Dilşad Şehab: Erdogan û Nêçîrvan Barzanî behsa dan û standinên Şam û Rojava kir

12-10-2025
RÛDAW
Dilşad Şehab\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dilşad Şehab\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dilşad Şehab Recep Tayyîp Erdogan Nêçîrvan Barzanî Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got, serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya roja 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an a ji bo Tirkiyeyê di demekî girîng û hestiyar de bû.

Dilşad Şehab di daxuyaniyeke rojnamegeriyê de behsa mijarên di navbera Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyîp Erdogan de kir.

Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di berdewamiyê jî de got, "Pêvajoya aştiyê yek ji wan mijaran e ku rasterast û nerasterast bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Bipêşveçûna dan û standinên di navbera Şam û Rojavayê Kurdistanê de mijareke girîng e ku dewleta Tirkiyeyê bandorê li ser dike.

Mijara pêwendiyên me yên dualî jî mijareke berdewam e; sînoreke me ya berfireh heye, pêwendiyên me yên aborî hene, pêwendiyên me yên dîplomasî hene, berjewendiyên me yên hevbeş hene.

Hemû ev mijar, mijarên germ ên gotûbêjên di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomar Erdogan de bûn."

Dilşad Şehab her wiha da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî her tim "pêşniyar" li berpirsên Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser kiriye ku "li Şamê bin û li benda wê yekê nemînin ku kesek fermanê li wan bike.”

Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got, "Sûriye welatek e ku ji gelek aliyan ve dişibe Îraqê; welatekî pir-ol, pir-netewe, pir-mezheb û pir-pêkhate ye lewma divê ew destpêşxer bin da ku derfeta wekheviyê û hebûna hemûyan li wir bên dabînkirin.

 Ev siyaseta neguher a Herêma Kurdistanê ye. Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ev mijar bi vî awayî li gel Birêz Serokkomarê Tirkiyeyê gotûbêj kiriye.

Ew jî li ser wê yekê hemfikir in ku divê Sûriyeya niha û ya paşerojê cihê hemû pêkhateyan di nav xwe de hebe, bi taybetî ya ku ji bo me girîng e, mafê birayên me yên li Rojava ye."

Dilşad Şehab derbarê rakirina dorpêça li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî axivî.

Berdevkê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku rakirina wê dorpêçê "hewleke berdewam û xemeke berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê bûye. Biryar hatiye dayîn, tiştên mane hemû mijarên teknîkî ne."

Pirsên rojnamegeran û bersivên Dilşad Şehab wisa ne:

Pirs: Balafirgeha Silêmaniyê dê kengî vebe? We li Tirkiyeyê behsa kîjan mijarên din kir?

Dilşad Şehab: Ev serdan di demeke gelekî girîng û hestiyar de bû. Tirkiye dewleteke cîran a bibandor e û pêwendiyên me baş in lê hinek mijarên nû û berdewam hene; pêvajoya aştiyê yek ji wan mijaran e ku rasterast û nerasterast bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Bipêşveçûna danûstandinên di navbera Şam û Rojavayê Kurdistanê de mijareke girîng e ku dewleta Tirk bandorê li ser dike. Mijara pêwendiyên me yên dualî jî mijareke berdewam e; sînoreke me ya berfireh heye, pêwendiyên me yên aborî hene, pêwendiyên me yên dîplomasî hene, berjewendiyên me yên hevbeş hene. Hemû ev mijar, mijarên germ ên gotûbêjên di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomar Erdogan de bûn.

Pirs: Baş e, balafirgeh?

Dilşad Şehab: Destpêkê em binerin, em ji kîjan qonaxê hatin kîjan qonaxê. Balafirgeh di demekê de wekî rêkareke siyasî ji ber rewşeke ku li Herêma Kurdistanê hebû hat girtin, di encamê de bêguman xelkê zerereke mezin dît. Heta wê demê jî ku Birêz Serokkomarê Tirkiyeyê serdana Hewlêrê kir, wê demê jî ku li Serokatiya Herêma Kurdistanê civîn hat kirin, Serokê Herêma Kurdistanê ev daxwaz ducare kir, çimkî bi rastî ev daxwaza xelkê ye. Her carê ku cenabê wî jî behs dike dibêje, bi dehan xwendekar ji bo xwendinê, nexweşek ji bo serdana bişîşkekî, bazirganek ji bo karê xwe; balafirgeh deriyê Herêma Kurdistanê ye li hemberî Ewropayê, lewma (vekirina Balafirgeha Silêmaniyê) bi rastî hewl û xema berdewam a Serokê Herêma Kurdistanê bûye. Biryar hatiye dayîn, tiştên din hemû mijarên teknîkî ne, êdî îro biryar tê dayîn, kengî kompanyaya balafiran dest bi kar û barên xwe dike, ev mijareke din e.

Pirs: Di serdanê de mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hat gotûbêjkirin? Li wir derbarê mafên Kurdan de çi hat gotin û ji bo rewşa niha ya Sûriyeyê çi pêşniyar hatin kirin?

Dilşad Şehab: Nêrîna me wekî Herêma Kurdistanê her tim ew e ku em dê bibin alîkar an jî faktora seqamgiriyê li navçeyê. Eger em wekî siyaset lê binerin, ev mijareke navxweyî ya dewleta Sûriyeyê ye lê hemû ew bûyerên ku li navçeyê rû didin bandorê li ser hev dikin, li ser îstîqrara Sûriyeyê, li ser îstîqrara Tirkiyeyê jî heye, çimkî sînoreke hevbeş heye. Birayên me yên li wir di hevdîtinên yekem de, pêşniyara Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ew bû ku ew xwe wekî xwediyê avakirina Sûriyeya nû bibînin û li Şamê bin, li benda wê yekê nemînin ku kesek fermanê li wan bike. Mînaka Serok Barzanî û rehmetiyê Mam Celal ji wan re dianî ziman ku di avakirina Îraqê de xwe wekî xwedî dîtin û amade bûn. Vê yekê jî kir ku beşeke baş a daxwaz û mafên gelê Kurdistanê di destûrê de bên çespandin. Astengî hene, pirsgirêk hene, pirsgirêk dimînin, ev ji aliyekî din e. Nêrîna Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Birêz Şer û ji bo dewleta Sûriyeyê, her ji hevdîtina yekem a ku di Kongreya Munîhê de li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê birêve çû, Serokê Herêma Kurdistanê nêrîna xwe jê re ragihand. Sûriye welatek e ku ji gelek aliyan ve dişibe Îraqê; welatekî pir-ol, pir-netewe, pir-mezheb û pir-pêkhate ye, lewma divê ew destpêşxer bin da ku derfeta wekheviyê û hebûna hemûyan li wir were dabînkirin. Ev siyaseta neguher a Herêma Kurdistanê ye. Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ev mijar bi vî awayî li gel Birêz Serokkomarê Tirkiyeyê gotûbêj kiriye. Ew jî li ser wê yekê hemfikir in ku divê Sûriyeya niha û ya paşerojê cihê hemû pêkhateyan di nav xwe de hebe, bi taybetî ya ku ji bo me girîng e, mafê birayên me yên li Rojava ye.

Pirs: Nêrîna we li ser gotara Serok Mesûd Barzanî û destpêka bangeşeya Partiya Demokrata Kurdistanê çi ye?

Dilşad Şehab: Ji bo me komek araste tê de hebûn, bi taybetî ku PDK xwedî armanceke mezintir ji rikberiyeke biçûk e. Divê em bi çavê wê armanca mezin û wê hêviya mezin li PDKyê binerin. PDK lîstikvanekî sereke ye li Îraqê. Pêvajoya siyasî bêyî PDKyê pêvajoyeke netemam e, bi hebûneke bihêz a PDKyê, pêvajoyek di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Têbinî hene, li ser sîstema hilbijartinê, li ser wê yekê ku bazineyên hilbijartinê hatine sînordarkirin, gelek dengderên me li cihên din hene lê ji ber ku li ser bazineyên din belav bûne, nikarin wekî pêwîst alîkariya hev bikin. Ev komek mijar in ku îro dibe ku ti çareseriyek ji wan re nebe, lewma em bi rênimayiyên Cenabê Serok pabend dibin, bi bawerî, bi afirandina rewşeke aram û di asteke bilind de, di afirandina ti nakokî û nearamiyê de em destpêşxer nabin, çimkî PDK ne ew partî ye ku di nakokiyê de geş bibe. PDK di aramiyê de, dema ku xelk bi aramî bifikire, bi aramî bijî, jiyan û ramana wan asûde be, wê demê biryareke rast jî dide ku rabirdûyê selmandiye ku ew biryar Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Spas.

Pirs: Pêkanîna hikûmetê çima bi derengî ket? Ti pirsgirêk hene?

Dilşad Şehab: Çend roj berê me behs kir, mixabin me bi qasî ku di karîna me de bûye em çûne pêş. Ez tenê ewqasî dibêjim, ez gotinan ducare nakim. Mixabin, ez dîsa dibêjim, me li ser dîtineke hevbeş ji bo birêvebirina Kurdistanê ku hemû hûrgiliyên pêwendîdar bi jiyana siyasî, yasayî, aborî, kargêrî, pêwendiyan, ewlehiyê, hevparîyeke rasteqîn, hevparbûna di biryardanê de, hemû ev di wê lihevkirina siyasî de an jî wê dîtina hevbeş de hene. Baweriya me wisa bû ku ew girîng e, bingeha birêvebirina Herêma Kurdistanê ji bo qonaxa paşerojê, hemû ev zelalî tê de hatine diyarkirin lê êdî birader li gel me nehatin pêş. Li cem PDKyê ti carî ne deriyê gotûbêjê tê girtin, ne jî deriyê gihiştina encamê tê girtin, dawiyê berpirsiyariya me li vî welatî heye, em dê her rêyeke rast a yasayî bigirin ber xwe da ku em karibin Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin, ji bo çalakirin û nûkirina meşrûiyeta saziyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst