Almanya: Piştî tedbîran rêjeya koçberiya neqanûnî kêm bûye

14-06-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt / Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt / Wêne û Vîdeo: Rûdaw Grafîk
Nîşan Almanya Koçber Tedbîr
A+ A-

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê ji Rûdawê re got, “Bi tedbîrên ku hatine wergirtin re rêjeya koçberiya neqanûnî kêm bûye.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt diyar kir ku hikûmeta wan ji bo kêmkirina koçberiya neqanûnî gelek tedbîr wergirtine.

Dobrindt, di derbarê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê jî axivî û got, "Îsraîl neçar e bikaranîna mafê xweparastina rewa biparêze."

"Divê Îsraîl mafê xweparastina rewa bi kar bîne"

Dobrindt, di nirxandina rewşa aloz a Rojhilata Navîn de ev tişt gotin:

"Bûyerên dijwar çêdibin. Gef û metirsiyên li ser Îsraîlê her roj zêdetir dibin. Ji ber vê yekê divê Îsraîl bi bikaranîna mafê xweparastina rewa xwe biparêze.

Em bi fikareke mezin li pêşveçûnan dinêrin û em berdewam bang dikin ku tundî kêm bibe lê belê, berî her tiştî ev bang ji bo wan kesan e ku berdewam mafê hebûna Îsraîlê dikin pirsiyar."

Wezîrê Karên Navxweyî yê Almanyayê Alexander Dobrindt pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:

Rûdaw: Birêz cenabê Wezîrê Navxwe yê Federal, spas. Pirsa min a yekem ev e gelo kontrolkirina sînorên Almanyayê û vegerandina koçberan li ser sînor, heta çi qasî girîng û pêwîst e? Heta kengî dê berdewam bike? Heta niha çi qasî serkeftî bûne?

Alexander Dobrindt: Pêwendî bi vê ve heye ku em komek tedbîran bigirin ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî. Ev jî wan tedbîran dihewîne ku me li asta Konseya Ewropayê, yanî li Yekîtiya Ewropayê li ser wan li hev kiriye.

Lê ew tedbîran jî dihewîne ku em li asta neteweyî bi cih dikin. Yek ji wan tedbîran vegera li sînoran e. Ev jî serkeftî bûye. Wan tedbîran sala borî, yanî meha îlonê dest pê kir. Ji destpêka meha gulanê ve me bi polîsên zêdetir xurt kiriye.

Ev asta belavkirinê li sînoran ji niha ve nîşan dide ku hejmara koçberên neyasayî di daketinê de ye. Ji ber vê yekê em dê dirêjkirina van tedbîran bidomînin. Tedbîr demkî ne lê dirêj dibin.

Berjewendiya me heye ku li cihî careke din kontrolên sînoran bên rakirin lê ji bo ku ev pêk were, divê parastina sînorên derve li Ewropayê kar bike. Hîn jî pir lawaz e. Heke em vê xurt bikin, em dikarin bê kontrolên sînorên navxwe jî bikin.

Rûdaw: Aloziyên niha yên Rojhilata Navîn heta çi qasî hûn nîgeran kirine? Hûn çi dikin ji bo ku rewşê aram bikin?

Alexander Dobrindt: Bi piştrastî em dibînin ku tundûtîjî dîsa qewimiye. Li ser van hemûyan jî em dibînin ku gefên li dijî Îsraîlê heta tê dijwartir dibin. Ji ber vê yekê eşkere ye ku Îsraîl bi bikaranîna mafê parastina xwe, divê parastina xwe bike li hemberî vê.

Her wiha em bi dilgiraniyeke mezin li wan tiştên ku diqewimin dinêrin. Ji ber vê yekê em bi berdewamî dixwazin ev tundûtîjî bên kêmkirin lê bê guman ev bi pileya yekem li wan kesan tê kirin ku çendîn caran mafê hebûna Îsraîlê dixine bin pirsê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst