partiya dan û standinê ye ji bo têkoşîna demokratîk û çareseriya demokratîk a pirsa Kurd. Niha, li gorî qonaxa ku dan û standin û têkoşîn gihîştiye, bêguman bi awayekî xwezayî dê xwe ji nû ve birêxistin bike bêyî ku cewhera xwe winda bike, bêyî ku ji fikra xwe dûr bikeve, bi parastina paradîgmaya damezrandina xwe. Lê bi berçavgirtina taybetmendiyên serdema nû, dê xwe bihêztir û berfirehtir bike û xwe ji nû ve birêxistin bike.

Rûdaw: Dê kengî dest bi guhertin an pêkanîna guhertinan di destûra Tirkiyeyê de were kirin?

Sezaî Temellî: Bi baweriya min na, bêguman ev nêrîna min e. Ji ber ku li Tirkiyeyê niha şert û merc ji bo pêvajoya destdanîna ser destûrê ne gelekî guncav in. Çima? Ji ber ku li Tirkiyeyê li şûna ku pirs were berçavgirtin, nêzîkbûnên desthilatxwaz û hilbijartinxwaz di pêş de ne. Ez vê ji bo desthilat û opozîsyonê dibêjim. Heta ku bi van nîgeraniyan kar were kirin, avakirina destûreke saxlem gelekî zehmet e. Pêşî divê ji bo çareseriya pirsa Kurd gav bên avêtin, divê ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê gav bên avêtin. Eger em bixwazin ji bo avakirina destûrê gavan biavêjin, divê gelek qadên sivîl û demokratîk bên vekirin. Ev yasayan jî li xwe digire. Pêwîstiya me bi paqijkirina rê heye. Ev jî dem dixwaze. Her wiha eger hûn binêrin, komîsyonê jî ragihand ku ew bi ti awayî pirsa destûrê naxe rojeva xwe. Serokê komîsyonê û hemû partiyan ev gotin. Niha karê pêşîn ne destûr e. Lê rojek ji rojan bêguman ji bo komareke demokratîk pêwîstiya me bi destûreke demokratîk heye. Lê hîn ev di rojevê de nîne. Ev destûra 12ê Îlonê ye, destûra serdema derbeya Kenan Evren e. Lê ev destûr 19 caran hatiye sererastkirin, wekî pîneyan lê hatiye. Dema em dibêjin destûreke nû, mebesta me nivîsandina wê ji sifirê ye, ne sererastkirina destûra heyî. Divê wisa jî be. Divê bi beşdariya hemû civakê û li ser bingeha lihevkirin û lihevkirineke civakî ya mezin were nivîsandin. Em hêvîdar in ku rojekê Tirkiye vê yekê bibîne. Ji ber ku destûrên Tirkiyeyê her tim bi derbeyan hatine nivîsandin. Em hêvîdar in ku em bigihîjin derfeta nivîsandina destûreke sivîl û bêderbe.

Rûdaw: Ji dema ku pêvajoya çareseriyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye, hejmarek ji girtiyên siyasî hatine berdan, dibe ku gelek kes hatibin berdan lê çima Selahattîn Demîrtaş nayê berdan?

Sezaî Temellî: Belê, em jî ji vê fêm nakin. Di rastiyê de diviyabû birêz Demîrtaş, birêz Yuksekdag û bi hezaran hevalên me yên din ên ku di girtîgehê de ne, ji mêj ve hatibana berdan, lê nayên berdan. Fêmkirina vê dijwar e. Derbarê birêz Demîrtaş de, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene. Ev biryar bi serê xwe bes in ji bo berdana wî. Lê bi rastî em di rewşeke gelekî dijwar de ne ku fêmkirina wê dijwar e. Birêz Demîrtaş niha ne girtî, barimte ye. Bêguman ev biryareke siyasî ye, ne yasayî ye, bi yasa nayê ravekirin. Ev biryara siyasî jî ji muameleya desthilatê ya li hemberî DEM Partiyê û me tê. Niha li aliyekî pirsa çareseriyê li ser maseyê ye, maseya dan û standinê hatiye danîn, komîsyon hatiye avakirin, niyetpakî heye, piştgiriya civakê heye. Lê li aliyê din hîn jî muameleyên wisa tên kirin, li girtîgehê xelkên bêsûc û neyasayî hatine desteserkirin, xelk li sirgûnê ne. Divê ev komîsyon gelekî bi lez di van waran de gavan biavêje da ku ev zilm û neyasayî bi dawî bibin û ev muamele ji holê rabin.

Rûdaw: We bi CHPyê re li hinek cihan lihevhatinek hebû, lê niha hûn bi Hevpeymaniya Cumhur re di vê pêvajoya çareseriyê de dixebitin, di demekê de ku hinek rapirsî li Tirkiyeyê nîşan didin ku CHP partiya yekem e. Hûn çawa li CHPyê dinêrin, wekî DEM Partî?

Sezaî Temellî: Ez dixwazim vê rast bikim, bêguman li derve, hûn jî wekî rojnamevan mafê we ye wisa bibînin. Lê em tenê bi demokrasiyê re hevpar in, em bi aştiyê re hevpar in. Yanî ne bi CHPyê û ne jî bi AK Partiyê re hevkariya me nîne. Bo nimûne, di rêveberiyên herêmî de, me tiştek bi navê "rêkeftina bajaran" ava kir. Me got, hemû dînamîkên vî bajarî, gelên niştecihê vî bajarî, karker û jin li ser çi mijarê li hev bikin, em dê hêza xwe li wir deynin. Baş e, çima şaredariyên CHPyê derketin pêş? Ji ber ku ev encama karên desthilatê bû. Eger desthilatê, Tirkiye demokratîze bikira û ji rejîma hegemonîk rizgar bikira, dibe ku xelk li ser namzedên desthilatê jî li hev bikira. Yanî rêkeftina bajaran dikare rojekê ber bi AK Partiyê û rojekê ber bi CHPyê ve biçe. Lê pirsgirêk ev e, berteka civakê ya li hemberî rejîma hegemonîk a li Tirkiyeyê, di rêkeftinên bajaran de, bêguman bû sedema komkirina hêzên demokratîk. Li wir jî namzedên CHPyê di pêş de bûn. Ji ber vê yekê encam wisa bûn. Eger na ne wisa ye ku me bi CHPyê re an bi AK Partiyê re hevpeymanî kiribe. Di dîroka me de têgihiştineke wisa ji bo hevpeymaniyê nîne. Em her tim bi hêzên kedkar û demokrat re hevpeymaniyê dikin. Ji bo demokrasiyê, ji bo çareseriya pirsa Kurd, ji bo aştiyê, li ku derê cemseriyek hebe, em jî li wir cihê xwe digirin. Divê ev bi vî awayî were rastkirin. Eger na Tirkiye ji van cure hevpeymaniyên hilbijartinxwaz gelek zirar dîtiye. Em ji ber ku di sala 2024an de me têgihiştineke rast ji bo hevpeymaniyê ava kir, ji ber ku me rêkeftina bajaran çalak kir, îro li ser bingeha encamên wê, binêrin, gav ji bo çareseriya pirsa Kurd li vî welatî tên avêtin. Eger me di hilbijartinên 2018an de ew stratejî pêk neaniya, bawer bikin îro me dê ev encam û pêşhat nedîtana. Ji ber ku dîrok wisa ye, siyaset wisa ye, rê bi vî rengî vedibin û tenê ji wan rêyan dikarî pêş bikevî. Wisa jî bû di hilbijartinên 2019an de ez dikarim vê bibêjim. Lê binêrin, di 2023an de ev rêkeftin bi qasî pêwîst bi bandor nebûn, ji ber vê yekê piştî ku desthilatê hilbijartin bir, gav ji bo çareseriya pirsa Kurd neavêt. Lê piştî hilbijartinên 2024an, gav avêt, neçar ma gavê bavêje. Ji ber vê yekê dema em çarçoveyê ji vê yekê datînin, bi rastî ew stratejiya ku DEM Partiyê pêşkêş kir, stratejiyeke serkeftî bû. Îro jî em hemû bi hev re encamên wê dibînin.

Rûdaw: Te behsa wê yekê kir ku hinek kes li parlamentoyê, berê heta silav jî li we nedikirin, niha bi we re kar dikin, wekî DEM Partî mebesta min e. Lê, tu bi xwe çawa li wê dinêrî an hesta te çawa ye ku tu dibînî carinan Devlet Bahçelî pesnê peyam û biryarên Abdullah Ocalan dide?

Sezaî Temellî: Ez dikarim bibêjim ku bêguman ez hîs dikim ku ew fikra ku me ji destpêkê ve hebû, ew xeta têkoşînê, ew rêya sêyem, çiqas bi bandor û bihêz bûye. Ji ber vê yekê pirs ne kes in, lê bi rastî ev têkoşîn e, ev fikir e, ew rêza ku ev fikir û têkoşînê ava kiriye, ev tiştekî girîng e. Siyaseta me ya biryardar encam dide. Bêguman li vir, ew rêza ku ji bo hemû wan nirxên ku ev têkoşîn ava kirine heye, bêsînor e. Ev encama wan e. Derbarê partiyên din de, ew jî rêzê li vê yekê digirin, ev nêzîkbûna birêz li pişt vê yekê ye. Ji ber ku bila ez eşkere bibêjim, bêyî zêdekirin, kesî ji bo 50 salan çareserî pêşkêş nekir, ji bilî birêz Ocalan, kesî çareserî pêşkêş nekir. Wî bi berdewamî û bi israr çareserî anî ser maseya Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê qanih kir. Em bi vê paradîgmê tevgeriyan, di vê rêyê de me têkoşiya û me bawerî bi aştî, çareserî û demokrasiyê hebû. Me dev jê berneda û bedela wê gelek giran bû. Wekî min hinekî berê behsa Selahattîn Demîrtaş kir, 9 sal in di girtîgehê de ye. Kes hene 30 sal in di girtîgehê de ne, piştî 30 salan cezayê wan qediyaye û hîn jî 31, 32, 33 sal in di girtîgehê de ne. Dema em van hemûyan dinirxînin, tiştê ku hêjayî rêzê ye, ev têkoşîn û ev israr e û em vê rêzê dibînin. Bêguman gelek dirêj kir, xwezî me gelek zûtir, di pêvajoya yekem a çareseriyê de çareseriyek bidîta û van salan winda nekira. Ez vê ne tenê ji bo Bakur, ji bo hemû cografyayê dibêjim, ji bo Başûr, Rojhilat û Rojava. Wê demê dikaribû encamên gelek cuda û girîngtir hebûna. Lê ez kêfxweş im ku îro em di vê xalê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst