Şêx Murşid Xeznewî: Li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya me xebat tê kirin

Duh li 10:36
RÛDAW
Şêx Murşid Xeznewî bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Şêx Murşid Xeznewî bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Şêx Murşid Xeznewî Rojavayê Kurdistanê Rojhilatê Kurdistanê Heleb Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Şêx Murşid Xeznewî diyar kir ku tevî êş û janên giran ên ku gelê Kurd tê re derbas dibe, divê moralê milet neyê şikandin û got, "Em di şerekî de şikestin lê şerê me yê giştî û doza me didome."

Şêx Murşid Xeznewî bal kişand ser rewşa parçeyên din ên Kurdistanê û tekez kir ku têkoşîn tenê bi cihekî ve sînordar nîne.

Xeznewî diyar kir ku îro "Rojhilatê Kurdistanê li dar e" û li ser pêyan e, miletê Kurd li wir jî xizmet û xebata xwe didomîne, lewma divê Kurd li ti parçeyan bêhêvî nebin.

Şêx Murşid Xeznewî behsa wan dîmenan kir ku tê de heqaret li termên şehîdan tê kirin û bi tundî ew kiryar şermezar kirin û got:

"Ew kiryarên hovane ti pêwendiya wan bi Îslamê re nînin.

Ciwanên Kurd bila ji ber van hovîtiyan ji dînê xwe sar nebin, cihê Kurdan di nava Îslamê de heye lê di nava wê hişmendiya hovane de nîne."

Xeznewî her wiha hişyarî da ku dijmin dixwaze di navbera gelê Kurd û Ereb de dijmintiyeke neteweyî ava bike û bangî Kurdan kir ku nekevin vê xefikê û anî zimanê:

"Dijmintiya me ne bi gelê Ereb re ye, bi wan hêz û komên hovane re ye ku bi navê olan û neteweyan zilmê dikin."

Şêx Murşid Xeznewî piştgiriya xwe ya ji bo peyama Serok Mesûd Barzanî jî anî ziman û got:

"Peyama Cenabê Serok a li ser parastina penaberên Sûriyeyê yên li Herêma Kurdistanê peyameke hekîmane bû.

Nabe em tolê ji xelkê sivîl hilînin, ev di çanda Kurdan de nîne."

Hevpeyvîna Nalîn Hesenê ya bi Şêx Murşid Xeznewî re:

Rûdaw: Te dît îro merasîma oxirkirina şehîdan hebû. Xelkê me gelekî xemgîn e, gelekî dilşikestî ye. Dest bi girîkirinê, dest bi xwenîşandanan kiriye. Bi rastî jî xemgîniyeke zêde li cadeya Kurdan tê dîtin. Xelk moralê ji te werdigire, tu çi ji xelkê re dibêjî?

Şêx Murşid Xeznewî: Destpêkê serê malbatên şehîdan sax be, serê miletê Kurd jî sax be. Bê guman li seranserê Kurdistanê, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, dilşikestiyek heye, dilxemgîniyek heye û ev maf e. Ji ber ku zarokên me ne, keçên me ne, şervanên me ne, dema ku şehîd dikevin em pê diêşin.

Lê divê em vegerin ser hişê xwe. Divê em xwe winda nekin. Divê em ji bîr nekin bê çi barekî mezin li ser pişta me heye. Ez vê ji bo gotinê nabêjim, ne ku ez êşa şehadetê nas nakim. Min berî niha ew êş tam kiriye. Ez zanim bê barê wê çawa giran e, ez zanim bê çawa dilêşiyeke mezin dixe meydanê.

Lê divê miletê me şiyar be. Rabin, şiyar bin. Hêstirên çavên xwe paqij bikin, xemgîniya xwe berdin dilê xwe, bila dijmin hêstirên çavên we nebîne. Divê ew mesele ji me re şiyar be.

Em di şerekî de şikestin, ev asayî ye. Lê cengek, em bêjin şerê giştî heye, ji bo miletê me li Rojavayê Kurdistanê jî yan seranserê Kurdistanê ji bo xatira azadiya miletê me, didome. Heye em karê xwe dikin, Rojhilatê Kurdistanê li dar e, miletê me her xizmet û xebata xwe didomîne.

Ji ber vê yekê jî bi rastî em di şerekî de şikestin û ev tiştekî asayî ye di dinyayê de. Eger wekî oldarekî jî ez bibêjim, Pêxemberê Xwedê Mihemed (s.x.l) di şerê Uhudê de şikest. Eger ez wekî Kurdawarekî jî bînim bîra we, Şêx Seîdê Kal di şoreşa xwe de şikest. Pêşewa Qazî Mihemed ku serokê yekem ê Komara Kurdistanê bû şoreşa wî hat şikandin. Barzaniyê Nemir koçber bû. Divê ew hemû mînak li ber çavên we bin.

Lê ev ne ji bo ku ez hincetan nîşan didim, bila ji min şaş neyê fêmkirin. Ez tenê dixwazim sivikahiyekê bixim dilê we, rehetiyekê bixim dilê we da ku hûn karibin wê derbas bikin, pêl êşa xwe bikin. Ev êşa ha ya mezin a ku hatiye serê miletê me, pêlê bikin ku em di deryaya wê de karibin herin pêş, em dîsa karê xwe û xizmeta xwe bikin.

Miletê me jî wekî te guhdarî kir di nûçeyê de û te bi malbata Amarayê re jî qise kir û sohbet kir, serê malbatê sax be, termê wê ne diyar e lê dilê Kurdistaniyan tev goristana Amarayê ye. Ev berê ji her kesî re bê diyarkirin, şehîdên me ne şehîdên asayî ne. Şehîdên me ew xwîn in ku di nîvê rêya me de dibin darbest ji bo xatira ku em parastina xwe, xizmeta xwe, têkoşîna xwe, berxwedana xwe bidomînin.

Kurdno şiyar bin, ev serê sed salan e qîrîn û fermanên herî mezin bi serê miletê me de tên. Çima hûn hene û hûn sax in? Ji ber ku moralê we neşikestiye, ji ber ku hêviya we neşikestiye. Dîsa jî îro pêl êşa xwe bikin ji bo xatira ku hûn karibin xizmeta miletê xwe bikin.

Ji ber vê yekê ez tînim bîra we dost û hevalan, bêhêvî nebin. Çi qas tablo li ber we reş bûye, çi qas zehmetiyê hûn dibînin bêhêvî nebin. Gandî gotineke wî ya zor ciwan heye. Dibêje eger mirov pereyê wî winda bûn, dibê tiştekî biqîmet winda kir. Eger şerefa te jî winda bû, dibê tiştekî ku nayê qerebûkirin bi pereyan winda bû. Lê eger te hêviya xwe winda kir, te her tiştê xwe winda kiriye.

Ya ku hiştiye ku miletê me, keç û xortê me, hêz, çek û sîlahê we yê milê we ye, xizmet û xebata xwe dikin omîda we ye, hêviya we ye ku sibe dê tiştekî ji bo gelê xwe bikin. Ya ku hiştiye ku tu li studyoyê rûnî û xizmet û xebata miletê xwe bikî omîda te ye ku sibe dê rojeke baş be ji miletê te re. Ya ku hiştiye ez û xeynî min bi sedan, bi hezaran, bi milyonan keç û xortê me xizmet û xebata xwe ji bo Kurd û Kurdistanê dikin hêviya we ew e ku dê sibe guhertinek ji bo miletê me çêbibe.

Divê em şiyar bin, em wekî daxwaza dijmin di xewê de neçin, ne bi dehan me bikujin, bi hezaran ji me bikujin, sirûda me ya Ey Reqîb ji me re daye diyarkirin Kurd zindî ye, Kurd namire.

Rûdaw: Îro di dema merasîmê de jî bi sirûda Ey Reqîb şehîd hatin oxirkirin û hatin veşartin. Doktor destxweş li ser van hemû gotinan, bi rastî ez piştrast im sedî sed te moralê gelekan bilind kir û dermanê gelek birînan jî te peyda kir. Doktor, li aliyekî din te ew dîmen dîtin. Dîmenên gelekî dilêş bûn, yanî termê şehîdekê, şervanekê ji qata sê çar avêtine jêrê avahiyekê û di ser de jî gotin Allahu Ekber, Allahu Ekber. Wekî din bi navê Îslamê gelek termên din jî şewitandin. Di aliyê olî de ev tê di bin çi navî de?

Berî ku ez behsa aliyê olî bikim ez dixwazim tiştekî ji dûr de bêjim. Tu zanî çima ez vê pirsê ji te dikim doktor, yanî mixabin tiştekî din min dît gelekî dilê min êşa, gelek kes dibêjin êdî em xwe ji Îslamê berî dikin piştî van dîmenan. Loma nameya te ya li vê derê jî ji bo xelkê me girîng e.

Şêx Murşid Xeznewî: Bê guman. Lê berî ku ez behsa vê xalê bikim, behsa vê nuqteyê bikim û zê bi lez jî behs bikim, ez dixwazim gelê me, miletê me sûdê bigire ji wê tiştê, wê sivikatiya ku bi şervanên me kirin ewa ku taca serê me ye. Ewa ku parastina rûmet û kerameta miletê Kurd kiriye. Gotineke Şehîd Şêx Maşûqê Xeznewî tê bîra min. Dema ku dibêje, eger şehîdên we nebin, wekî di riya wan şehîdan de parastinê ji bo heq û miletê xwe bikin, yekî bi destê xwe bikujin, bikin şehîd û di riya xwîna wî de parastinê li heq û mafê xwe bikin.

Îro hovan, çeteyan, keçeke me, şervaneke me û bi dehan keç û xortên me, şervanên me şehîd xistine. Divê ew sivikatiya ku wan grûpên çete û tundrew û hovane kirin, berevajî wê me neşikîne, berevajî wê zêde bibe moral, bibe agirek bikeve dilê we de ku hûn karê xwe bidomînin, bibe benzînek, dîzelek, mazotek ku hûn ser êşa xwe de bikin hûn dîsa karê xwe bidomînin heta ku hûn bigihîjin heq û mafekî xwe. Ji ber vê yekê jî rastî di vê rewşa ku halê hazir em tê de ne dîsa jî ez wê daxwazê dikim, wê dawetê dikim ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ku piştevaniya bin ji tevgera xwe ya leşkerî re û hêza xwe ya şervanên xwe re.

Ev xalek. Xala diduyan ew sivikatiya ku hat kirin, sivikatiyeke ku temsîla çand û kultura wan kesên hovane dikir, bê guman ti carî temsîla dînê Îslamê nake. Dînê Îslamê rê nade van karên pîs û xerab. Heta hedîseke Pêxember (s.x.l) heye ku di demê de daye diyarkirin ku 'Nehe Resulullahî enil musle', ew sivikatiya ku mirov bi xelkê bike (têkdana terman). Ev tiştê ku qewimî gelê Kurd şiyar bin tiştekî wê bi dînê Pêxember eleyhîselatu wesselam nîne. Lê mixabin evna girêdayî ye bi hin baweriyên hin kesên ku xwe destnîşan dikin wekî Misilman.

Ji ber vê yekê ew gencê ku îro eger te mesacek te got wela dibêjin em ne Misilman in, di nêrîna min de ew nêrîneke şaş e, ew di rêya xelet de dimeşin, ew divê bizanibin ku dînê Îslamê li pişta we ye, ne li pişta wan kesên hovane ye. Cihê we di dînê Îslamê de heye lê mixabin cihê we di nav civaka Misilman de nîne. Divê em wê ferq û cudahiyê em bixinê de, dînê Îslamê cuda ye û fikr û raman û pratîka Misilmanan bi rengekî din e. Cihê me wekî miletê Kurd di dînê Îslamê de, di baweriya Pêxember Mihemed (s.x.l) de tam sedî sed heye.

Lê mixabin eva serê sed salan û bêhtir e cihê me di nav civaka Misilman de nîne û her tim wan kesên hovane, dijminê miletê Kurd bin, ew hêzên ku îrade û qerara civaka Ereb, civaka Tirk, civaka Faris zeft kirine ji bo xatira ku wan kar û fêlên wiha yên barbarî û hovane wekî maf nîşan bidin, bidin meşandin, bidin qebûlkirin di nav civaka xwe de perdeyeke Îslamî lê dikin.

Lê divê ewana me nexin bertekeke neyînî de, divê em bêhtir bihêlin ku em bêhtir xizmetê bikin, bêhtir kar bikin, berî ku tu berê xwe bidî dînê Îslamê were gazina xwe ji murşid bike, wekî mamosteyekî te yê ayînî, wekî kesekî ku xwe bi navê şêx û mela destnîşan dike, berê xwe bide murşid, gazina xwe ji murşid bike, bê çi mahetan heye te nekiriye tu xizmeteke bikî ku di dînê Îslamê bike xizmeta Kurdayetiyê. Ew gazina te ya heq e.

Rûdaw: Te got em nakevin bertekan. Rojavayê Kurdistanê tu zanî pêkhateyên cuda lê dijîn. Her tim jî bihevrejiyana xwe tê naskirin. Şîreta te, daxwazên te ji gelê Kurd, ji tevgera siyasî ya Kurdî û ji ragihandina Kurdî jî çi ye doktor?

Şêx Murşid Xeznewî: Bê guman tevgera me ya siyasî û hêza me ya leşkerî şiyarî wê planê ne, belkî daxwaza dijminan jî ew e ku miletê Kurd bikşînin nav bertekeke pratîkî, ne tenê hema ziman, yanî bikevine xefikekê de ku bidin diyarkirin ku dijminatiyek di navbera Kurd û Ereb de heye wekî du neteweyan. Û ewa tiştekî ne rast e. Tu dijminatiya me wekî neteweya Kurd ligel neteweya Ereb nîne.

Dijminatiya me ligel wan hêzan e, ewên ku bi navê Ereban xwe destnîşan dikin, yan bi navê Tirkan xwe destnîşan dikin, yan bi navê Farisan xwe destnîşan dikin, tucarî dijminatiya me wekî milet bi hev re nîne. Û li Rojavayê Kurdistanê tu jî baştir dizanî, yanî em bi hev re jiyanekê dikin, jiyaneke hevbeş dikin, di nav wan qewmî jî me deriyê mala xwe ji wan re vekirin.

Bê guman. Kurd in, Ereb in, Misilman in, Êzidî ne, Xiristiyan û Mesîhî ne, Tirkmen in, Ermen in, civaka Rojavayê Kurdistanê civateke hevbeş e, gelek pêkhateyên cuda jî tê de hene.

Pêwîst e em şiyar bin ku em nekevine wê xefka dijmin de û ewna ne çanda Kurdan e, ewa ne çanda Kurdistaniyan e û di heman demê de jî ez dinêrim, yanî cenabê Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek da, xuyakirin ku li Herêma Kurdistanê nabe êrişek li ser wan kesên ku sivîl in, bazdane ji wî şerê ku li Sûriyeyê çêbûye û hatine hewara xwe avêtine Kurdistaniyan, zimanekî de yan jî heta niha jî em dibêjin filan kes dexîlê filan kes e, xwe avêtiye mala filan kes, ew kesê ku xwe tavêje dexîla te, ew kesê ku xwe dike bextê te de tu bi her awayekî wî kesî diparêzî.

Ayeta Quranê pîroz jî ji me re daye diyarkirin 'Wela teziru waziretun wizre uxra', kes hilnagire gunehê kesekî din. Eger grûpek, komek, partiyek, rêxistinek Ereb be, Tirk be, Faris be, hatibe zulmekê li me kiribe, êdî em ne ew kes in, miletê Kurd, ne miletekî hovane ye ku tolhildaneke bêsînor li xelkê bike.

Aya pêwîst e her kesekî ku Sûrî be li Herêma Kurdistanê sivikatiyê bi pirsa Kurdî bike, sivikatiyê bi şehîdên Kurdan bike, sivikatiyê bi heq û mafê Kurdan bike ku em giliyê wî bikin ewî bidine dadgehê. Lê bi rengekî ku em rabin te'mîm bikin seranserî Herêma Kurdistanê ku em bêjin Erebên Sûrî gerek em hemû em tolhildanekê ji wan bikin ewa tiştekî ne rast e. Ji ber vê yekê ew peyama ku cenabê Serok Mesûd Barzanî da peyameke û daxuyaniyeke hekîmane bû.

Rûdaw: Ji xwe min dixwest ez vê pirsê ji te bikim lê te bersiv da bêyî ku ez bikim ji ber ku xelkê Başûrê Kurdistanê jî li vê derê gelekî ji te hez dikin û gelekî bi gotina te dikin û guhdariya te dikin. Spas ji bo vê peyama te jî ji bo wan. Spasiya te dikim doktor ku tu mêvanê me bûyî li studyoyê.

Şêx Murşid Xeznewî: Temendirêj be xwişka Nalîn, spas ji bo te, spas ji bo kanala Rûdaw û karê we ku xizmet û xebata we ku we kir. Bê guman wextê ku ez we re spasî bikim hûn erkê xwe dikin. Hûn jî Kurd in di dawiyê de her hûn zarok û keçên Kurdan ne. Lê pêwîst e ji bo xatira ku em pişgiriya hevdû bikin, pêwîst e ji bo xatira ku em morala hevdû hildin, ez jî zanim ku hûn keçên me di kanalên Kurdan ên Kurdistanî de xizmeteke gelekî mezin kirin, em bi xizmeta we serbilind in, ji ber vê yekê em spas ji bo we jî.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo te, gotinên te zêdetir me teşwîq dikin ku em karê xwe baştir bikin û erkê xwe zêdetir bi cih bînin. Her serkeftî û diyar bin. Gelekî spas ji bo te.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst