Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (Munchen) (MSC) Wolfgang Ischinger ragihand ku Yekîtiya Ewropayê nekariya di krîza Sûriyeyê de roleke çalak bilîze û dengê xwe di pevçûnên dawî de "bide bihîstin."
Ischinger her wiha hêviya xwe anî ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îsal jî beşdarî konferansê bibe û got, "Ew dê her tim bi germî werin pêşwazîkirin."
Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê Wolfgang Ischinger, îro di hevpeyvînekê de li gel Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê de li ser rojeva konferansê û rewşa Rojavayê Kurdistanê axivî.
Ischingerê ku berê Balyozê Almanyayê yê Amerîka û Brîtanyayê bû, derbarê nerazîbûna Kurdan a li hember helwesta Amerîka û Ewropayê ya li Sûriyeyê got ku ew wê nerazîbûnê "baş fêm dike."
Ischinger hêvî kir ku pirsgirêkên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê de ji aliyê Şamê ve bên "kontrolkirin" da ku nûnerên Sûriyeyê di konferansê de bikaribin li ser avakirina welêt biaxivin, ne ku dîsa behsa "aloziyên navxweyî yên bi Kurdan re" bikin.
Wî da zanîn ku tê çaverêkirin şandeyeke bilind a Amerîkayê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Marco Rubio beşdarî konferansê bibe.
Serokê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) Wolfgang Ischinger pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Birêz Ischinger, gelekî spas ji bo vê derfetê. Hûn amaje bi xaleke girîng dikin û dibêjin: "Em dê çawa bi cîhanekê re serederiyê bikin ku niha ber bi dabeşbûnê ve diçe?" Her wiha ez dixwazim zanibim, girîngiya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya îsal di çi de ye?
Wolfgang Ischinger: Ez bawer dikim ku em di destpêka serdemeke nû de ne, yan jî di dawiya serdemekê de ne. Dibe ku gotina “Guhertina Serdemê“ (Zeitenwende) ne ew qasî xurt be ji bo pênasekirina wê yekê ya ku em dibînin.
Ez bawer dikim ji ber vê yekê, yek ji pirsên herî mezin ji bo Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ev e: Paşeroja têkiliyên transatlantîk dê çawa be? Gelo em Ewropayî dikarin di paşerojê de jî pişta xwe bidin wê yekê ku Amerîka xwe wekî hêzeke li Ewropayê pênase dike? Duyem, Ewropa çawa dikare berjewendiyên xwe di cîhanê de biparêze, dema ku em dibînin hêzên mezin mîna Amerîka, Çîn, Rûsya û yên din, her ku diçe hewl didin berjewendiyên xwe bi amûrên hêzê ferz bikin? Ango ev xaleke werçerxanê ya dîrokî ye, nexasim ji bo Yekîtiya Ewropayê ya ku her tim xwe wekî projeyeke aştiyê ditiye. Divê em niha Yekîtiya Ewropayê wisa pêş bixin ku ew karibe, heke hewce bike, her 27 endamên xwe di warê leşkerî de jî biparêze.
Rûdaw: Kî ne ew kesên ku îsal beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibin? Cudahiya konferansa îsal li gorî ya sala borî çi ye?
Wolfgang Ischinger: Her sal hinekî ji sala borî cuda ye. Par Alîkarê Serokê Amerîkayê li vir bû. Ez îsal jî li benda şandeyeke pir bilind a Amerîkayê me. Wekî ku min bihîstiye, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio plana hatinê dike. Em li benda hejmareke zêde ya senatorên Amerîkayê ne, di nav wan de Lindsey Graham, serokên komîteyên têkiliyên derve û bergîriyê yên Senatoya Amerîkayê. Ango eleqeya Amerîkayê ya ji bo Munîhê bi awayekî kêfxweşker berdewam e û ev nîşaneke baş e.
Rûdaw: Birêz Ischinger, hûn li siyaseta niha ya Amerîkayê çawa dinêrin? Nexasim li ser Rojhilata Navîn û Sûriyeyê. Niha li Sûriyeyê li dijî Kurdan êriş û komkujî tên kirin. Kurdan bi salan li dijî DAIŞê şer kir. Ew niha dibêjin Amerîkayê pişta xwe da me û xiyanet li me kir. Hûn di vê barê de çi dibêjin?
Wolfgang Ischinger: Belê, ez têdigihim ku dilgiraniyên mezin hene. Li aliyê din, ez dixwazim destnîşan bikim ku aliyê Amerîkayê karîbûye rêyekê pênase bike -her çi qasî ev rê hîna nehatiye meşandin jî- lê rêyek hatiye pênasekirin ka dê mijara Xezeyê û mijara Îsraîl-Filistînê çawa bi rêya dan û standinan were çareserkirin. Vîzyonek ji bo vê heye. Civînên li Şerm el-Şêxê pêk hatin. Ji bo vê yekê, ez bawer dikim ku ev yek ji bo Donald Trump cihê destxweşiyê ye ku ev pêvajo da destpêkirin.
Dibe ku me Ewropiyan bi serê xwe ev kar nekira. Derbarê Sûriyeyê, em dibînin ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê hewl dide têkiliyên baş bi Rojavayê (West) re deyne. Em dê hewl bidin nûnerên payebilind ên vê hikûmeta nû ya Sûriyeyê bînin Munîhê.
Ez tenê dikarim hêvî bikim ku ev alozî û nakokiyên ku niha li Sûriyeyê derketine, werin kontrolkirin da ku em bi nûnerên Sûriyeyê re li ser jinûveavakirina welêt, bipêşketina aborî û aştiya li herêmê biaxivin, ne ku dîsa li ser rewşên şerê navxweyî yê di navbera Kurdan û hêzên leşkerî yên Sûriyeyê de biaxivin.
Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her sal beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê dibe. Îsal jî bi heman awayî hatiye vexwendin. Beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê li wir çi qasî girîng e?
Wolfgang Ischinger: Ez pir hêvî dikim ku ew yan nûnerên din ên civaka Kurdan dîsa werin. Ew di van salên dawî de her tim li vir bûn û her tim dê bi germî werin pêşwazîkirin. Bê guman, em dê kêfxweş bibin heke em nîqaşên li ser rêya rast an ne rast a ji bo paşeroja Sûriyeyê li Munîhê jî bikin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî; Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, çi li Bakur, Başûr yan Rojava be, hemû dilgiran in û hemû dibêjin Ewropayê pişta xwe da me û cîhanê xiyanet li me kir. Civaka navnetweyî li hemberî van komkujiyan bê deng e. Çima Ewropa bêdeng e?
Wolfgang Ischinger: Bi rastî ez wê yekê baş fêhm dikim. Ez dilgiran im ku Ewropayê nekariye dengê xwe di van rûdanên dramatîk ên li herêmê de bi xurtî bide bihîstin. Di guherîna li Sûriyeyê de, destpêkê çûna dîktator nîşaneke baş bû lê ez xemgîn im ku Yekîtiya Ewropayê nekariye zêdetir xwe bixe nav lîstikê ji bo hewldana dîtina serederiyeke aştiyane ya Sûriyeyê, nexasim li gel Kurdan. Ez tenê dikarim hêvî bikim ku ev rewş di hefteyên pêş de biguhere.
Rûdaw: Birêz Ischinger, gelekî spas ku hûn bi me re bûn.
Wolfgang Ischinger: Gelekî spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse