Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof diyar kir ku pêwendiyeke wan a baş bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re heye.
Îro Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof re civiya.
Dick Schoof ji nûçegihanê Rûdawê Ala Şaliyê re diyar kir ku hevdîtina wî û Nêçîrvan Barzanî taybet bû ji ber ku pêwendiyeke wan a taybet bi Nêçîrvan Barzanî re heye.
Dick Schoof li ser hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê got:
"Ez bawer dikim hilbijartin bi awayekî baş çû. Ev ji bo pêşketinê (ya Herêma Kurdistanê) gelekî girîng e. Ez bawer dikim niha hûn li Hewlêrê li bendê ne ku hikûmeteke nû ya hevpeyman were avakirin û ez hêvî dikim hûn bi ser bikevin. Bi awayekî kevneşopî, pêwendiyên di navbera Holenda û (Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê) tim taybet bûne."
Hevpeyvîna kurt a Ala Şalî û Dick Schoof wiha ye:
Rûdaw: Birêz Serokwezîr, civîna we bi Serokê Herêma Kurdistanê re çawa bû?
Dick Schoof: Civîn gelekî baş bû, ji ber ku pêwendiyeke me ya pir baş heye. Her wiha ez bawer im hilbijartin jî gelekî baş bi rê ve çû. Ev ji bo geşbûnê (ya Herêma Kurdistanê) gelekî girîng e. Ez bawer im niha hûn li Hewlêrê li benda avakirina hikûmeteke nû ya hevpeymaniyê ne û ez hêvî dikim ku hûn bi ser bikevin. Bi awayekî kevneşopî, pêwendiyên di navbera Holenda û (Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê) de her tim gelekî baş bûne.
Rûdaw: Baş e, hûn çawa dikarin alîkariya Kurdan bikin li Sûriyeyê da ku bigihêjin mafên xwe?
Dick Schoof: Ya ku Serok Barzanî (Nêçîrvan Barzanî) got ew e; girîng e Kurd bi hikûmeta Sûriyeyê re di pêwendiyê de bin û bibin beşek ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ev gelekî girîng e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse