Dana Stroul: Divê HSD di sîstema parastinê ya nû de cih bigire

19-01-2025
Dana Stroul / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dana Stroul / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka HSD Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Cîgira berê ya Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Dana Stroulê got:

“Bi baweriya min, divê bi piştrastî Hêzên Sûriya Demokratîk di nav hêzên ewlehiyê yên niştimanî yên paşeroja Sûriyeyê de xwedî rol bin.

HSDyê xizmeteke mezin ji cîhanê re kiriye di têkbirin û derxistina DAIŞê ji deverên di bin kontrola wan de û niha jî çavderiya van kesan dikin...

Şîreta min ji bo îdareya Trump ew e ku ev hevalbendiyeke pir girîng e û ev komeke şerker e ku ez dubare dikim wan (HSD) xizmeteke mezin kiriye, ne tenê ji bo Sûriyeyê û Sûriyeyiyan û ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji bo cîhanê, çimkî kes naxwaze DAIŞ vegere, ji loma divê em bi HSDyê re kar bikin.”

Dana Stroul diyar kir ku metirsiya DAIŞê berdewam dike û li pey çû:

“Êdî li Îraq û Sûriyeyê ax di bin kontrola DAIŞê de nîne lê hîn jî gefeke cidî ye çimkî em dizanin hîn gefên DAIŞê hene ku dikarin zererê bidin welatiyên Îraqê û wan destkeftên girîng ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmergeyan bi dest xistine bi paş ve bixin.

Li bakurrojhilatê Sûriyeyê jî hîn 9 hezar çekdarên DAIŞê di girtîgehan de ne û ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve tên kontrolkirin.

Her wiha 40 hezar kesên penaber di kampan de hene ku dixwazin vegerin malên xwe. Lê ev pirsgirêk nehatine çareserkirin.”

Stroulê got, “Ez bawer nakim veşartî be ku siyaset li Kurdistana Îraqê û li Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîstikeke zehmet e” û li ser yekbûna Pêşmergeyan wiha axivî:

“Pêşveçûn hêdî bûye lê Amerîka bi giştî xwedî sebreke mezin e û dîroka Îraqê jî tijî nakokî û xwînrijandineke zêde ye.

Loma nerîna min a kesane ew e ku divê em li gel hevpeymanên xwe bi sebir bin.

Ji bo ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê karibin ser bikevin û gelê Îraqê biparêzin, pêwîstiya te bi Pêşmergeyê Kurd heye ku qurbanî û xwîneke zêde ji bo parastina Îraqê û derxistina DAIŞê ji Îraqê dan.”

Cîgira berê ya Alîkarê Wezîrê Parastinê û Berpirsa Dosyeya Rojhilata Navîn (ya Îdareya Biden) Dana Stroul ji Rûdawê re axivî.

Rûdaw: Gelekî spas Dana ku tu li gel me yî. Di rojên bê de, îdareyeke nû dê bê Koşka Spî. Çi bendewariyeke te derbarê siyaseta derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn heye? Tu bawer dikî ku guherîneke mezin di wê siyasetê de dê çêbibe, yan tu bendewariya guherîneke wisa nakî?

Dana Stroul: Berî her tiştî, Serok Trump qala aştiya bi rêya hêzê dike. Dema behsa hêzê dike, ez bawer im mebesta wî hêza leşkerî û aborî ya xurt û serkirdatîkirina li ser asta navneteweyî ye. Lê wî ew jî ron kiriye ku naxwaze Amerîka di her pirsgirêkekê de û li her derê tekane pereder û beşdar be.

Bi dîtina min, ev ji bo îdareya Trump tê wateya ku di warê avadankirin û alîkariya mirovî de naxwaze Amerîka li pêşiya hemû pirsan be. Libnan, Xeze, Sûriye, Yemen, Lîbya, ev hemû pirsgirêk her dem hene. Dixwaze kesên din serkirdatiyê bikin.

Rûdaw: Dema tu dabaşa hêza leşkerî ya xurt dikî, gelo tê wateya ku Amerîka dê hêzên zêdetir bişîne Rojhilata Navîn, yan ji ber ku di îdareya berê de me bihîst Serok Trump digot, em welatên Rojhilata Navîn naparêzin û li wir namînin heta ku tiştek nekeve destê me. Çi bendewariyeke te di vî warî de heye?

Dana Stroul: Berî her tiştî, Trump gelekî zelal bû ku bawer dike şerê duyem ê Kendavê, ango dagirkirina Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve, ji bo rakirina Sedam Husên ji desthilatê şaş bû. Her wiha bawer dike çendîn dehsal destêwerdana leşkerî ya Amerîkayê li Îraq û Efxanistanê ku xwîn û samanekî zêde yê gelê Amerîkayê tê de çûn, şaş bû.

Em ji îdareya wî ya yekem jî dizanin ku gelek caran hewl da hêzên Amerîkayê ji bakurrojhilatê Sûriyeyê vekişîne, lê beşeke mezin a wan hewlan ji aliyê tîma ewlehiya niştimanî ve hatin pûçkirin, çimkî wan bawer dikir ku DAIŞ hîn jî gefeke mezin e.

Niha jî ez bawer im ku Trump li herêmê dinêre û dikare bê qanîkirin ku roleke girîng a artêşa Amerîkayê heye lê ne ku kesên din di lîstikê de veberhênanê nekin û beşdar nebin.

Rûdaw: Kesên din ku tu behsa wan dikî, mebesta te hevpeymaniya navneteweyî ye, yan welatên Ewropayê ne, yan jî tu behsa welatên Erebî û Rojhilata Navîn jî dikî?

Dana Stroul: Mînakeke baş gefên deryayî yên Hûsiyan e ku girêdayî Îranê ne li Yemenê. Eger tu li wê yekê binêrî ka Amerîka çi dike, operasyona parastina xweşguzaraniyê heye ku piştgiriya parastin û çavdêriya li Deryaya Sor dike, paşê bo mînak ev êrişên piralî jî ku bi Brîtanyayê re hene.

Ez bawer im ku Donald Trump li vê yekê dinêre û dibêje, baş e çima artêşa Amerîkayê vê hemûyî dike dema ku azadiya keştîvanî ji bo hemû cîhanê girîng e, divê her kes azadiya keştîvanî û tevgera azad a bazirganî bixwaze. Yanî çima ez wekî Amerîka û artêşa Amerîkayê piraniya vî karî dikim? Ez amade me hinekî bikim lê dixwazim kesên din jî werin pêş.

Rûdaw: Tu çawa li vê yekê dinêrî? Tu bawer dikî siyaseteke baş e ku bi vî rengî li rewşa Rojhilata Navîn bê fikirîn? Ji ber ku di dawiyê de, dibe ku... ez bi çend generalên Amerîkî re axivîm ku wan digot, Amerîka carinan pirsgirêkê çareser nake lê bi rê ve dibe, lê di dawiyê de pirsgirêk mezintir dibe û divê Amerîka pê re tevbigere?

Dana Stroul: Li gorî min, tiştê ku pir balkêş e derbarê tîma ewlehiya niştimanî ku Donald Trump pêk tîne ew e ku serkirdên zêdetir ku xizmeta wan a leşkerî û ezmûna pratîk li Îraq û Efxanistanê heye dê gelekî nêzîkî serok bin.

Tiştê ku em ji her du aliyên Demokrat û Komarî li Washingtonê dibihîzin, nermiya wan e derbarê wê yekê ku Washington an Amerîka bi tenê dikare çi bike. Loma ez bawer im ku ew li van pirsan dinêrin û dibêjin, rolek ji bo Amerîkayê heye, lê ne tenê rol e, çimkî ji aliyekî din ve, me gelek axaftin ji tîma Trump bihîstine derbarê pêwîstiya baldarî danîna li ser gefa Çînê û herêma Pasîfîkê.

Arîşe ji bo wan ew e ku çawa wê yekê bi rê ve bibin ku li herêma Pasîfîkê pêwîst e, ku ji bo birêvebirina şerê Rûsya-Ukraynayê li qada Ewropayê pêwîst e, paşê dixwazin zanibin çawa piştgiriya aramî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn bikin. Dibe ku nekarin wan hemû tiştan di asta ku dixwazin û di heman demê de bikin. Ev tişt dê biryarên gelekî zehmet bin.

Rûdaw: Ez bawer im dema em qala Rojhilata Navîn dikin, hin welat hene di nav aloziyê de ne, li hin welatan komên milîs hene, du ji wan welatan Îraq û Sûriye ne. Bi hebûna hêzeke nû li Sûriyeyê, bi HTŞyê re, bi rabirdûya wan re ku têkiliyên wan bi Qaîde û komên din re hebû. Tu bawer dikî ku hebûna leşkerî ya Amerîkayê niha ji berê zêdetir pêwîst e, yan niha wek em dibînin, wek çawa rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê nemaye û hikûmeteke we li Îraqê heye ku têkiliyên we pê re heye, êdî hewcedariya we bi wê hebûnê nîne?

Dana Stroul: Bi dîtina min, artêşa Amerîka û Dewletên Yekbûyî karekî gelekî girîng di serkirdatîkirina hevpeymaniya navneteweyî ji bo têkşikandina DAIŞê de kirine. Êdî li Îraq û Sûriyeyê ax di bin kontrola DAIŞê de nîne lê hîn jî gefeke cidî ye. Niha çend mînakên gelekî baş ên operasyonên leşkerî yên hevbeş li Îraqê zêde dibin, çimkî em dizanin hîn gefên DAIŞê hene ku dikarin zirarê bidin welatiyên Îraqê û wan destkeftên girîng ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê û hêzên Pêşmerge bi dest xistine bi paş ve bixin.

Li bakurrojhilatê Sûriyeyê jî hîn 9 hezar çekdarên DAIŞê di girtîgehan de ne û ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve tên birêvebirin. Her wiha 40 hezar kesên penaber di kampan de hene ku dixwazin vegerin malên xwe. Lê ev pirsgirêk nehatine çareserkirin, eger çareseriyeke me ji bo miamilekirin bi van kesan re nebe, mîna girtî û koçberan, wê demê divê em bizanibin ku em dizanin DAIŞ li herêmên di bin kontrola rejîma Beşar Esed de gelekî çalak bû.

Ji wextê ku Esed reviyaye û xwe li Moskowê veşartiye, artêşa Amerîkayê êrişên xwe yên leşkerî bileztir kirine, ku nîşanî me dide hîn pirsgirêkeke rastîn û gelekî cidî li Sûriyeyê heye. Ez bawer im jî rolek heye ku artêşa Amerîkayê bilîze.

Rûdaw: Tu beşek ji îdareya niha bûyî. Pirsgirêka DAIŞê, girtiyên DAIŞê û navendên ragirtina DAIŞê li Sûriyeyê ne tiştekî nû ye. Çima hûn û dema ez dibêjim ez dizanim tu niha di posta xwe de nemayî, lê çima Dewletên Yekbûyî û civaka navneteweyî nikarîbûn pirsgirêka girtiyên DAIŞê li Sûriyeyê çareser bikin, ku demeke dirêj e li wir in. Ev ne pirsgirêkeke nû ye?

Dana Stroul: Ev lekeyek e li ser rûyê civaka navneteweyî. Bila ez rastgo bim, ji bo çareserkirina vê yekê divabû enerjiyeke pir zêdetir, îradeyeke siyasî ya pir zêdetir û veberhênaneke zêdetir a çavkaniyan hebûya.

Tiştê ku bi salan e diqewime ew e ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li vir pêşeng e di danûstandinê de ji bo vegerandina van kesan bo Ewropa, Asyaya Navîn, Rojhilata Navîn, Tirkiye û Afrîkayê. Ev jî karekî gelekî hêdî ye çimkî ev hikûmet gelekî nîgeran in ku terorîstan vegerînin welatên wan û paşê gefên terorîstî li welatên xwe pêk bînin.

Rûdaw: Lê divê çareseriyeke hebe. Baş e, eger qebûl nakin ku vegerin welatên xwe divê çareseriyek hebe, çimkî eger li wir bimînin, dema rewşeke wekî ya niha ya Sûriyeyê hebe, dibe ku bibin gefeke mezintir li ser ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê û ewlehiya civaka navneteweyî?

Dana Stroul: Ez bi tevahî bi te re hevnêrîn im, çareserî ew e ku bernameya çaksaziyê ji bo zarokên ku ji van kampên koçberan derdikevin heye. Divê navendên girtinê yên ewle jî hebin ji bo kesên ku dikarin li ser sûcên xwe yên di dema endamtiya DAIŞê de bên darizandin. Lê ev yek li van welatan karekî gelekî zehmet e. Ez careke din dibêjim, hem vîna siyasî û hem jî girêdana bi çavkaniyan pêwîst e lê me ev yek nedîtiye.

Rûdaw: Bila em her li Sûriyeyê bimînin, Ehmed Şer (Colanî) heye. Em demboriya wî dizanin. Bereya Nusrayê bû, têkiliyên wî bi Qaîde û DAIŞê re hebûn. Niha gotinên wî guherîne. Tu çaverê dikî ku Ehmed Şer karibe rejîmeke demokratîk li Sûriyeyê ava bike?

Dana Stroul: Ez bawer im em niha çaverêtiyê dibînin, xasma ji paytextên Ewropayê, bi peyvên wekî demokrasî, beşdarîpêkirin, mafên kêmîneyan, mafên jinan, em van mijarên cuda tevan dibînin. Tiştê herî girîng ew e ku tiştê em derbarê Beşar Esedê Sûriyeyê dizanin ew e ku şêwaza rêvebirina wî ne ya beşdarîpêkirinê bû û ne jî rengvedana xwesteka gelê Sûriyeyê bû.

Ez bawer im divê em bizanin gelo Ehmed Şer dê ji bo hemû gelê Sûriyeyê hukim bike û biryar bide ku xwestekên wan di çawaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyên hikûmetê de werin nîşandan.

Rûdaw: Gelo te ew xwestek ji Ehmed Şer dîtiye?

Dana Stroul: Vêga hemû gotinên rast dike. Behsa rêvebirina ji bo hemû Sûriyeyê dike, behsa rola hemû Sûriyeyiyan di hikûmeta xwe de dike, bê ku netew, eşîr, erdnîgarî û tiştên wisa li ber çavan bigire. Gavên rast ji bo şermezarkirina terorê û dûrxistina bandora neyînî û ziyandar a Îranê davêje.

Rûdaw: Nerîna te li ser kiryarên wan ên li dijî Elewiyan, kiryarên wan ên li dijî kêmîneyên din ên ku ne girêdayî wan in çi ye? Te ew vîdeo dîtine ku li torên civakî belav bûne, çawa tevgerê bi van kesan re dikin?

Dana Stroul: Erê, min dîtiye û ez bawer im ku pir nîgeranker e. Divê ew û saziyên ewlehî ku raporan jê re dikin, piştrast bikin ku dê dev ji vî cûreyê tundûtûjiya tolhildanê berdin û pêşî li vê çerxa tundûtûjiyê bigirin. We dît ku bi sivikkirina cezayên xwe, Dewletên Yekbûyî dixwaze texmîna ku Ehmed Şer dikare bi rengekî berfireh hukim bike û civakên ku di metirsiyê de ne biparêze, biceribîne.

Lê sedema ku sivikkirina cezayên Amerîka tenê şeş meh in ew e ku ceribandinek e ku meriv bibîne ka ew bi rastî li gorî gotinên xwe yên baş tevdigere û van civakan diparêze yan na.

Rûdaw: Têkildarî hikûmeta nû ya Sûriyeyê, li gorî te derfet heye ji bo hikûmeteke federal li Sûriyê û hebûna herêmekê ji bo îdareya xweser a Kurdî? Tu çaverêtiya tiştekî ji wê cureyê dikî li dahatûya wê herêmê?

Dana Stroul: Bi nêrîna min, yek ji astengiyên ku civaka navneteweyî pê re rû bi rû dibe ew e ku her kes dibêje divê dahatûya Sûriyeyê ji aliyê Sûriyeyiyan ve were diyarkirin. Lê pirsgirêk ew e ku nêrînên Sûriyeyiyan ên cuda li ser çawaniya îdarekirina xwe heye. Gelo divê hikûmeteke navendî ya xurt li Şamê be yan jî divê hikûmeteke federal be ku herêmên cuda çavkaniyan parve bikin? Min dîtiye ku hin serkirdên bakurrojhilatê Sûriyê tiştên rast li ser parvekirina çavkaniyan gotine ku pir girîng in. Divê em karekî zêde bi hemû pêkhateyan re bikin.

Rûdaw: Ez bi temamî têdigihim. Ma tu wê potansiyelê li Rojava dibînî ku bibe dewleteke federal an jî herêmeke federal li Sûriyê?

Dana Stroul: Ez qala siyaseta Amerîkayê dikim. Li gor min, tişta ku di siyaseta Amerîkayê de zelal e ew e ku dewleteke Sûriyeyê ya yekgirtî ye ku her pêkhateyek bêyî li berçavgirtina netewe yan nijadê xwedî rol be.

Rûdaw: Ma ev ne li dijî wê siyasetê ye?

Dana Stroul: Rast e û heke hûn niha guhdariya daxuyaniyên serkirdên îdareya Biden bikin, tiştê jê re hewl didin hêsankariya ji bo rolekê ye û radeyek ji xweseriyê ji bo bakurrojhilatê Sûriyeyê di nava dewleteke yekgirtî ya Sûriyeyê de. Lê bi ya min gelek ji van tiştan girêdayî hûrguliyan û îradeya siyasî ya wan hemû serkirdeyan in ku ji bo ku pêdiviyên gelê xwe bînin pêş û lê bifikirin ka çawa dikarin hemû kes bên parastin û çavdêriya malbatên xwe bikin û piştgiriya wan a pêwîst ji bo jiyanê hebe.

Rûdaw: Li ser hebûna welatekî yekgirtî li Sûriyeyê, ev tê wê wateyê ku divê HSD bibe beşek ji sîstema parastinê ya nû ya Sûriyeyê. Hûn bawer dikin dê karibin tevlî vê sîstema parastinê ya nû bibin?

Dana Stroul: Erê. Bi baweriya min, divê bi piştrastî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di nav hêzên ewlehiyê yên niştimanî yên paşeroja Sûriyeyê de xwedî rol bin. HSDyê xizmeteke mezin ji cîhanê re kiriye di têkbirin û derxistina DAIŞê ji deverên di bin kontrola wan de û niha jî çavderiya van kesan dikin...

Rûdaw: Bi beşdariya di vê sîstema parastinê ya nû de, gelo hûn bawer dikin ku derfet heye ji bo hebûna şêwaz an modeleke wek ya Pêşmerge li bakurrojhilatê Sûriyeyê, yan jî tenê dê yek sîstema bergiriyê û yek artêş û yek unîform li seranserê Sûriyeyê hebe?

Dana Stroul: Ez naxwazim behsa çawaniya sergihayîbûna vê yekê li Sûriyeyê bikim. Ev çarçove ji dîroka Îraqê cuda ye. Lê eger tu li Amerîkayê binêrî, wek mînak, artêşeke me ya niştimanî heye û piştre lîwayên me yên pasevaniya niştimanî hene ku girêdayî her eyaletekê ne û çavkaniyên xwe ji Wezareta Parastinê werdigirin, wekî ku hûn li welatên din jî dibînin ku wezaretên parastinê xwedî rol in.

Rûdaw: Ev ji bo Sûriyeyê mînakeke baş e?

Dana Stroul: Ez bawer nakim ku ev mînakeke temam be ji bo Sûriyeyê lê ya ku ez dibêjim ew e ku modelên cuda hene ji bo çawaniya sergihayîbûna vê yekê ku tê de hêzên ewlehiyê yên navendî yên niştimanî hene û piştre li deverên cuda rolên cuda ji bo hêzên ewlehiyê yên herêmî yan xwecihî hene.

Rûdaw: Niha, ez bawer dikim Amerîka hîn ji bo têkbirina DAIŞê li Sûriyeyê ye, li vir, li vê paytextê her kes dibêje DAIŞ bi tevahî nehatiye têkbirin, lê em dizanin ku li wê herêmê hin bûyer diqewimin ku hevalbendên we yên têkbirina DAIŞê ji we dûr dikevin, ku ew li ser erdê ne. Çima Amerîkayê nekariye lihevkirin an agirbestê, yan jî her peymanekê bi Tirkiyeyê re li ser wê beşa Sûriyeyê çêbike û wer li wan bike ku bicivin û cûrekî aştiyê li wê deverê hebe?

Dana Stroul: Berî her tiştî, ez bawer im ku ev bi rastî ew tişt e ku Amerîka dike. Lewra jî we dîtiye ku artêşa Amerîkayê li ser hin tiştan danûstandinê dike...

Rûdaw: Ew vê dikin, lê çima nekarîn wê bi cih bînin?

Dana Stroul: Dema mijar tê ser karkirina bi Tirkiyeyê re, ev ji demeke dirêj ve navçeya alozî û nakokiyê di navbera Enqere û Washingtonê de bû. Enqere li dijî hevalbendiya Amerîkayê bi HSDyê re ye, Amerîka jî ji bo dehsalekê yan zêdetir piştgiriya wan kiriye.

Şîreta min ji bo îdareya Trump ew e ku ev hevalbendiyeke pir girîng e û ev komeke şerker e ku ez dubare dikim, xizmeteke mezin kirine, ne tenê ji bo Sûriyeyê û Sûriyeyiyan û ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji bo cîhanê, çimkî kes naxwaze DAIŞ vegere, ji loma divê em bi HSDyê re kar bikin.

Rûdaw: Di nav wan de Tirkiye jî?

Dana Stroul: Li gorî min, Tirkiye niha bi zelalî xwedî rol e û dikare bandorê li ser tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin bike. Bi zelalî jî pêwendiyên wan ên rasterast bi HTŞ, Ehmed Şer û Şamê re hene. Loma erê, divê Amerîka hevahengiyê bi Tirkiyeyê re bike û bi hev re kok bin. Lewra we dîtiye ku gelek berpirs ji Washingtonê çûne Tirkiyeyê û ez bawer im ku ev dê di îdareya bê de jî berdewam bike.

Rûdaw: Li ser Îraqê, Îraq pir aloz e. Hikûmeteke federal heye. Piştre Wezareta Parastinê heye. Li aliyê din, Heşdî Şebî heye. Li medyaya Îraqê rapor tên belavkirin ku Amerîka ji hikûmeta Îraqê re ragihandiye ku divê Heşdî Şebî nemîne, heta çi astê tu bawer dikî ku Amerîka dikare vê yekê bi hikûmeta Îraqê re bike?

Dana Stroul: Ez nikarim dabaşa van gotegotan bikim lê ez bawer im ku girîng e em zelal bikin ka Amerîka çi dixwaze. Sîstemeke Îraqê heye ku tê de divê hêzên ewlehiyê rapora xwe bidin fermandarê giştî ku di sîstema Îraqê de serokwezîr e.

Tiştê ku Amerîka her dem li dijî bûye çekdarkirin an arastekirin an piştgirîkirina milîşayan e ku rêzê li desthilata serokwezîr û Bexdayê nagirin. Ev jî bi giştî ew hêz in ku piştgiriyê ji Tehranê werdigirin û hêzên Amerîkayê kirine armanc û hewl didin hêzên Amerîkayê bikujin.

Hêzên Amerîkayê jî li ser daxwaza hikûmeta Îraqê li wir in ji bo piştgirîkirina şerê dijî DAIŞê. Yanî ev e tiştê ku Amerîka dike. Dixwaze hêzên wê bikaribin bi awayekî aram piştgiriya Îraqê û gelê Îraqê bikin. Lê pirsgirêk e ji bo Îraq û gelê Îraqê eger milîsan li derveyî desthilata hikûmeta navendî kar bikin.

Rûdaw: Tenê pirsgirêk e ji bo Îraqê yan ji bo Amerîkayê jî?

Dana Stroul: Diyar e ku pirsgirêk e ji bo her duyan, çimkî berî her tiştî, eger hikûmeta Îraqê hêzên Amerîkayê nekirine armanc, eger milîs hebin ku rêzê li serweriya Îraqê negirin, ev pirsgirêk e ji bo Îraqê û gef e li ser hêzên Amerîkayê.

Rûdaw: Ez vê ji te dipirsim çimkî tu niha di postekê de yî. Yanî, tu bawer dikî ku hikûmeta Îraqê bi rastî girîngiyê dide vê yekê? Ji ber ku hin ji van koman beşek ji Heşdî Şebiyê ne û Heşdî Şebî pereyan ji bûdceya Îraqê werdigire, ku cara dawî 2,7 milyar dolar ji bûdceya Îraqê wergirtin. Yanî, eger gelekî girîngiyê didin vê yekê, çima van çavkaniyan didin van koman da ku van êrişan bikin û van binpêkariyan bikin?

Dana Stroul: Berî her tiştî, komên milîs hene ku bersiva bangawaziya Ayetulah Sîstanî yê mezin dan dema DAIŞê axa Îraqê dagir kir, ew rabûn ji bo piştgirîkirina wan hewlan ku Amerîka, Îraq û yên din tê de beşdar bûn ji bo rizgarkirina jiyana Îraqiyan, rizgarkirina axa Îraqê û derxistina DAIŞê.

Paşê milîsên din hene ku cuda ne, li derveyî desthilata hikûmeta Bexdayê kar dikin, pere, çek û rahênanê ji wan werdigirin ku naxwazin Îraq bi ser bikeve. Rastiya wê, gelek ji wan li Tehranê ne. Yanî ez bawer im cudahî heye û ez li gorî min tiştê ku Amerîka dixwaze bi derbasbûna demê bike alîkarîkirina Îraqê ye, piştrastbûn e ji wê yekê ku hemû hêzên leşkerî yên guncaw ku ji bo piştgiriya serweriya niştimanî ya Îraqê kar dikin rapora xwe bidin hikûmeta navendî li Bexdayê.

Rûdaw: Tu bawer dikî Îraq di vê pêvajoyê de ser dikeve?

Dana Stroul: Ez pir hêvîdar im çimkî ez bawer im ku Îraq hevpeymaneke stratejîk a gelekî girîng a Amerîkayê ye, ev jî ji têkiliyeke ewlehiyê bi wêdetir e. Bi dîtina min, hêvî û veberhênaneke mezin li ser serkeftina gelê Îraqê û ciwanên Îraqê heye û, piştî wan tiştên xerab ku DAIŞê kirin pêwîst e karekî gelekî zêdetir bê kirin.

Rûdaw: Yanî, çend xulekên min ên din mane û ez ê hin pirsan derbarê Pêşmergeyên Kurd de bikim. Te serdana Herêma Kurdistanê kiriye û te li gel berpirsên Kurd li ser reforman kar kiriye. Yanî, Herêma Kurdistanê ji 1992yan ve li ser wê reformê kar dike, bi têgihîştina te, çima nikarin Pêşmergeyên Kurd ji heman herêmê di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de kom bikin ku ser bi hikûmetekê ye ji aliyê van her du partiyên siyasî ve hatiye pêkanîn?

Dana Stroul: Ez bawer nakim veşartî be ku siyaset li Kurdistana Îraqê û li Hikûmeta Herêma Kurdistanê lîstikeke zehmet e. Ji bo demeke dirêj jî Amerîkayê partiyên cuda han dane ku bi hev re kar bikin û gelê Herêma Kurdistanê û rola wan di nav Îraqê de deynin pêş. Tu rast dibêjî, pêşveçûn hêdî bûye lê Amerîka bi giştî xwedî sebreke mezin e û dîroka Îraqê jî tijî nakokî û xwînrijandineke zêde ye.

Loma nerîna min a kesane ew e ku divê em li gel hevpeymanên xwe bi sebir bin û ev ew e ku we dîtiye ji aliyê vê nexşerêya dirêj ve ku Amerîkayê pêvajoyeke şêwirmendiyê ji bo piştgirîkirina yekkirina Pêşmergeyan di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de dabîn kiriye.

Rûdaw: Ti carî, eger agahiya te heye yan dema tu di posta xwe de bûyî, gelo hikûmeta Amerîkayê ti zext daniye ser Herêma Kurdistanê da ku gelekî zelal ji wan re bibêje, hevalno, eger hûn vê yekê nekin, wê demê sebra me sînordar e?

Dana Stroul: Bi giştî ez bawer nakim ku gef li gel hevpeymanan kar bike. Her wiha ez bawer im ku divê radeyeke rêzê di navbera hevpeymanan de hebe lê tiştê ku Amerîkayê kiriye îmzekirina bîrnameyeke têgihîştinê ye di navbera Wezareta Paratstinê û Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan li Hewlêrê û beşek ji çaverêtiyên ji bo wê wezaretê, ji bo ku Amerîka berdewam be di dabînkirina rahênana leşkerî, hevkariya ewlehiyê, dabînkirina pereyan ji bo piştgirîkirina mûçeyên Pêşmerge da ku gav ber bi reformê ve bê avêtin.

Li gorî min, her van dawiyan civînek hat kirin ji bo pêdeçûna bi pêşveçûna ber bi wan hewlên reformê ve. Bi baweriya min, herdem çaverêtî dê hebe ku serkirde li Kurdistanê wan pîvanên reformê bi cih bînin.

Rûdaw: Ez vê wek pirsa xwe ya dawî datînim, çi li ser mehek e, dema Herêma Kurdistanê hêzên Pêşmergeyan nekiriye yek di wê herêmê de ku gelek komên milîs û gelek welat dora wan girtine ku ne aram in?

Dana Stroul: Bila ez ji xala herî girîng dest pê bikim ku ew nerîna min bû dema ez li Wezareta Parastinê bûm û bi nêrîna min kesên ku di Wezareta Parastinê ya nû de xizmetê dikin, ewlehî û aramî û serkeftina hevpeymanên xwe dixwazin. Ji bo ku Îraq bi ser bikeve, pêwîstiya te bi herêmeke Kurdistana serkeftî heye. Ji bo ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê karibin ser bikevin û gelê Îraqê biparêzin, pêwîstiya te bi Pêşmergeyê Kurd heye ku qurbanî û xwîneke zêde ji bo parastina Îraqê û derxistina DAIŞê ji Îraqê dan. Lê ji bo ku ev bê kirin, divê hin tişt biqewimin.

Pêwîstiya te bi Pêşmergeyê şerker ên xurt heye ku bawerîpêkirî û profesyonel bin. Ev jî tê wateya ku divê hin hewlên reform ên gelekî girîng bên dayîn û divê lîwayên cuda di bin Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan de bên yekkirin. Hin ji wan pêşveçûnan hîn neqewimîne. Tiştê ku em derbarê îdareya Trump de dizanin ew e ku li benda hevpeymanên xwe ne ku gav bavêjin û li gor min li bendê ne ku serkirde li Hewlêrê gavan biavêjin.

Rûdaw: Gelekî spas Dana, ku tu li vir bûyî û spas ji bo ramanên te yên hûrbîn.

Dana Stroul: Spas ji bo mêvandariya we.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst