Seroka berê ya Komîteya Giştî ya Azadiyên Olî ya Amerîkayê Nadine Maenza diyar kir, li Reqaya cihê xîlafeta DAIŞê bû niha nîvê serkirdeyan jin in û li bajêr gelek dêr hene.
Nadine Maenzayê bal kişand ser bipêşketin û guherînên li Rojavayê Kurdistanê û got:
“Li bakurrojhilat pir balkêş bû. Di pênc-şeş salên borî de min nêzîkî diwanzdeh caran serdana wir kir, min bi baldarî lêkolîn kir ku wan çawa rêveberiya xwe ava kir ku civak guherand û yek ji baştirîn rewşên azadiya olî û yekîtiya civakî li herêmê afirand û çawa hatine civakên wekî Reqayê ku berê di bin xîlafeta DAIŞê de bû û niha nîvê serkirdeyan jin in û dêr li wan hene.”
Wê diyar kir ku êdî di nav Kurdan de hevgirtin heye û anî zimên:
“Ya ku em dibînin ev hevgirtin e. Bê guman, te jî mijara hevgirtina Kurdan bihîstiye, ligel PDK û Herêma Kurdistanê, ENKS piştgiriya Rêveberiya Xweser dike.”
Maenzayê destnîşan kir ku Erebên li herêmên Rêveberiya Xweser êdî naxwazin di bin hukmê Şamê de bin û biland:
“Erebên ku ez bi wan re axivîme jî naxwazin di bin desthilata Şamê de bin. Berê di bin desthilata Îslamiyan de bûn û ji bo wan ne baş bû û naxwazin wê ezmûna tal dubare bikin.”
Wê bal kişand ser “lawaziya Êzidî û Elewiyan” û got, “Ew bawer dikin ku dê paşeroja civakên wan li bakurrojhilat be. Heke di bin desthilata van Îslamîyan de bin, ti rê tune ku ew karibin bimînin.”
Hevpeyvîna Seroka berê ya Komîteya Giştî ya Azadiyên Olî ya Amerîkayê Nadine Maenza û Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh wiha ye:
Rûdaw: Nadine Maenza, spas ji bo vê derfetê. Ez pir kêfxweş im û tu bi xêr hatî Rûdawê.
Nadine Maenza: Spas ji bo mêvandariya we.
Rûdaw: Spas. Tu nû ji Sûriyeyê vegeriyayî. Pir balkêş e. Ji min re bêje, wekî ku te berê ji min re got, tu di sibatê de li Rojava bûyî û niha jî tu çûyî Şamê. Serdana te ya dawî çawa bû?
Nadine Maenza: Li bakurrojhilat pir balkêş bû. Di pênc-şeş salên borî de min nêzîkî diwanzdeh caran serdana wir kir, min bi baldarî lêkolîn kir ku wan çawa rêveberiya xwe ava kir ku civak guherand û yek ji baştirîn rewşên azadiya olî û yekîtiya civakî li herêmê afirand û çawa hatine civakên wekî Reqayê ku berê di bin xîlafeta DAIŞê de bû û niha nîvê serkirdeyan jin in û kenîse li wan hene, her çend piraniya Xiristiyanên ku reviyan venegeriyane jî lê bê guman ti dijminatî li hemberî wan nîne.
Şêwazeke nû ya jiyana bihevre heye ku bi rastî guheriye. Min hewl da fêm bikim ka wan ev yek çawa kir û siyaseta Amerîkayê çawa dikare baştir be ji bo handana wan da ku karibin geş bibin û projeya xwe bidomînin. Her wiha aliyên wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin û alîkariya wan bikin.
Ya ku em dibînin ev hevgirtin e. Bê guman, te jî mijara hevgirtina Kurdan bihîstiye, ligel PDK û Herêma Kurdistanê, ENKS piştgiriya Rêveberiya Xweser dike û niha roja sêşemê konferanseke wan heye.
Xiristiyan niha zêdetir yekgirtî ne. Erebên ku ez bi wan re axivîme jî naxwazin di bin desthilata Şamê de bin. Berê di bin desthilata Îslamiyan de bûn û ji bo wan ne baş bû û naxwazin wê ezmûna tal dubare bikin.
Dilxweş bûm ku min ew yekîtî dît, wisa diyar bû ku bi General Mezlûm û serkirdeyên din re geşbîniyek hebû ku gotûbêjên wan bi Ehmed Şer re baş bûn. Danûstandinên wan erênî bûn.
Hêviya wan a rastîn ew e ku karibin yekîtiyê çêbikin û di heman demê de wan saziyên sivîl û fermî biparêzin ku di asta kantonan de ava kirine ku ji bo civaka wan pir girîng bûn û hemû ol, netewe û cihêrengiyên cuda tê de beşdar in. Tişta ku ew naxwazin ew e ku şerkerên Îdlibê û şerkerên biyanî bibin ewlehiya gundên wan an jî werin rêveberiya encumenên wan bigirin dest, dema ku xelkê civakê bi xwe vî karî dikin û divê di kirina wê de berdewam bin.
Bi baweriya min, ev pir lojîkî ye. Rêyek heye ku ev were kirin û tewra Şamê jî xurt bike. Bi ser de, qala federalîzmê jî nakin, tiştekî ji wê kêmtir e. Zêdetir dişibe wê yekê ku kantona xwecihî berdewam be û bikeve jêr desthilata Şamê. Diyar e hinek kes tên û diçin û hin ji wan diçin Şamê û hin jî ji Şamê tên lê dagirkirin nabe.
Hêvî ev e, ji vî alî ve hander bû lê piraniya civakên pir lawaz wekî Êzidî û Elewiyan, vê wekî dawî dibînin. Ew bawer dikin ku dê dawiya civakên wan li bakurrojhilat be. Heke di bin desthilata van Îslamîyan de bin, ti rê tune ku ew karibin bimînin. Dema ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyê êrîşî Efrînê kir, neçar man birevin. Hemû koçberên navxweyî dibêjin "Raweste, me berê ev ceribandin û ne baş bûn."
Di Sibatê de, dema ku min serdana Şamê kir, hêviyeke mezin hebû lê piştî ku tundûtûjiya xofdar a adarê qewimî ku welat hejand, çimkî ew hêvî hebû ku ew bi rastî ne îslamî ne. Ew bûn û niha dixwazin bibin hikûmeta fermî.
Ez bawer nakim ku Ehmed Şer ev yek dixwest. Bi nêrîna min, Serokê Sûriyeyê ji wê tundûtûjiyê ne razî bû. Mixabin, her roj berdewam dike û herî kêm ji aliyê medyayê ve tê şopandin. Me bihîstiye ku jinên Elewî hatine revandin. Em hewl didin hûrgiliyên zêdetir zanibin lê her roj agahiyên pir nîgeranker li ser karên van Îslamî û şerkerên biyanî derdikevin holê. Ti kes vî tiştî li bakurrojhilat naxwaze.
Rûdaw: Te Mezlûm Ebdî dît?
Nadine Maenza: Belê.
Rûdaw: Derbarê yekîtiya Kurdan û konferansê nêrîna wî çi bû? Paşê ez dê derbarê hevdîtina wî ya bi Ehmed Şer re ji te bipirsim. Derbarê yekîtiya Kurdan ji min re bibêje.
Nadine Maenza: Ew bi vê yekîtiyê gelekî bibandor e. Gotûbêjên wî gelekî baş derbas bûn. Hevdîtina wî ya bi serok re pir erênî bû. Pêwendiyên wî yên berdewam bi berpirsên vir re hene û berdewam li Hisîçayê bi ENKSyê re dicive.
Ez jî bi wan re rûniştim û ew jî bibandor bûn. Civînên wan ên berdewam hene, pêwendiyên wan hene û komîteyek ava kirine ku dê bibe ew komîteya ku diçe Şamê ji bo dan û standinan li ser hin ji van tiştan. Hejmara ENKS û PYDyê dê wekî hev be, li gel kesên serbixwe yên din.
Rûdaw: Tu derbarê rêkeftina wî bi Ehmed Şer re çi dibêjî? Gelo erênî bû? Ew bawer e ku bi rastî Ehmed Şer pabendî sozên xwe û îmzeya xwe dibe?
Nadine Maenza: Ew bi coş û kelecan bû ku her civîneke wan kiribe, ji ya berê baştir bûye. Ew bawer e ku dê rêkeftinek were kirin ku ji bo her du aliyan sûdmend be. Bê guman rêkeftina ku wan berê îmze kir, tenê destpêkek bû...
Rûdaw: Tenê sernav bû.
Nadine Maenza: Belê, lê li gel vê jî hin xalên erênî tê de hebûn. Bo cara yekem li Kurdan mikur hat, qala girîngiya hemû ol û neteweyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê kir. Her wiha zemîn xweş kir ku HTŞ neyê hundir û hêzên wan wek asayîşa xwecihî bimînin. Ango geşbîniyeke mezin hebû.
Rûdaw: Te behsa Efrînê bi Mezlûm Ebdî re kir?
Nadine Maenza: Belê, me hemûyan behsa Efrînê kir. Tewra bi alîkarên Şer re jî, ji ber ku wan ji min re got ku yek ji karên wî yên li pêş bû û dixwest Şamê bistîne û pirsgirêka Efrînê jî çareser bike.
Rûdaw: Di vê serdanê de te Şer dît?
Nadine Mainz: Na, min ew bi xwe nedît lê min hin alîkarên wî dîtin.
Rûdaw: Di vê serdanê de?
Nadine Mainz: Di Sibatê de.
Rûdaw: Di Sibatê de, baş e.
Nadine Mainz: Pêwendiyên me berdewam bûn û nûnerên wî ji min re got ku Efrîn ji bo wî karê herî li pêş e. Ez du caran çûme wir û daxwaza guhertina rêveberiyê hebû da ku her kes karibe vegere. Mixabin ev yek pêk nehat, ji ber ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, heman kesên ku li dijî Êzidî, Xiristiyan û Kurdan sûc kiribûn û ew neçar kiribûn ku birevin, niha di postên hikûmetê de hatine bicihkirin.
Ez li bakurrojhilatê Sûriyeyê bi Yekîtiya Êzidiyan re civiyam. Bi dehan malbat nikarin vegerin çimkî li jêr desthilata wan kesên ku tawan li dijî wan kirine xwe ewle hîs nakin. Wekî ku tu bibêjî DAIŞ niha dê bibe parêzgar an şaredarê bajarê te.
Loma dîsa, divê xelkê xwecihî berpirsiyarên rêveberiya xwe bin. Divê serkirdeyên milîsên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê serperiştiya Efrînê nekin. Ez hêvî dikim... Ez dizanim derxistina Tirkiyeyê û milîsên ku piştgiriya Tirkiyeyê li pişt wan e, zehmet e.
Bi baweriya min, ev rewşeke aloz e, ku em di pêwendiya bi Şer re dibînin ku piştgiriya Tirkiyê heye, lê hinek cudahiyên wan ên bîr û baweriyê hene, xuya ye Efrîn yek ji wan e.
Rûdaw: Nadine, gava ku tu li Sûriyeyê dinêrî, bi taybetî li kêmîneyan, Êzidî, Xiristiyan û Elewiyan, berê rejîma Esed ne rejîmeke dînî bû lê tewra wê demê jî Xiristiyanan hest nedikir ku mafên wan li Sûriyeyê hene. Niha ku Ehmed Şer desthilatdarî girtiye dest, gava ku tu bi Xiristiyan û Êzidiyan re dipeyivî, ew çi hîs dikin? Ew ji bo paşeroja xwe li Sûriyeyê xwe ewle û dilniya hîs dikin?
Nadine Mainz: Di sibatê de gava ku ez bi serkirdeyên ayînî yên hemû ayînan re civiyam, piraniya patrîk û civakên Xiristiyan ên cuda, tewra li derveyî Şamê jî, eşkere bû ku ew wisa difikirîn ku Esed Sûriye li piranî û kêmîneyan parve kiriye û piştgiriya kêmîneyan kiriye û piranî daye aliyekî.
Bandora vê yekê li ser pêwendiyên navbera van civakan hebû. Daxwaza wan ji me ew bû ku ew naxwazin wekî kêmîne li Sûriyeyê bên parastin. Wan daxwaza welatîbûna wekhev dikir, dixwazin bi cîranên xwe yên Sunî re bijîn û heman mafên wan ên welatîbûnê hebin. Naxwazin civaka navneteweyî cudahiyê di navbera wan de bike.
Pir balkêş bû, ji ber ku her çend Esed ne oldar bû û wisa xuya nedikir ku ayîn beşeke mezin ji karên wî be, lê wî ji bo dabeşkirina xelkê bi kar dianî û vê yekê desthilateke zêdetir dida wî.
Niha xelk ji ber tundûtûjiyên li herêma peravê gelekî bi fikar in, tirsên wan ên herî xirab pêk hatin. Ji bo Êzidiyên di bin desthilata Esed de, wî qanûn guherandibû da ku wekî Misilman bên hesibandin û nikaribin xwe wekî Êzidî bidin nasîn. Ev yek civakê bi temamî paşguh dixe û wer li wan dike ku eger bibêjin em Êzidî ne, wekî ji olê derketî bên dîtin çimkî nasnameyên wan dibêjin ew misilman in. Ev yek jî wan li hemberî tundrevan lawaztir dike. Girîng e ka kî Sûriyeyê bi rê ve dibe, çi hikûmet li ser desthilatê be, mafê her kesî hebe ku xwe wekî dîn û neteweya xwe bide nasîn, divê Êzidî jî xwediyên vî mafî bin.
Rûdaw: Derbarê paşeroja Sûriyeyê de tu xwe geşbîn dibînî, bi taybetî ji bo hindikahiyan û hindikahiyên olî yên wekî Êzidî, Xirîstiyan û Durzî?
Nadine Maenza: Belê, ez rêyekê ji bo Sûriyeke bihêz dibînim, tewra bi hebûna vê hikûmetê jî. Ez wisa difikirim ku rêyek heye ku Şer kontrola welatê xwe di dest de bihêle wek serok, hin saziyên demokratîk hebin ku nûnertiya xelkê bikin, bakurrojhilat saziyên xwe biparêze, dibe ku durzî jî tiştekî bi vî rengî bikin.
Destûrek hebe ku mafê hemûyan biparêze û welatîbûnê bide xelkê.
Ev dibe sedema piştgiriya navdewletî û bi vî awayî Sûriye dikare bi lez baş bibe lê eger kêmîneyan bixe bin tariyê û bibêje "Em Komara Erebî ya Sûriyê ne, her kesî bide alî, tenê Sunî li pêş rûnin û yên din li paş", ev peyameke xerab ji bo civaka navneteweyî dişîne.
Ez bawer nakim ku ew di vê senaryoyê de amade bin ambargoyan rakin. Loma bi baweriya min, di berjewendiya wî de ye û girîng e civaka navneteweyî fêm bike ku bi rakirina dorpêçan bê şert û merc qenciyê pê re nakin çimkî ji bo van guhertinan pêwîstiya wî bi hincetekê heye ji hêla alîgirên xwe ve ku bi vê yekê ne kêfxweş in.
Ger bibêjin "Ji bo dorpêçan çi dixwazî bike" û ew jî bike, xelk jê hêrs dibe çimkî bi daxwaza xwe kiriye. Bi baweriya min, divê wisa xuya bike ku me ew neçar kiriye. Wê demê dikare bibêje "Hûn dizanin çi ye, em neçar man ji ber vê yekê bikin". Lewra bi dîtina min fişara civaka navneteweyî perdeyekê jê re çêdike ku alîkariya wî dike karibe van biryarên giran bide.
Rûdaw: Tu siyaseta niha ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hemberî Sûriyeyê çawa pênase dikî?
Nadine Maenza: Li gorî min, em hîn jî hewl didin jê fêm bikin. Diyar e derbarê demboriya wê ya Îslamî gelek nîgeranî hene, ku ji bo vê yekê jî sedemên baş hene. Ez dizanim ku wan rasterast pêwendî bi wan re nekiriye. Wisa xuya ye ku ew di vê demê de hikûmetê wekî hikûmeteke yasayî jî nas nakin.
Hêvîdar im dema ji gera xwe vegerim, karibim derbarê tiştên ku min bihîstine û dîtine û rêyên pêş ku bawer dikim dikarin ji bo Sûriyeyê serkeftî bin ji bo her kesî, raporê bidim berpirsên hikûmetê. Welatekî gelekî pirreng e, eger tu li nexşeya pirrengiya olî binêrî, gelek ayîn û neteweyên cuda hene.
Dîrokeke wan a dirêj di hevjiyana aştiyane de heye. Eger tu li salên berê binêrî, şer li tevahiya Sûriyeyê nebû, tenê di serdema rejîma Esed de hebû. Ango em çawa ji salên rejîma Esed derbas bibin? Bi baweriya min, pêwîstî bi aştiyeke kûr heye. Rageşiyeke tayifî ya rastîn di navbera Sunnî û Elewiyan de heye, bo nimûne, ku em niha piraniya tundûtûjiyan jê dibînin.
Rê heye ku Şeri hin pisporan bîne, wekî ku li Riwanda û welatên din kirin, ku piştî sûcên tirsnak alîkariya başbûna wan kir ku pêwîstiya Sûriyeyeê bi vê yekê heye. Ango gelek tişt hene dikarin ji bo bipêşvebirina Sûriyeyê bên kirin.
Ez hêvîdar im lê dizanim gelek tişt hene ku dikarin çewt biçin. Loma girîng e ku em zererê nedin. Divê em pir miqate bin di belavkirina agahiyên şaş an axaftina li ser tiştekî ku ne rast be, ji ber ku ev dibe sedema zêdebûna rageşiyên tayîfî.
Xelk wisa dizane ku em behsa qirkirina komî ya Xirîstiyanan dikin lê ev neqewimî ye. Vê yekê tenê alozî li welêt zêde kir û alîkariya ti kesî nekir. Divê em pir hişyar bin li ser awayê axaftina li ser Sûriyeyê çimkî ne hewce ye ku em rewşê ji ya heyî xirabtir bikin.
Rûdaw: Nadine Maenza, gelekî spas ji bo vê derfetê.
Nadine Maenza: Gelekî spas ji bo mêvandariya we.
Rûdaw: Tu bi xêr hatî.
Nadine Maenza: Spas.
Rûdaw: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse