Katharina Droge: Bêrîvan Aymaz nûnertiya civakeke hevgirtî dike

27-09-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Katharina Droge bû mêvana Rûdawê
Katharina Droge bû mêvana Rûdawê
Nîşan Partiya Keskan Katharina Droge Hilbijartin Bêrîvan Aymaz
A+ A-

Katharina Drogeyê ragihand ku namzediya Bêrîvan Aymazê ji bo civakeke hevgirtî û li dijî zêdebûna rastgiriya tundrew peyameke xurt e û ew bawer dike ku Aymaz dê bibe şaredareke baş.

Seroka Fraksiyona Partiya Keskan a li Parlamentoya Federal a Almanyayê Katharina Drogeyê ji bo piştgiriya namzeda Serokatiya Şaredariya Kolnê Bêrîvan Aymazê çû wî bajarî û di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re axivî.

Katharina Drogeyê diyar kir ku ew serkeftina Bêrîvan Aymaz a di gera yekem a hilbijartinan de wekî “amajeyeke bihêz” dibîne û got:

“Bêrîvan Aymaz bi çîroka jiyana xwe nûnertiya wan milyonan mirovên li Almanyayê dike ku dê û bav an bapîrên wan li derveyî Almanyayê ji dayîk bûne.”

Drogeyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku divê li dijî polarîzasiyona civakî û hewlên rastgirên tundrew rawestin.

Drogeyê derbarê siyaseta penaberan da zanîn ku aboriya Almanyayê pêwîstiya wê bi koçberan heye û divê nîqaşên li ser vê mijarê bi awayekî erênîtir werin kirin.

Droge her wiha li dijî rawestandina mafê anîna malbatan (Familiennachzug) ji bo kesên di bin parastina demkî de ne derket û ew wekî “biryareke gelekî tund û diltezîn” bi nav kir.

Drogeyê li ser rewşa mafên Kurdan li Tirkiyeyê jî rawestiya û siyaseta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û got:

“Em dibînin ku Erdogan bi awayekî dîktatoriyane reftarê dike û zêdetir zextê bi kar tîne.

Ev bipêşveçûneke bi pirsgirêk e ku em wekî Partiya Keskan her tim amaje pê dikin.”

Drogeyê da zanîn ku siyasetmedarên Partiya Keskan rewşê ji nêzîk ve dişopînin û bi taybetî çavdêriya rewşa Kurdan dikin.

Hevpeyvîna Parlamentera Partiya Keskan û Seroka Fraksiyona Partiya Keskan Katharina Drogeyê ya bi Nûçegihanê Rûdawê Ala Şaliyê re:

Rûdaw: Rêzdar Droge, spas ji bo vê hevpeyvînê. Ez agahdar im ku hûn gelekî mijûlî bangeşeya hilbijartinê ne û mil bi mil li gel Bêrîvanê piştgiriyê didin wê. Hûn niha li bajarê Kolnê ne, peyama we ji bo dengdêrên vî bajarî çi ye?

Katharina Droge: Ez bi taybetî ji bo wê ji Berlînê hatim, ji ber ku ev hilbijartin ji bo derveyî Kolnê jî girîng e. Bêrîvan Aymaz bi kesayetî û çîroka jiyana xwe nûnertiya civakeke hevgirtî dike; civakeke ku naxwaze were jihev cudakirin, belkî dibêje em jineke wisa hildibijêrin ku bi çîroka jiyana xwe nûnertiya jiyanên taybet ên Almanyayê dike. Li welatê me bi milyonan kes dijîn ku dê û bav yan dapîr û bapîrên wan li Almanyayê ji dayîk nebûne. Ew beşek in ji Almanya û çîroka jiyana Almanyayê. Bi baweriya min gelek girîng e em vê yekê di vê demê de bi tundî bibêjin, ji ber ku em dibînin ku polarîzasiyon kûrtir dibe. Em her wiha dibînin ku tundrewên rastgir dixwazin li dijî vê yekê raya giştî biguherînin. Bêrîvan Aymazê ew wêrekî nîşan da ku bêje, ‘Ez dê pêşniyarekê ji bo hemû xelkê Kolnê, ji bo yên biçûk û mezin, ji bo aboriyê, kirêkaran û her wiha ji bo parastina keş û hewayê çêbikim.’ Bi nêrîna min, ev bangeşeyeke hilbijartinê ya gelek bihêz e. Ji ber wê jî ez îro li vir im da ku ji bo serkeftina roja yekşemê bibim alîkar.

Rûdaw: Baş e, di gera yekem a hilbijartinan de Bêrîvanê dengên herî zêde bi dest xist. We çaverêya vê yekê dikir? Û eger di gera duyem a hilbijartinan de di 28ê vê mehê de bibe Serok Şaredar, ev çi amajeyê dide?

Katharina Droge: Ez li gel gelek mirovan axivîm. Di bangeşeya hilbijartinan de ez bi Bêrîvanê re bûm û min dît ku mirov gelekî erênî li gel Bêrîvanê diaxivîn. Li ser cadeyan peywendî pê re datanîn û digot, ‘Tu dikarî rawestî?’ yan jî ‘Ez dikarim bi kurtî behsa pirsgirêkeke xwe bikim?’. Wê demê min zanî ku dê êvara hilbijartinan encamên baş hebin, ji ber ku xelk bi rûyekî vekirî û devken pê re diaxivîn. Bi rastî ji bo me surprîzek bû dema encamên hilbijartinê bi ferqeke gelek mezin derketin. Ew bi ferqeke mezin derbasî gera duyemîn a hilbijartinan bû. Bi baweriya min, ev amajeyeke bihêz e ji bo qonaxa dawî. Em dixwazin baweriyê ji bo hemû mirovan çêbikin ku Bêrîvan dê bibe serokşaredareke baş. Ev pêşniyar ne tenê ji bo dengdêrên Partiya Keskan e, belkî ji bo hemû mirovên vî bajarî ye. Ew dixwaze nûnertiya hemû mirovan bike. Bi baweriya min, Bêrîvanê şiyanên wê yekê hene.

Rûdaw: Hûn Seroka Fraksiyona Keskan in di Parlamentoya Federal de. Li vî bajarî bi hezaran koçber û penaber dijîn, di nava wan de hejmareke zêde Kurd jî hene. Plan û bernameya Keskan li Almanyayê ji bo penaxwazan çi ne?

Katharina Droge: Wekî ez dibînim, xala herî girîng ji bo destpêkê -li vir ez wekî siyasetmedareke aboriyê dibêjim- ev gotûbêjên li ser siyaseta penaberan zerarê didin mirovên ku direvin û tên cem me, ji ber ku ew ji civaka me tên dûrxistin. Lê ew ji bo aboriya me jî ziyanbexş e. Ew di bingeh de zerarê dide paşeroja me ya hevbeş, ji ber ku em civakek in ku êdî kêmtir zarokan tîne dinyayê û pîrtir dibe, bêyî koçberiyê civaka me bi rê ve naçe. Loma jî hêviya min ew e ku Almanya bi awayeke gelek erênî behsa koçberiyê bike û bi eşkereyî piştgiriya wê bike. Derbarê mijara penaberiyê de, ez ji wê piştrast im ku eger mirov direvin û li vê derê daxwaza parastinê dikin, dibe erkê me ku em wan mirovan werbigirin, wan biparêzin û welatekî ji wan re terxan bikin. Me dubare gotiye ku em ê pêşniyaran bikin da ku mirov li vir perspektîveke demdirêj bi dest bixin. Ji bo wê perspektîvê jî, bi dîtina min, hebûna mafê karkirinê girîng e. Bo nimûne, hêj gelek qedexeyên karkirinê ji bo penaberan hene. Li gorî min, tişteke bêraman e ku karkirin ji wan kesan re tê qedexekirin. Di heman demê de ji aliyê rastgiran ve ew agahî tê belavkirin ku ew kes naxwazin kar bikin. Loma jî gava yekem ji bo me li Almanyayê rakirina wê qedexeyê ye. Mijara duyem jî rawestandina mafê anîna malbatan e (Familiennachzug) ji bo kesên ku mafê parastina demkî wergirtine. Bi baweriya min ev biryareke gelek tund e, ji ber ku pêdivî ye endamên malbatê bi hev re bin. Jihevcudakirina malbatan biryareke diltezîn û şaş e. Wê biryarê herî kêm bandor li malbatan dike. Me wekî Partiya Keskan di parlamenê de bi tundî ew yek protesto kir û li dijî wê dengê xwe da. Ew rêbazeke girîng e ku divê dîsan bê guhertin.

Rûdaw: Baş e, çawa dikare hevsengiyek di navbera kontrolkirina sînoran û parastina mafên penaxwazan de were çêkirin?

Katharina Droge: Ew awayê ku Aleksander Dobrindt wê yekê dike, ji aliyekî ve neyasayî ye. Dadgehekê jî biryar daye ku nabe ew wê bi wî rengî bi cih bîne. Bi vî awayî mafê penaberiyê ji wan mirovên direvin tê standin. Her wiha ew rêbazeke bêraman e û barê aborî yê wan deveran giran dike û rewşa mirovên ku di navbera her du welatan de diçin û tên jî giran dike. Loma em dibêjin ku divê bi rêyeke din kontrol bên kirin, lêbelê pêwîst e dosyeya penaberiyê li Almanyayê bi rê ve biçe. Eger mirov bibêje "Ez dixwazim li vir daxwaza mafê penaberiyê bikim," nabe mirov yasa binpê bike. Wezîrê Navxwe xwedî roleke nimûneyî ye ku divê pabendî yasayên Almanyayê be. Eger Alexander Dobrindt wê yekê neke, bi dîtina min şaşiyeke mezin e.

Rûdaw: Gelo fraksiyona we piştgiriyê dide dersînorkirina koçberan ji bo Îraq, Efxanistan û Sûriyeyê?

Katharina Droge: Eger em li nimûneyeke wekî Efxanistanê binêrin, xuyaye ku ne welatekî ewle ye. Eger mirov li reftara Talîbanê ya li hemberî mirovên xwedî helwestên cuda binêre, ew gefa kuştinê li wan dikin. Jinên li Efxanistanê ti mafên wan nînin. Ew ne welatek e ku em mirovan dersînorî wir bikin.

Rûdaw: Fraksiyona Keskan rewşa mafên Kurdan li Tirkiyeyê çawa dinirxîne, bi taybetî nîqaşên heyî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkê? Daxwaza we ji hikûmeta Tirkiyeyê çi ye piştî ku PKKyê xwe hilweşand?

Katharina Droge: Em dibînin ku Erdogan bi awayeke dîktatoriyane reftarê dike û zêdetir fişarê bi kar tîne. Ev bipêşveçûneke bi pirsgirêk e ku em wekî Partiya Keskan her tim amaje pê dikin. Ew pirs girêdayî siyaseta derve ye ku divê mirov her tim çavdêriya wê bike û biçe serdana wir. Gelek siyasetmedarên Partiya Keskan diçin wir û bi taybetî çavdêriya rewşa Kurdan dikin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, çi peyama we ji bo dengdêrên Kurd ên li bajarê Kolnê heye?

Katharina Droge: Eger mirov dengê xwe bide Bêrîvan Aymazê, wê mirov jineke gelekî hêja hilbijêre ku bi hemû dilê xwe Kolnî ye. Ew bi baweriya xwe piştgiriya civakeke hemecûr, mafên mirovan û her wiha Kolneke tolere û vekirî dike. Bi dîtina min ew baştirîn bijarde ye.

Rûdaw: Gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê.

Katharina Droge: Gelekî spas ji bo we jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst