Yek ji damezrînerê Partiya Paşerojê Vahdettîn Înce ku di heman demê de Serokê Komîteya Mafên Mirovan a wê partiyê ye dibêje ku AK Partiyê di destpêkê de gavên nû avêtin û rêyên nû vekirin, lê piştre xwe ji her tiştî re girt.
Vahdettîn Înce dibêje, ew hêza wan heye ku tevahiya pirsgirêkên Tirkiye û Kurdan çareser bikin û gel jî bi erênî pêşwaziyê li partiya wan dike.
Bo gotina Vahdettin Înce nabe partiyeke weke HDPê ku dengê 6 milyon kesen wergirtiye ji sistemê were dûrxistin eger bê dûrxistin baskek sistemê şkestî dibe.
Derbarê rewşa hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de jî got ku pêwîst nake di girtîgehê de be, lê divê ji ber şerê xendekan lêborîna xwe bixwaze.
Înce li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî anî ziman ku dixwazin peywendî bihêztir bibin û her çend ew nekarin sînoran rakin jî lê dikarin wan sînoran bê wate bikin û ji Duhokê heta Qersê wek yek malê dibîne.
Serokê Komîteya Mafên Mirovî li Partiya Paşerojê Vahdettîn Înce ligel Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Enqerê Şevket Herkî hevpeyvînek pêk anî.
Sedem çi bû hûn ji AK Partiyê dûrketin û we pêwîstî dît ku di nav Partiya Paşerojê de siyasetê bikin?
Bi rastî ji berê ve, min nexwestiye bi awayeke çalak tevlî siyasetê bibim û min ti caran nekiriye, lê carekê pêşniyar kirin ku ez ji bo Wanê bibim namzed, min jî qebûl kir. Her çend ez bi awayeke çalak di nav siyasetê de nebûm jî, lê min rewşa siysî dişopand û li ser siyasetê dixwend û dinivîsî. Eger mirov Kurd be û li welateke weke Tirkiyê be, nikare bêyî siyaset bijî, çimkî teqez tevlî siyasetê dibe.
Partiyên siyasî ji bo daxwazên gel, di asta dewletê de nûnertiyê bikin, têne damezrandin. Ev yek prensîb e. Lê dema partî dibin desthilatdar û ew helwesta wan tê guhertin û berevajo daxwazên dewletê li ser gel ferz dike, wê heyamê ti wateya wan partiyan namîne. Di despêka damezrandina AK Partiyê de, ez dikarim bibêjim cara ewil bû, partiyekê ewqas berfirehî nûnertiya daxwazên gel kir.
Di meseleya Kurdan de em dibînin ku di heyama desthilatdariya AK Partiyê de, gavên girîng hatine avêtin, lê niha gelek kes giliyên xwe li ser hene. Ez dixwazim bizanim di nav AK Partiyê de, çi hat guhertin ku evqas zêde nerazîbûnek li hember partiyekê zêde bibe?
Weke min gotî, dema hat damezrandin nûnertiya daxwazên Kurdan, Elewiyan, kesên oldar û hemû aliyên dikir, lê belê piştî çend bûyerên girîng weke meseleya 15ê Tîrmehê, xwe vekişand nav qalkê xwe û ket asta berevaniyê. Berê êriş dikir û gavên nû di nav avêt û rêyên nû vedikir. Paşê rewş guhere û xwe ji her tiştê re girt. Ew yek ji bo welateke mina Tirkiyê pirsgirêkên xwe çareser nekiribe nabe. Tu nikarî di mijara pirsgirêkan de xwe nedîtî bikî û wan veşerî.
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek weke lokomotîf e. Ji dervey welat jî cihên ku Kurd lê dijîn li Sûriye, Iraq û Îranê ev pirsgirêka sereke ye û ligel xwe dibe sedema pirsgirêkên din jî.
Hûn pêşbînî dikin ku di demên pêş de siyasetmedarên weke te, ji nav AK Partî, CHP, HDP û partiyên din tevlî partiya we bibin?
Rojên bê ev yek dê diyar biben. Performans, gotin, sistem, şêweya nêzîkbûna ji bo çareserkirina pirsan û ew hemû dê wê yekê diyar bike. Bê guman em dixwazin bibin partiyeke navendî. AK Partî niha ligel sistemê bûye û wê valahiyek çêkiriye, em dixwazin wê valahiyê dagirin. Îro di nav gel gel de ji bo Partiya Paşerojê eleqeyek gelek mezin heye. Em herin kuderê xelk vê pêwîstiyê tîne ziman. Hinek caran dibêjin “gelo dê tiştek were sere me” ev tirs heye, lê em dibînin ku di nav gel de pêşwaziyeke erênî heye. Gelek kes destxweşiya me dikin. Li vî welatî kesek derbikeve holê û gel jê re bibêje “helal be ji te re, aferîn ji cesareta te re” ev tişteke girîng e, dide xuyandin ku li wî welatî tirs heye. Ev yek şermeke mezin e.
Hûn wê hêzê di nav xwe de dibînin ji wan daxwazan re bikarin bibin bersiv? Hûn dê bikarin hemû pirsgirêkên hene çareser bikin?
Bê guman em dibînin. Ez destpêkê li ser navê xwe û piştre li ser navê partiya xwe dibêjim weke organizasyon em di wê hêzê de ne bikarin pirsgirêkan çareser bikin. Di nava me de hemû pêkhate û îdeolojî bi hene, lê tenê bi rengên xwe ne. Minak divê Kurd heben, lê rengê serwerî di vê ne Kurd be, wê demê ti cudahiyên me, dê ji sistema berê nebe. Pêwîstî bi vê yekê heye. Eger Tirkiyê di bin pirsgirêkan de bimîne, hedî dê ti pêkhate û alî serkevtî nebe.
Peywendiyê we bi partiyên din re weke CHP, HDP, ÎYÎ Partî, HAK-PAR û her çi partiyên din be yan jî siyasetmedar be, hene û yan jî hûn bi dizaynkirina xwe ve mijûl dibin?
Li ba me ti partiyên akredîte yan jî neakredîte nîne, em vê cudahiyê nakin. HDP çi be MHP ew e, CHP jî çi be HDP ew e, û HAK-PAR jî çi be ÎYÎ Part ew e. Tevahiya partiyên siyasî yên li Tirkiyê siyastê dikin muteberin. Lê di navbera me de cudahîbûna îdeolî û ramanê heye. Minak îro di rojeva her partiyê de mijara Kurd heye, lê her alî li gor xwe nêzîkî meseleyê dibe. Ev cudahiyên fikrî divê nebe sedema ku em destê xwe ji bo hev dirêj nekin. Ti alî li serî heta binî nexirab e, û ta alî jî li serî heta binî nerast e. Başî û xirabiyên herkesî hene. Armanca me ew e ku qencî û rastî li kuderê be em jî li wê derê bin. HDP rastiyê bibêje em dê bibêjin em rastiya we qebûl dikin. Eger xirabiyê bike jî em dê bibêjin tu xirabiyê dikî. HDPê îro 6 milyon deng wergirtiye, eger tu wê dûr ji sistemê bibînî wê demê baskeke sistemê dişkê.
Ez dixwazim pirsekê taybet derbarê birêz Selahattin Demîrtaş de bikim. Derbarê wî de serokê partiya we birêz Ahmet Davutoglu çend caran daxuyanî da û derbarê girtina wî de nerazîbûn nîşan da, lê berdevkê partiya we Demîrtaş tawanbar dike. Gelo di nav partiya we de nakokiyek derbarê Demîrtaş de heye yan hûn hemû weke hev difikirin?
Ez dixwazim vê yekê bibêjim gotinên berdevekê me û serokê me ji hev cuda nînin. Her yekê aliyeke meseleyê nîşan daye. Em hemû di wê fikrê de ne ku divê kesek siyasetmedar neyê girtin. Divê Selahattin Demîrtaş ne di girtîgehê de be, lê divê ew derbarê mijarên weke şerê xendekan de lêborînê bixwaze. Divê bibêje aliyê dewletê xeta kir lê em jî bûne sedema xirakirina navçeyên weke Sûrê, Nisêbin û Şirnexê û lêborîna xwe bixwaze. Ji ber vê yekê di gotinên serok û berdevkê me de ti nakokiyek nîne. Divê Demîrtaş lixwe vegere, ew siyaseta wan dikir ne siyaseteke Kurdewarî, ne Tirkiyeyî û ne jî heremî bû. Divê vê yekê jî bizane.
Di heman mijarê de bendewariyeke xelkê ji birêz Ahmet Davutoglu heye ku wê heyamê ew serokwezîr bû. Bi te ne pêwîst e Ahmet Davutoglu jî lêborîna xwe bixwaze weke serokwezîrê wê heyamê?
Birêz Davutoglu hem di wê hayama li nav AK Partiyê de hem îro kiryarên bûne sedema xirabî, êş û nexweşiyan rexne kiriye û dike. Rast e rexne li wî têne kirin, lê ez bixwe dizanin Davutoglu ew kiryar rexne dikirin.
Projeyên we ji bo çareseriya krîza Sûriyê çi ne û bi giştî derbarê Sûriyê de çi difikirin?
Ez dixwazim ne tenê ji bo meseleya Sûriyê, lê ji bo tevahiya herêmê tiştekê bibêjim, niha herêm mina kinçeke çil pîne pêve kirine ye. Tu benekê dikeşînî ew çil pîne bi hev re dikevin. Îro li Iraq, Lîbya, Sûriyê û heta ku li Tirkiyê tu dixwazî dest bavêjî meseleyekê çareser bikî, lê çil pirsgirêk bi hev re derdikeve holê û tu nikarî ji nav derbikevî. Sedema vê jî peymana Sykes Picot e ku herêm kiriye gola xwînê û cihê şer û pevçûnan. Pirsgirêk gelek in û di destê kesî de çovê sihîrbaziyê nîne hema yekser pirsan çareser bike. Partiya me û partiyên din dixwazin pirsan çareser bikin, lê li Rojhilata Navîn pirsgirêk gelek zêde ne û çarserkirina wan gelek dijwar e, û carna mirov di çareserkirina wan pirsan de dixetime. Çareseriya herî mezin ew e ku sistemek li ser me hatiye fezkirin, lê em wek gel û komale û rêxistinên civakî dikarin bi hev re rûnin û li ser çareserkirina wan hewl bidin û hev fêm bikin. Weke Kurd, Tirk, Ereb, Elewî û Laz divê em hemû bi hev re birûnin û nîqaşan bikin ji bo çareserkirina vê pirsa mezin ku ti kes nikare çareser bike.
Em dibînin ku di aliyê bazirganî û diplomatîk de peywendiyeke baş di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê heye. Hûn weke Partiya Paşeroj dikarin çi bikin peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê baştir bibin?
Bê guman Herêma Kurdistanê weke nav û weke organîzasyon bo hemû Kurdan gelek girîng e. Kurdistanê Iraqê ne tenê ji bo Kurdên wê derê girîng e, herwiha çavên hemû Kurdan li wê derê ye. Geşbûna wê geşbûna me hemûyan e. Her Kurdek divê vê yekê di hundirê xwe de hest pê bike. Em di nav dewletekê de dijîn û em hemwelatiyê Tirkiyê ne, eleqameya hestyarî bêguman bi Tirkiyê re heye em ji welatê xwe hez dikin û em dixwazin welateke geş be û pêşketî be, lê di heman demê de em Kurd in. Çawa Tirkên Tirkiyê, ji Atlantîkê bigire heta Uygaristanê, Turkistanê tekîliyên xwe bi hev re didanin, Kurdên ji Qesrê bigire heta Silêmaniyê bi hev re girêdayî ne. Ev tiştek xwezayî û Xwedayî ye. Ev mijarşn girîng in. Ji ber wê yekê Kurdistana Iraqê çiqas xurt be û çiqas serkevtî û pêşketî be ji herdu aliyan re jî baş e. Herêma Kurdistanê qezenc bike Tirkiye qezence dike, Tirkiye qezenc bike Herêma Kurdistanê qezenc dike. Jixwe di dema birêz Ahmet Davutoglu serokwezîr û wezîrê derve jî bû peywendiyên wî yşn baş hebûn ligel herêma Kurdistanê. Ez vê yekê jî baş dizanin bi qencî behsa birzêz Mesûd Barzanî dike. Eger rojekê derfet bikev di destê me em dê peywendiyan bihêztir jî bikin. Jixwe divê herdu cih ne ji hev cudabin jî. Mirov nikare sînoran rake, lê divê em wan sînoran bê wate bikin. Pêwîstiya me bi sînoran nîne. Em ji Colemêrgê heta Duhokê û ji wê derê heta Qersê yek mal in.
Hûn niha di nav siyasetê de ne û ez bixwe jî dizanim we di nav karê ragihandinê de jî kar kiriye, we bername pêşkeş kiriye û we pirtûkek li ser civaka Kurdî nivîsandiye. Di bernameya partiya we de hûn dê cih bidin zimanê Kurdî û ji bo we zimanê Kurdî çiqas girîng e?
Derbarê pirsgirêk û daxwazên Kurdan de tiştek nemaye nehate gotin. Her kesê axivtiye, çi kesên serxwebûn dixwazin, çi kesên federasyonê dixwazin, çi kesên rêveberiya xweseriyê dixwazin hemû axivtine û her tişt gotine. Niha hewceyê gotinê nîne, le hewceyê kirinê heye. Tiştên hatin kirin jî hene weke vekirina TRT Kurdî, di zanîngehan de beşên Kurdî hene. Îro gotina hûn dê çi dibêjin bê wate ye. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Ev di bernameya me de jî heye. Eger ev di bernameyê de nebe ez çi bibêjim ti sûda wê dê nebe. Ji me re kirin lazim e, hêvî dikm em dê bikin.
We behsa pirtûkên min kirin, 5 pirtûkên min hene û hemû jî derbarê Kurdan de ne, lê mixabin min bi Tirkî nivîsandine. Herwiha min wergera pirtûka birêz Barzanî ya bi navê “El Barzani we Hareket Tehririye el Kurdi” kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse