TAYBET - Tayîp Temel: Gelê Kurd ti bazarê li ser statuya xwe û hebûna xwe nake

09-10-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Tayîp Temel û Maşallah Dekak /  Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Tayîp Temel û Maşallah Dekak / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan DEM Partî Tayîp Temel Pêvajo PKK Ocalan
A+ A-

Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel diyar kir, ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin ne pêvajoyeke dan û standinê ye, pêvajoya avakirina şert û mercên siyaseteke demokratîk e.

Temel diyar kir ku Tirkek li Tirkiyeyê xwedî çi mafî be, divê Kurd jî xwedî heman mafan bin û got:

“Gelê Kurd li ser hebûna xwe û statuya xwe ti bazarê nake.”

Siyasetmedar Temel eşkere kir ku mijara çekdanîna PKKyê tenê aliyê Tirkiyeyê li xwe digire û ti eleqeya vê mijarê bi HSD û PJAKê re tune.

Pêvajoya li Tirkiyeyê gihiştiye çi qonaxê?

Gavên ku Tirkiye û PKK dê bavêjin çi ne?

Çekdanîna PKKyê tenê ji bo Tirkiyeyê ye an Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li xwe digire?

Ji Amedê kes diçe Îmraliyê?

Daxwazên entegrasyona demokratîk têne çi wateyê?

Me ev mijar û gelek mijarên din ji Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel pirsîn:

Rûdaw: Salek di ser pêvajoyê re derbas bû, me salek li dû xwe hişt. Niha pêvajoya aştî û çareseriyê, gihîştiye çi qonaxê?

Tayîp Temel: Saleke girîng derbas bû. Belkî di vê pêvajoyê de bi taybetî ji hêla gelê Kurd ve daxwazên girîng, daxwazên ku esasê meseleyê diyar dikin hîn jî bi cih nehatibin lê em dikarin bêjin ji bo Rojhilata Navîn, ji bo çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke gelekî girîng bû.

Di vê salê de me dît ku şer kêm bû, pevçûn kêm bûn, mirin kêm bûn, êrişên li ser axa Kurdistanê kêm bûn. Çi li Rojava çi jî li Başûrê Kurdistanê ev êriş kêm bûn. Her wisa zext û zordariya li ser siyaseta demokratîk jî kêm bû.

Lê dikarim bêjim hîn jî derbasî wê qonaxê nebûye ku mirov bêje bendewariyên gelê Kurd ên ji vê pêvajoyê pêk hatine. Hem di hêla statuyê de hem jî di hêla qanûnî de ev bendewariyên Kurdan bi cih nehatine. Pêvajoya ku bi hevdîtinên Birêz Ocalan re li Girava Îmraliyê dest pê kiribû her wiha hevdîtinên ji bo pêşvevbirina pêvajoyê ya Tevgera Azadiya Kurd bi dewletê re û hevdîtinên heyetên DEM Partiyê yên bi dewletê re berdewam dikin lê mirov dikare bêje, bendewariyên ji vê pêvajoyê yên aliyan bi cih nehatine.

Rûdaw: Hûn çi navî li vê pêvajoyê dikin? Ev pêvajoya çekdanîna PKKyê ye, yan ev pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd a bi rêyên aştiyane ye?

Tayîp Temel: Yanî mirov nikare van pirsan wisa bi xetên stûr ji hev cuda bike. Hûn dizanin Rêber Ocalan ku di şert û mercên tecrîdê de bû, dema ku tecrîd şikest, dan û standin pê re çêbûn beyanek da. Di vê beyana xwe de got ez ê vê pirsgirêkê, yanî pirsgirêka li Tirkiyeyê ku nêzî 50 salî ye bi şer û pevçûn û bi dijwarî berdewam dike, veguherînim pêvajoya dan û standinê. Got ez ê veguherînim diyalogeke demokratîk. Heger mirov ji vê mêze bike, tenê wê rêbaza têkoşînê biguhere, yanî PKK dê têkoşîna çekdarî ji lûxata xwe derxe, têkoşîneke nû deyne pêşiya xwe.

Di hêla qanûnî de, ev neqanûnîya ku li hemberî siyaseta Kurd hatiye îlankirin dê bi qanûnên nû bê sazkirin. Ev aliyekî vê pêvajoyê ye. Aliyekî din jî meseleya tundî û çekdanînê ye. Meseleya êrişên dewletê li ser axa Kurdistanê ye. Dema çek ji dewrê derkevin şer û pevçûn û êriş jî dê ji dewrê derkevin.

Beşeke din jî meseleya sedemên vî şerî ne. Gelê Kurd çima serî li çekê daye? Gelê Kurd çima ev 40 sal in bê navber berdêlên giranbiha dide? Ji ber ku pirsgirêkek heye. Kurd bê ax bûn, bê xak bûn, li Tirkiyeyê navê Kurdayetî hatibû qedexekirin, zimanê Kurdî hatibû qedexekirin. Nasnameya gelê Kurd hatibû înkarkirin. Mirov dikare bêje qirkirineke siyasî û fîzîkî li hemberî gelê Kurd di dewrê de bû. Ev hemû tişt ji kodên înkarê ya komara Tirkiyeyê diqewime. Birêz Ocalan bang kir, got navê Kurd û hebûna Kurd êdî di bin gef û tehdîda tunebûnê de nîne, pirsgirêka Kurdan a azadiyê heye lê pirsgirêka Kurdan a hebûnê nemaye.

Rûdaw: Yanî înkar qediyaye?

Tayîp Temel: Pêla êrişa înkar û tunekirinê şikest, bi têkoşînê hat şikandin lê niha problema azadî û statuyê  berdewam dike. Daxwaza me ew e ku Kurd êdî bi navê xwe, bi hebûna xwe, bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, bi reng û dengê xwe di vê cografyayê de, di sîstemeke demokratîk de cih bigire. Em dixwazin înkara ku bi salan e ji hêla dewletê ve berdewam bûye bi dawî bibe. Yanî çawa ku PKK rêbaza xwe ya çekdarî diterikîne, xwe fesix dike, zîhniyeteke ku PKK afirandiye jî heye, ew jî lazim e xwe fesix bike. Mesele ev e.

Rûdaw: Baş e hûn çi didin û çi distînin?

Tayîp Temel: Gelê Kurd bi pêşengên xwe, bi siyaseta xwe, bi siyasetmedarên xwe bazarekê li ser hebûn û statuya gelê Kurd nake.

Rûdaw: Çekdanîna PKKyê tenê beşa Tirkiyeyê li xwe digre? Hêzên Sûriya Demokratîk û PJAKê jî li xwe digre yan na?

Tayîp Temel: Qerara vê yekê ne dewleta Tirkiyeyê dikare bide ne jî DEM Partî dikare bide ne jî PKK dikare bide. Li Sûriyeyê rejîmek heye, demokratîk bibe dê ew rêveberiya xweser qerara xwe li gorî wê yekê bide. Ev hîleyek e, ev zimanekî şaş e, meseleya wê derê tînin, datînin pêşberî problema Tirkiyeyê, dixitimînin. Meseleya Tirkiyeyê tînin bi wir ve girê didin, dixitimînin.

Ev zimanê çareseriyê nîne. Çawa dibe ku Tirkiye li ser navê Îranê bi PJAKê re mizakere bike û vê meseleyê çareser bike? Ev ne îşê aqilan e. Ji ber wê ne nîqaşeke wisa heye ku me şahidî jê re kiriye. Nîqaş çi ye? Têkoşîna 40 salan a li hemberî Tirkiyeyê ketiye merheleyeke nû. Merheleyeke nû jê re divê. Merheleya siyasî û qanûnî û yasayî. Nîqaş ev e, ji bo vê jî meclisê komisyonek ava kiriye. Lazim e di hêla fermî de bi navê dewletê jî guhertin û veguhertin çêbibin.

Rûdaw: Dewlet û PKK ji îro û pê de, wê çi gavan biavêjin?

Tayîp Temel: Di vê pêvajoyê de xitimîn û astengiyên biçûk ku derdikevin holê hene. Bendewariya PKKyê ew e ku şert û mercên Birêz Ocalan bên rastkirin û bi awayekî azad pêşengiya pêvajoyê bike.

Heta niha ev yek nehatiye kirin. Divê birêz Ocalan daxilîyeta xwe ya pêvajoyê pêk bîne û pêşengiya pêvajoyê bike. Ji bo ku pêvajo biçe serî ev yek şert e çimkî divê li ser navê hereketa siyasî ya Kurd mizakereyan pêk bîne, bi heyetan re hevdîtinê bike, vîna xwe çêbike û bi hereketa xwe re, bi tevgera xwe re têkiliyê deyne. Di vê hêlê de bendewariyeke ku naguhere heye.

Me bi çavê xwe dît. Birêz Ocalan destpêkê meclisa Tirkiyeyê îşaret kir û name jê re şand. Got ev problem, problemeke wisa ye ku divê hemû beşên civakê daxil bibin. Problema desthilatdariya AKP û DEM Partiyê, problema AKP û PKKyê nîne, ev problemek e ku hemû beşên civakên Tirkiyeyê eleqedar dike, lewra divê meclis jî bi vê rolê rabe û rola xwe bilîze. Ji bo vê jî komîsyonek ava kirin.

Divê  Komisyon dest derxistina qanûnan bike. Qanûnên bi çi rengî? Qanûnên piştî fesixkirina PKKyê vegera jiyana demokratîk… Çimkî ev însan naxwazin êdî bên darizandin. Ya duyemîn ev însan heta hetayê li derveyî welat nabin. Heger çek bê terikandin lazim e rêbazên din ên têkoşînê bên vekirin. Ew jî siyaseta demokratîk e. Ji bo vê yekê pêwîst e qanûn derkevin. Ev bendewariya aliyê Kurd in. Her wiha divê ji bo kesên çek danîne mafê siyasetê garantî bikin. Ev jî bi qanûnan çêdibe. Înkara gelê Kurd û hebûna gelê Kurd bi hinek qanûnan berdewam dike: Qanûna li dijî terorê, qanûna qeyûman, qanûna ku hinek zimanan sînordar dike.

Rûdaw: Mebesta we ya guhertina qanûnan madeyên pênasekirina welatîbûnê û astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê kurdî ne?

Tayîp Temel: Dewlet bi wê karektera xwe ya yekparêz ku cudahiyên din ên civakî qebûl nake, bi taybetî jî hebûna gelê Kurd û zimanê gelê Kurd qebûl nake.  Baş e kurd dê çawa entegreyî vê pêvajoyê bibin? Ji ber wê jî ew şertekî esasî ye. Ji xwe Birêz Ocalan du şertan datîne pêş. Yek sererastkirinên qanûnî ji bo vegerê. Yanî piştî fesîxkirinê vegera têkoşîna demokratîk. Ya din jî  azadî û serbestiya gelê Kurd û hebûna gelê Kurd. Ev jî bi komareke demokratîk dibe. Divê komareke wisa be ku Kurd jî bibin xwediyê vê dewletê.

Rûdaw: Beşeke xelkê an jî beşeke li derveyî siyaseta we ji entegrasyonê helandina zimanê Kurdî fêm dikin. Yanî Kurd dev ji zimanê xwe berdin û bibin Tirk. Ji banga 27ê Sibatê jî ya daxwazên kulturalîst jî terikandina daxwaza maf û azadiyên Kurdan fêm dikin.

Tayîp Temel: Ev şîroveyên ne rast in.  Çima ne rast in? Heqîqeta hevdîtinên heyî, heqîqeta Birêz Ocalan, nehatiye fêmkirin. Mesela ti carî û bi ti rengî ji Kurdbûnê, Kurdayetiyê tawîz nayê dayîn. Eger problema me tenê problemeke wiha ba ku li Tirkiyeyê Kurd jî bibin Tirk, ev têkoşîn ji bo çi ye? Ev ne rast e. Tiştek heye, dewlet wî karakterê xwe yê înkar û yekperestiyê biterikîne, Kurd jî wê ji daxwaza xwe ya cudakariyê bi paş de gavê biavêjin. Armanc parvekirina komara demokratîk e. Yanî Kurd jî bibin xwediyê dewletê.

Rûdaw: Di vir de xetên we yên sor çi ne? Xetên we yên ku hûn bibêjin ev nebe nabe?

Tayîp Temel: Aliyê nasnameya Kurd e, daxwaza Kurd e. Bi salan e em hemû ji bo wî tiştî têkoşînê dikin. Em ji bo wê di girtîgehê de man, însanan jiyana xwe ji dest da, bi salan e şoreşgerên Kurd ji bo vê yekê li serê çiyayan têkoşînê dikin. Daxwaz pir zelal in. Yek bi Kurdbûna xwe, bi Kurdayetiya xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nasnameya xwe, bi mafê xwe yê siyasî, bi îradeya xwe ya siyasî, di vê pergalê de em jî bibin xwedî gotin, xwedî maf, xwedî ziman.

Bila kes ji nasnameya xwe ya din îstifade neke û zordariyê li me neke. Em jî bi Kurdbûna xwe zordarî û zulmê li kesî nekin lê em serî jî netewînin. Maneya entegrasyona demokratîk jî ev e. Dewlet dê ji karekterê xwe yê heyî tawîzê bide.

Rûdaw: Perwerdeya bi zimanê Kurdî divê di makeqanûnê de cih bigire yan na? Meseleya statuyê jî gelekî dipirsîn. Hûn êdî bi kîjan çavî li statuyê dinêrin? Daxwazên xweseriya demokratîk çûn?

Tayîp Temel: Niha ew pêvajoya ku em tê de ne pêvajoya têkoşînê ye, pêvajoyeke makeqanûnê ye. Yanî makeqanûna Tirkiyeyê, divê Kurdan wekî hêmayekî sazûmankar qebûl bike. Divê wekî avakarê Tirkiyeyê qebûl bike. Tirk çi qasî xwedî maf bin divê Kurd jî ew qasî xwedî maf bin. Tirkek li Tirkiyeyê xwediyê çi mafî ye, Tirkek li Almanyayê xwedî çi mafî ye, Tirkek li Qibrisa Bakur xwedî çi mafî ye, Kurd jî divê li Tirkiyeyê xwedî wî mafî bin, ne kêm ne zêde.

Rûdaw: Eger em hinekî behsa rola Hewlêrê bikin, ji we re çi qasî dibin alîkar? Li cihê ku pêvajo dixitime dikevin dewrê, hêsankariyê dikin?

Tayîp Temel: Ev pêvajo qismekî li Tirkiyeyê li Enqereyê qismekî jî li Başûrê Kurdistanê dimeşe. Hem Hewlêr, rayedarên Başûrê Kurdistanê û hem jî Silêmanî ku bi rêveberiya xwe mêhvaniyeke girîngî ji vê pêvajoyê re dikin. Yanî ev dan û standin wisa ji dûr ve bi îşaretan, bi şekl û şemalan nameşe. Ev pêvajo bi diyalogê dimeşe. Bi hereketa azadiyê re diyalogek heye, li wir dan û standineke rasterast heye.

Bê guman hinek hevdîtin li Başûrê Kurdistanê tên kirin, li Silêmaniyê, li Hewlêrê. Ev kedek e, kedeke girîng e. Başûrê Kurdistanê di çareserkirina vê pirsgirêkê de roleke baş dilîze, girîng dilîze. Ji xwe Birêz Ocalan destpêkê name ji Birêz Barzanî û Talebanî re şand û ji wan xwest bibin şirîkên vê pêvajoyê çimkî bêyî wan, bêyî daxilîyet û piştgiriya wan, hem di hêla teknîkî de hem jî di hêla siyasî de meşandina vê pêvajoyê zehmet e.

Rûdaw: Eger em hinekî qala Îmraliyê bikin, ji xeynî kesên ku em dizanin ji derve jî çûn û hatina li Îmraliyê heye? Ji Amedê kes diçin serdana Ocalan?

Tayîp Temel: Hem ji hêla dewletê ve hem ji hêla siyasetê ve û hem ji hêla akademiyê ve dan û standin bi Birêz Ocalan re hene lê ez dîsa jî bêjim, divê şert û mercên Birêz Ocalan azad bin ku karibe bi hêsanî vê pêvajoyê bimeşîne. Di malekê de be, her kesê ku ew dixwaze biçin pê re hevdîtinê bikin, pêşniyaran bikin, dan û standinên fikrî bikin. Meseleya Amedê jî wiha bibêjim, mirov ji ber silametiya pêvajoyê her detayê parve neke baştir e lê dan û standinên bi Birêz Ocalan re berdewam dikin û hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ti carî nexitimîne.

Rûdaw: Newroza îsal ji ber pêvajoyê gelekî cuda bû. Tu Newroza li pêşiya me çawa dibînî? Em dê bi hev re çi bibînin?

Tayîp Temel: Kesên ku li çiyê têdikoşin, piştî sererastkirinên qanûnî bêne wan qadan û li wan meydanan gel silav bikin. Birêz Ocalan bi fîzîkî û bi dengê xwe, bi rengê xwe tevli Newrozê bibe. Ev Newroz dê pir cudatir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst