Konsulê Filîstînê: Wezîrê me yê derve têkildarî nîgeraniyên xelkê Efrînê lêkolînê dike

16-09-2022
RÛDAW
Nîşan Filîstin Efrîn Herêma Kurdistanê
A+ A-

Konsulê giştî yê Filîstînê li Hewlêrê dibêje, li ser asta serokatî û wezîrê derve yên dewleta Filîstînê bidûvçûn li ser avakirina mêtîngehên bizorê yên niştecîhbûnê li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê dikin û dibêje jî, Filîstînî bi xwe qurbaniyên mêtîngehên bizorê ne û qet nabin sedemek bo dagirkina axa ti gelekî.

Derbarê peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û desthilatdariya Filîstînê, Nezmî Hizûrî dibêje, “Peywendiyên di navbera gelê Kurd û gelê Filîstînê de peywendiyên dîrokî ne û niha jî peywendî di asteke gelek baş de ne.

Her wiha amajeyê bi wê yekê jî dike, niha hejmara wan Filîstîniyên ku li Herêma Kurdistanê dijîn nêzîkî 250 malbatan e û beşeke wan malbatan di sala 2014an de ji Mûsilê hatine Herêma Kurdistanê û li vir bicîh bûne.

Rûdaw: Rêzdar Nezmî spasiya hatina bo Rûdawê dikim.

Nezmî Hizûrî: Spas bo te.

Rûdaw: Bila destpêkê behsa mijara herî dawî bikim ku bûye cihê balkêşana xelkeke zêde, şandeke kesayetiyên bakurê rojhilatê Sûriye, Kurd û Efrînî hefteya borî serdana we kirin. Rêxistineke Filestînî mêtîngeheke niştîcihbûnê bo xelkê hawirde xeynî Kurdên Sûrî li Efrînê ava dike, gotûbêj çawa bûn? Daxwaza çi li we kirin û we, û bersiva we bo wan çi bû?

Nezmî Hizûrî: Destpêkê rêz û hezkirina xwe li vir bo her yekî ji endamên şandê ji wan kesayetiyên Efrînê dişînim. Bi piştrastî amadebûna wan cihê xweşiyê bû, min jî bi germî pêşwazî li wan kir. Hevdîtineke baş bû, me hevsoziya xwe bo rewş û dosyeya wan anî ziman.

Bi rêya wan jî rêz û sialvên xwe bo kesûkarên me li Efrînê dişînim. Bi giştî gelê me li Sûriye ku rûbirûyê van derd û êşan bûye, ji destdirêjkirina bo ser asayîş û aramiya wan ku bûye sedema derbiderbûn û koçberbûna wan. Herwiha ji pêgeha xwe ku girînge li vir serê xwe bo şehîdên Kurd ji xortên Sûriye bitewînim. Beşekî wan şehîdan ji xortên Heseke û Efrînê û navçeyên din dinasim. Herwiha beşekî wan xebargêrên mezin bûn û pabendbûn bi şoreş û doza gelê Filestînê. Herwiha qurbaniyeke zêde dan û şehîdan wan hebûn, dîrokeke mezin tomar kirin û qet nayên jibîrkirin, ew di dil û bîrhatina dîroka wîjdanê me de zindî ne û wan bixêr bibîr tînin. Xebata şehîdên Kurd ji xortên Sûriye bi dilsozî bilind dinirxînin. Li ser vê bingehê dibêjim, dîrok û xebat û xwînê em bi hev girêdane, ku bo doza Filestînê karekî zêde kirine. Em serê rêzê û qedirgiraniyê bo her kesekî ditewînin, heta ristek jî bo doza Filestînê nîvisan dibin, bi taybetî jî nivîskarên Efrîn û Heseke û navçeyên din jî. Herwiha ew helbistvanên rêzdar ku Filestîn take xem û çavkaniya helbesta wan bû. Ew helbestvanên ku helbesta xwe bo Mehmûd Derwîş û kesayetiyên din dinîvisînin. Mehmûd Derwîş jî derbarê Kurd de nîvisandiye.

Rûdaw: Mehmûd Derwîş jî helbest bo Kurd nîvisandibû. Mebesta wî wek ku ez têgehiştime, ev helbest bo Selîm Berekat nîvisandibû wek bi eşkerayî, Kurd ji xeynî ba tiştekî wan nîne, mebesta wî ku Kurd ne xwedî ax û asmanê xwe ne, tişta ku heye tenê di navbera ax û asman de ne……Raste wesfeke mecazî ye, lê ev wesfa Mehmûd Derwîş bû, lê mixabin ev wesif li ser gelek Kurdan tê cîbicîkirin, lê kesayetiyên Efrînê bi xemekê hatin ba te, dibe ku wan pêşbînî nedikir rêxistineke Filestînî mêtîngeheke niştîcihbûnê li navçeyekeê ava bike ku ew dibêjin dagîrkirî ye û li gor raporên navdewletî Efrîn rûbirûyê guhertineke demografî dibe. Ev kes jî baş agahdar be û bikaribe hevsoz be li gel vê arîşeyê li hemû cîhanê dibe ku Filestînî bin, kes nîne bi qasî Filestîniyekî bikaribe hevsoz be li gel vê yekê. Te çawa ev yek wergirt û bersiva te çi bû?

Nezmî Hizûrî: Tişta yekem, em gelê Filestînî ji destê dagîrkariyê dinalin, bi destê mêtîngeriya bizorê bo ser axa me dinalin, bi dest daplosînê dinalînin. Ji ber xwezaya dagîrkariyê hestekî me yê taybet heye. Bi taybetî jî bo mijarê zeftkirina axê û mêtîngeriya bizorê em zêde hestyarin. Belê guhertina nejadeyî û demografî jî bi heman awayî ye. Tişta rojane li Qudsê, Şêx Cerrah, gund û gundewarên Qudsê çêdibe, ku siyaseta cihûkirinê tê cîbicîkirin. Îro hikûmeta dagîrkariyê ya Israîlê 200 milyar Şêkil bo cihûkirina Qudsê veqetandine. Bo niştecîbûna bizorê hatine veqetandin, wek Trump gotiye, daku Quds bibe paytexta sereke û ya yekbûyî ya cihûyên Israîlê. Ev pîlaneke bi zanebûn kar bow ê tê kirin, lê aramî û berevaniya gelê me û mikuriya serkirdayetiya me ya niştîmanî bi serokatiya rêber û serokê me Mehmûd Ebbas, me karbû rûbirûyê vê projeyê bibin û Qudsê biparêzin. Ji Qudsê li ba me buhatir nîne û nabe hevawayê hemû axa Filestînê ku wek bihayê wê nayê hejmartin.  Derencam , mijara dagîrkariyê, ji ber ku em bi destê dagîrkariyê dinalin, bi her awayî red dikin û rûbirûyê dagîrkar dibin. Tişta ku birayên şanda kesayetiyên civakî yên Efrînê behsa wî kirin, ji ber vê rastiyê serê min jî êşiya û xemgîn bûm ji ber hemû wan lafîteyên ku min ew dîtin û hemû ew sloganên ku hatibûn daliqandin, di nav wan de Filestîn û çend welatên din ên Erebî ku li ser asta fermî bûn. Tişta peywendiya wî bi min heye wek Filestîneyekî, tevî van hemû aliyan, bi ti awayekî nûneratiya biryara siyasî û niştîmanî ya Filestînê, dewleta Filestînê û Rêxistina rizgarîxwaza Filestînê nake. Tişta em dizanin ku ev çend rêxistin di bin çend navnîşanan de ev kar kirine. Em ji van rêxistina re dibêjin, baştire ku biçin piştîvaniya gelê me û li axa Qudsê bikin. Qudsa rojhilat ku bi destê dagîrkaran bûye cehnema gelê me û di bin serdestiya dagîrkaran de pîlan bo cihûkirina wê tê kirin. Herwiha derd û êşeke gelê me li Yermûkê jî heye, , li kampên Sûriye û bi heman awayî bo xortên gelê me li kampên Libnanê. Eger mebesta wan di bin van navnîşanan de karê xêrê ye, baştir biçin bo Filestînê bikin.

Rûdaw: Dibe ku ev rêxistin serbixwe bin û mafên wan hebe li her cihekî kar bikin, lê dawî wek tu dizane ew nûneratiya aliyekî Filestînê dikin, di karên wan de jî wiha em têdigihên ku li bin navnîşaneke Filestînî dikin, dibe ku xelkê asayî jî cuda li nav welatekî û rêxistinekê ku di bin navê welatekî de kar dikin nekin, gelo we biryara daye lêkolînê li vê yekê bikin an nivîsarekê bişînin bo hikûmeta Ramellayê, hûnê çi bikin?

Nezmî Hizûrî: Bo xuyanê bikim, çend rêxistinê cuda hene di bin navnîşanên zêde cuda de wek alîkariya Islamî û desteya Islamî û heta tiştên din kar dikin.  Lê ti kes ji vana nûneratiya Filestînê nakin. Evana rêxistin û komel in, dibe ku helwêsta me derbarê hinekan hebe, wek mînak evana kî ne, karê wan çi ye û armanca damezrandin û çalakiyên wan çi ne û bo kûderê û her kesekî kar dikin an dikin.? Lewra em tekez dikin, evana bi ti awayî di bin rênimayîyên desthilata Filestînê de kar nakin. Derbarê yekeyên niştîcihbûnê îca bi navê Filestînê be yan bi her navekî din be, ev bi ti awayî ne biryara siyasî ya Filestînê ye. Em hemû dizanin li hemû cîhanê bi navê rêxistin û komeleyan kart ê kirin. Rêxistin û komele hene alîkariyan digihînin  Afxanistanê û bi navên cuda serdana Bosne û Hersik û welatên din kirine. Beşekî vana di bin navên cuda de kar bo terorîstan û rêxistinên terorîstan jî dikirin. Helwêsta me jî herdem derbarê wan hebû û li vir tekez dikim ev ne karê desthilat û biryara siyasî ya Filestînê ye. Min behsa wêya kiriye û tekez dikim divê em dilsoz bin û min ji wan re ragihandiye xortên Kurd li Sûriye xebat bo Filestê kirine û qurabanî dane û xwîna xwe rijandine û şehîda dane. Min ji wan re ragihandiye, Kurdên xebatgêr li meydanên dilêrî û merdayetiyê cane xwe kirine gorî, dengên xwe bo doza gelê Filestînê û bo pêkanîna mafên gelê Filkestînê anîn ziman. Baweriya wan bi doza gelê Filestînê hebû û dijî tawan û  karên terorî yên dagîrkeran rawestiyan. Bo vî rolê bilind ji bo doza rewa ya gelê Filestînê ku pêşkêş kirine, erkê li ser milên me ku em dilsoziyê bo wan werbigirin.

Rûdaw: Lê gelo baştir nîne bo hikûmeta Filestînê bi kêmanî gotarekê arsteyî van rêxistinan bike û bibêje tişta ku li Efrînê dikin ne baştirîn nûneratiye bo Filestîn û gelê Filestînê?

Nezmî Hizûrî: Baş e, derbarê serkirdayetiya Filestînê, ez dîsan li vir tekez dikim. Derbarê şanda kesayetiyên civakî yên Efrînê yên ku serdana min kirin sipasiya wan dikim, wek min got me rewş gotûbêj kir û me behsa mîkanîzmaya bidûvçûna li ser rêxistin û komelyên me kir û soza bidûvçûnê min da. Bi rastî piştî bidûvçûnê çend zanyarî bi dest me ketin, em nizanin heta çi qasî ev zanyarî pesendin û ji wan çavkaniyan em ne piştrastin, lê berî ez bêm vir daku ez piştrast bibim min peywendiyeke telefonî li gel hevalekî xwe min kir, min xwest ji vî mijarî piştrast bibim derbarê navên wan rêxistinan, navnîşana karê wan, karmend û endamên wan , gelo evana Filestînî ne yan ji kûderê hatine?

Eger Filestînî bin tenê em dixwazin navên wan bigihên me, wê derkeve gelo ev Filestînî ne yan na? Dibe ku ev komele û rêxistin tenê lafîteyên wan navê Filestînê bikar anîbin. Lewra ez li vir her û her tekez dikim avana nûneratiya Filestîn û biryara desthilata Filesatîn û heta nûneratiya rêxistina rizgarîxwaza Filestînê jî nakin. Rêxistinek eger alîkarxwaz be divê destê alîkariyê bo xortên Filestînê dirêj bike, îca li axa Filestînê be yan li Sûriye û Libnanê be.

Rûdaw: Helwêsta fermî ya Filestînê derbarê tişta ku li Efrînê çûdibe çi ye?

Nezmî Hizûrî: Ez bo te yê rêzdar û kesûkarên me ji xortên gelê Efrînê û hemû wan navçeyên ku rûbirûyê van corên derd û êşan bûne dibêjim, piştî serdana  şanda kesayetiyên civakî yên Efrînê min bidûvçûneke rijd bo vî mijarî kir û niha ev mijar bi awayekî rasterast ji aliyê rêzdar wezîrê derve yê Filestînê bidûvçûneke li ser tê kirin. Herwiha tekez dikim ev mijar li ser asta serokatiya Filestînê bidûvçûn li ser tê kirin, lewra ewên min amaje bi wan da, tekez dikim qet neyê qebûlkirin xelkê veguhêzin û em bibin alternative wan yan aliyek bo avakirina yekeyên niştîcihbûnê. Bi rastî rûbirûyê dilgiranbûnê bûm dema min terma yekeyên niştîcihbûnê yên bizorê bihîst, em vê termê red dikin bi taybetî eger li ser me hatibe hisabkirin dijî xelkê din bi taybetî li ser axa Sûriye. Sûriye xwedî serweriye, yasaya xwe heye û rolekî xwe yê taybet heye, derencam bi ti awayî nabe kesên li derveyî yasayê di bin her nav û natorekê be yekeyên niştîcihbûnê ava bikin. Eger bi navê desteya alîkariyê hatine kirin û ji aliyê çend kesên diyarîkirî hatibe kirin divê bê zelalkirin, bi taybetî eger Filestînî bin divê bê zanîn çima û çawa hatine vê derê? Çawa gehiştine vê derê? Eger Filestînî ne divê bê zanîn çima Yermûk bicih hiştine û hatine vî cihê li Sûriye?  Hemû ev mijar cihê nerîn û pirsyarê ye? Gelo Filestînî çawa û bi çi mebestekê hatine û gelo rewşeke wan a taybet hebû ew naçar kirine ku berê xwe dane vê derê? Lewra em vî mijarî li vê rewangeha emnî dişopînin, yan ji ber rewşeke taybet a debara jiyanê ye yan çi yê din li piştê ye? Di demekê de em dizanin rewşa Yermûk asayî bûye û pêşwazî li vegera xelkê tê kirin û avakirinê jî li wir destpê kiriye, herwiha ti astengiyek bo vegera Filestîniyan bo Yermûkê nîne.

Rûdaw: Wata êdî hûn hevsozin li gel wan kesayetiyên Efrînê ku serdana we kiribûn?

Nezmî Hizûrî: Bi piştrastî, ew kesyateyên ku mijara xwe vegotin ji ber xemxoriya wan  li ser ax û niştîmanê wan bû, ku peywendiya wî bi wîjdan û bîrhatin û dîrok û siberoja neviyên wan li Efrînê heye. Herwiha tişta ku behsa wî kirin û helwêsta xwe anîn ziman ev jî bo hevsoziya peywendiya navbera Kurd û Filestînê bû. Wan ji pêgeha xwe ev mijar eşkere kirin daku di siberojê de bi ti awayekî guman di dostayetî û birayetiya Kurd û Filestînê de nebe, tekez kiirn daku dubendî û pirisgirêkek û rengvedaneke nerênî bi ser peywendiyên dostane yên herdû milletan çênebe., yan ji ber reftara nerênî ya çend aliyan dikarkirî, ev peywendiyên xort neyên aramnckirin, min ji trere got û ji kesûkarên me yên li Efrînê re dibêjim bi hişmendiya Filestînî û nerîn û têgehiştina me li qurbaniyên gelê Kurd li Sûriye dibêjim, birayên me yên Kurd herdem li gel doza rewa ya gelê Filestînê xebatgêr û dost û qurbanîder bûn. Her li tevgera Fetih û bereya rizgarîxwaza Filestînê, bereya demokarsiyê bo rizgarkirina Filestînê û tişta niha min bihîstiye, em hevsozin û bîrhatina wan li gel me heye. Tevî derd û êşên wan çi bi can û bi dil û bi hemû hezkirina wan heta niha jî Filestîn wek doza xwe dizanin.

Rûdaw: Hevahengî li asta bilind hebû di mnavbera şoreşa Kurdî û serkirdayetiya Filestînî…..Lê tiştekî din eza vê yekê li Kurdistan dibihîzim û dema serdana Bexdayê dikim, nihêniya wê dilsoziya Filestînî li gel Seddam Hisên çi ye, peykerek bo Seddam Hisên li Ramellah! Cadeyek bi navê Seddam Hisên li Ramellah! Bi kêmanî tişta li nûçeyan dibînim ev yek hestyariyeke zêde tevdigerîne, vê ji min dipirsin ji ber ez konsulê dewleta Filestînê me.

Nezmî Hizûrî: Yekem ev li derveyî bintarê bû…Li derveyî pirsyaran bû.

Rûdaw: Belê li derve bû, lê niha hat bîra min.

Nezmî Hizûrî: Li derveyî wan pirsyaran bû ku tee w şandibûn. Tu bi xwe dizanî Filestînî nerîna wan heye û hinek caran piraniya wan ji pêgeha wefadariyê rêzê li Seddam Hisên digirin, ji ber gotina wî ya herî dawî berî koça dawî bike gotibû( Bijî Filestîna Ereb û Azad) êdî tu dixwaze kesê Filestînî çi bibêje? Gotina wê y dawî li mjiyanê ew bû, bijî Filestîna Ereb û azad.

Rûdaw: Ev pirisyar hat bîra min, ji ber te behsa rijdbûna Efrîniyan kir li ser peywendiyên Filkestîn û Kurd.

Nezmî Hizûrî: Iraq bi giştî li gel Filestîn bû, li hemû qonaxan û li sedema hemû srokatiyan û gelê wî jî, mil bi mile grûpên Filestînî, artêşa Iraqê di 1948 û 1967 û 1973an li Filestînê şer kir. Iraqê serbazgeh û meşq û çek û hêz û piştîvanî bo me dabîn kirin û li Iraqê balyozxaneya me heye, ev dîrok e û nabe…

Rûdaw: Iraq an gelê Iraqê?

Nezmî Hizûrî: Gelê Iraqê berdewam li gel Filestînê bû, herwiha gelê Kurd jî.

Rûdaw: Hejmareke zêde ya Filestîniyan li Herêma Kurdistanê dijîn, hejmara wan çend e, û rewşa wan ya mirovî çawa ye?

Nezmî Hizûrî: Yekem, hebûna Filestîniyan li vir, tu tevgera wan bi xwe li vir dibîne ne cihgîr e. wek tevgera tranzit e, hinek caran 300 malbatin û carnan 200 malbatin, ev jî bi sedema ku diçin derve bo karkirinê.

Rûdaw: Welatê Sêyem

Nezmî Hizûrî: Hebûna Filestîniyan li vir nêzîka 250 malbatê ne, bi ser du coran de dabeş dibin, beşekî wan xortên koçbderan in li Iraqê, ji sala 1948an ve hatine û beşekî din bo karkirinê hatine wek pizîşk û endazyar û dermansaz û teknîkar û karker.  Hinek xortên koçberên 1948an ji Bexdayê hatine û hinek ji Mûsilê piştî wan bûyerên ku ji ber terorê çêbûn.

Rûdaw: Rewşa wan a mirovî çawa ye, gelo ti alîkariyeke mirovî werdigirin?

Nezmî Hizûrî: Bi rastî li vir dibêjin sipas bo hikûmeta Kurdistanê. Di dema yekem de ew Filestîniyên di 2014an ve ji Mûsilê hatin, asayîşê ew li kampa Beherkê bicîh kirin. Dezgeha Barzanî hemû alîkarî bo wan dabîn dikir, ji cihê niştîcîhbûnê, xwarin û xizmetguzariya tendirustî û xwendin.

Rûdaw: Li gor vê yekê ew penaberin, ew di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ne, gelo ti alîkariyeke navdewletî wedigirin?

Nezmî Hizûrî: Hineke caran ji aliyê Neteweyên Yekbûyî alîkariya wan dihat kirin, lê ew piştîvanî ne berdewam bû.  Piştîvaniya berdewam ji aliyê Dezgeha Barzanî bû. Niha li kampa Beherkê ne, 13 malbat mane, ku berê nêzîka 120 malbatê bûn. Hejmara wan kêm bûye hinek vegeriyan Bexdayê û hinek jî derketin.

Rûdaw: Peywendiya we li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê WEK fILESTîN DI Çi astê de ye?

 Nezmî Hizûrî: Peywendiyên me li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyên taybet in û di asteke bilind de ne. Destpêkê hişyariya dîrokî ya herdû gelên Filestîn û Kurd ev peywendî damezrandin. Peywendiyên me dîrokî ne, û ji ber hişyariya herdû serkirdayertiyên Filestîn û Kurd  berdewam bûn, rastiya wê jî ku nûneratiya Filestînê li ser axa Hewlêrê tê kirin û alaya Filestînê li asmanê Hewlêrê bilind e, û serdana cenabê serok Mehmûd Ebbas bo Herêma Kurdistanê di 2009ê de û piştre rêzdar wezîrê derve Riyaz Malikî di 2011ê de serdan kiribû, ev amaje bû bo vekirina kunsilxaneya dewleta Filestînê di 29ê Kanûna 2011ê de û vekirina wê bi çavdêriya cenabê serok Mesûd Barzanî bû, ku ew bi xwe li vir amade bû, û amadebûn û çavdêriya wî alaya Filestînê hat bilindkirin, û bo destpêka karê konsulxaneya giştî ya dewleta Filestînê, ev amadebûn heta niha berdewam dibe, em pişta xwe bi peywendiyên dîrokî û têgehiştina hevbeş û hêviyên siberoja me girêdidin, bo bihevre karkirin, bo pêkanîna armancên herdû gelên me, ku peywendiyên girîngin û cihê rêz û şanaziyê ne. Em ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdiatnê tên piştîvanîkirin, ji aliyê hemû aliyên peywndîdar ve, rêza me ya taybet bo fermangeha peywendiyên derve ku bihevre me peywendiyên girîng damezarandine, herwiha wezareta navxwe ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ku asayîş bo xortên Filestînê dabîn kiriye

Rûdaw: Spas rêzdar Nezmî

Nezmî Hizûrî: Sipas bo te, silav li xelkê Efrînê, em hêvîdar in Efrîn û hemû Sûriye vegere rewşa aramî û ewlehiyê.

Rûdaw: Rêzdar Nezmî Hizûrî Hizûrî….Kîjan rasttir e? Hezûrî yan Hizûrî, cuda ev nav tê bikaranîn Nezmî Hizûrî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst