Mehdî Eker mercên destpêkirina pêvajoya çareseriyê eşkere kirin

28-11-2023
Dildar Herkî @dildarherki
Mehdî Eker bersiva pirsên Dildar Herkî da
Mehdî Eker bersiva pirsên Dildar Herkî da
Nîşan Mehdî Eker Herêma Kurdistanê Tirkiye Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Wezîrê berê yê Xorak, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê û Serokê Desteya Rêveber a Navenda Stratejî û Siyaseta Çandiniyê (TARPOL) Mehdî Eker got ku pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê gelekî baş in.

Mehdî Eker siyasetvanekî Kurd û endamê AK Partiyê ye û demekê li ser lîsteya AK Partiyê endamê parlamentoya Tirkiyeyê bûye û wezîrtiya çandiniyê ya Tirkiyeyê jî kiriye.

Serokê Desteya Rêveber a Navenda Stratejî û Siyaseta Çandiniyê (TARPOL) Mehdî Eker li Herêma Kurdistanê bû.

Rûdawê hevpeyvînek bi Mehdî Eker re kir.

Mehdî Eker di vê hevpeyvîna xwe de behsa peywendiyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê kir û got:

“Pêwendî niha gelekî baş in û her ku diçe baştir jî dibin. Di gelek waran de projeyên hene û hevahengiyeke baş jî heye.”

Eker behsa Rojavayê Kurdistanê jî kir û got ku li Rojavayê Kurdistanê tenê pirsgirêkek heye, ew jî ew e ku YPG û PYD wekî PKKyê kar dikin û tenê navên wan cuda ne.

Derbarê egera pêvajoyeke çareseriyê de jî Mehdî Eker got ku pêvajoya çareseriyê ya 2013an jî ji aliyê PKKyê ve hat têkdan û PKK astenga sereke bûye li pêşiya wan hewlan.

Mehdî Eker bersiva pirsên Dildar Herkî da.

Rûdaw: Birêz Mehdî Eker hûn bi xêr hatin.

Mehdî Eker: Di nava xêr û xweşiyê de bin.

Rûdaw: We ev navend ava kiriye, armanca we ji avakirina vê navend û hatina  wê ya Herêma Kurdistanê çi bû?

Mehdî Eker: Armanca me û sedema hatina min a Herêma Kurdistanê ev bû ku birêz Mesrûr Barzanî ez vexwendim, ji ber ku li Dihokê li Zanîngeha Amerîkî ya li wê derê forumek hebû. Ji çend welatan pispor, dîplomat û siyasetvan hatin wê derê û di nava du rojan de hin mijarên herêmê, Rojhilata Navîn an jî navneteweyî hatin nirxandin û nîqaşkirin. Bi wê sedemê jî birêz kek Mesrûr ez vexwendim û bi qebûlkirina wê vexwendinê jî ez hatim.

Ez jî beşdarî forumê bûm û min axaftinek li wir kir. Çend mijarên giring hene, yek jî em bêjin li Rojhilata Navîn aştî, aramî û îstiqrara herêmê çî ye û di kû derê de ye û çawa tê parastin.

Rûdaw: We ew nîqaş kirin gelo? Ez hema yekser biçim nava vê mijarê, pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê niha çawanin û di çi astekê de ne?

Mehdî Eker: Pir di rêyeke baş de ye, gelek ber bi pêş ve diçe, em jê razî ne. Wekî ku kek Mesûd (Barzanî) jî di hevdîtina min û wî de îfade kir û kek Nêçîrvan û kek Mesrûr Barzanî jî, her sê jî gelekî jê memnûn in. Min ew di forûmê de dîtin û paşê jî me hevdîtin kirin.

Wezîrê me yê karên derve Hakan Fîdan û berpirsên hikûmeta me jî dixwazin pêwendiyên me bêtir baş bibin. Em cîranên hev in û em xwişk û birayên hev in. Ji ber wê em her du jî (wiha bawr dikin) ku cîranê mirov aramî lê tunebe, aramiya mirov jî tune ye.

Rûdaw: Wesîleya wê aramiya pêwendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê çî ye?

Mehdî Eker: Wesîleya wê ev e ku em ji serê ser de, ji qela bela de em birayên hev in, em cîranên hev in, urf û adetên me pir nêzîkî hev in û çanda me nêzî hev in. Em li herêmekê ne û di dîrokê de jî em bi hev re bûne. Di vî sedsalê dawî de, hinekî pêwendiyên me ku dewletên nû çêbûne, şerên giştî (cîhanî) çêbûne, alozî têde çêbûne.

 Ew bû 22 sal ku hikûmeta me AK Partî, Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan, siyaseta wî hinekî ji siyasetmedarên berê cuda ye. Ev 22 sal e pêwendiyên wî bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re û bi derdorê re jî ne wekî berê ye, baştir e û çêtir e.

Di sala 2013an de kek Mesûd (Barzanî) hat vexwendin, Recep Tayyip Erdogan ew vexwend û hate Diyarberkir (Amed) û li Diyarberkir bi hev re hevdîtinek, mîtîngekeke pir mezin pêk anî, nêzîkî 100 hezar kesî gihîştin hev û li wir her du jî şevekê li man, ez jî li wê derê bûm. Yanî pêwendiyên me, tiştên ku em wekî xala werçerxanê dibînin wekî AK Partî, hikûmeta AK Partî û Serokê AK Partiyê, di rêyeke din, şopeke din de ye. 20 sal berê pêwendî wisa germ nebûn.

Rûdaw: Birêz Eker, ew pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de hene, astengî çi ne ku di navbera Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê nînin?

Mehdî Eker: Dizanî çima, niha tiştek heye, em di herêma me de aştiyê dixwazin, îstiqrarê dixwazin û di hundirê Tirkiyeyê de û li her derê jî em ewlehiyê dixwazin, em dixwazin ewle be, wate emniyet hebe. Di rojeva Sûriyeyê de, mesele PKK û baskên wê ne. Li wir PYD, YPG û ew hemû di rê û şopa PKKyê de ne,  ji bilî nav, her tiştên wan yek e. Li wir pirs di wir de ye, çima? Ew jî ne li ser hesabê Kurdan wî karî dikin, li ser hesabê hinekî din dikin.

Rûdaw: Kî ne ew kes?

Mehdî Eker: Kes nizane ew çi ne. Ew kesên ku ne li wir in lê destê wan di wir de ye. Kesên ku dûr in, kesên ku bûne sedema pirsgirêkan bi dirêjiya 100 salan.

Rûdaw: Li heyamên derbasbûyî, salên derbasbûyî pêvajoyek heye ku jê re digotin pêvajoya aştiyê, xerab bû, eger heye careke din pêvajoyeke nû çêbibe?

Mehdî Eker: Niha bi vî awayî ye, îhtîmal bi vî awayî çêdibe, ew pêvajo çima pelişî û kî pelişand?

Rûdaw: Diyar bû, kuştina polîsan û …

Mehdî Eker: Tiştekî bibêjim, di wir de tiştekî din hebû, ew pêvajo bi destê PKKê hat pelişandin û PKK jî ne nûnerê Kurdan e û ne li ser hesabê Kurdan ev kar kir.

Rûdaw: Wê demê çima pêvajoyeke nû dest pê nake bi aliyekî ji bilî PKKê re?

Mehdî Eker: Pêvajo ji xwe heye. Di serî de pêwîst e em ji PKKyê xilas bibin, heta ku PKK hebe, heta ku PKK li wir be, PKK wê jehriyê dixe (nav) û nahêle ku çêbibe, nahêle ku pêvajo çêbibe, ji ber vê em dixwazin heta ku PKK û têkoşîna li ber PKKyê heye û bandora PKKyê neqede, tu nikarî tiştekî din, ti gavên din bavêjî. Ew jî me ceriband, me tecrûbe kir, PKK jehriyê dixe.

Rûdaw: Hinek nûçe hene di çend rojên derbasbûyî de, dibêjin hin danûstandinên veşartî hene di navbera AK Partiy û HEDEPê de, kesî jî red nekiriye, li ser çêkirina pêvajoyekê yan ji bo hevpeymantiyeke nû ji bo hilbijartinên şaredariyan.

Mehdî Eker: Li Tirkiyeyê em du tiştan dixwazin, ew teror divê biqede, yanî kuştin û zordestî divê biqede. Heta ku kuştin û zordestî hebe, ti tiştekî din çênabe, ne mimkun e.

Rûdaw: Lê ne HDP berpirsyar e li wê kuştinê?

Mehdî Eker: Na, derfetê bide. HDP ne xwedî îradeya xwe ye, xwediyê îradeya HDPyê, PKK ye, bêyî emrê wan HDP nikare tiştekî bibêje, em gişt hemû vê yekê dizanin, alem gişt dizane, Kurd jî dizanin, Tirk jî dizanin, gişt dizanin, hemû dizanin. Ew ne tiştekî mechûl e, tiştekî malûm e (diyar e).

Xwezî ji serê ser de yan jî ku hinekî fersend ketê, di wan fersendan de HDPyê ji PKKê re bigota bisekine, êdî bes e, hûn ketine ser qedera Kurdan, hûn wê dipelişînin bi kuştinê. Dema ku li hin bajarên rojhilatê Tirkiyeyê (Bakurê Kurdistanê) wekî Diyarbekir, wekî Nisêbîn, wekî Mêrdîn û wekî wan bajarên din, ewana gişt di sala 2015an de, di 2016an de di pêvajoya çareseriyê de wann mayîn û bombe anîn û çek xistin binê erdê û xendeqan û bûn sedema bi hezaran kes bên kuştin. Çima HDP di wê demê de ranebû û negot ku gelo hûn çi dikin?

Şaredarên wan bajaran jî ji HDPyê bûn lê yekî ji wan jî negot wele em vêya naxwazin, ew ne tiştekî dirist e, ne tiştekî rast e û ne di rê de ye û ne di cih de ye lê nikarin bêjin. Nikarin bêjin, ji ber ku nikarin ji biryara PKKê derkevin. Yanî îradeya wan mehcûz e (zeftkirî ye). Di vir de ye. Îhtîmal ev e, PKK biqede zordestî û kuştin tunebe, HDP bibe partiyeke siyasî ya ji dil, bibêje em kuştinê û terorê red dikin, têkiliya me bi wan re tune ye, PKK jî terorîst e.

Rûdaw: Yanî divê wisa bibêje, divê HDP bibêje ku PKK terorîst e?

Mehdî Eker: Rast e, PKK terorîst e, kuştinê dike. Divê HDP bibêje ez partiyeke sivîl im, ti têkiliyeke min bi PKKê re tune û ez li hember teror û şîdetê me. Ez vêya qebûl nakim, wê çaxê dê bibe partiyeke siyasî ya rewa wekî partiyên din.

Rûdaw: Ev mercê AK Partiyê ye?

Mehdî Eker: Ev şertê AK Partiyê ye, bê teror, bê PKK. Wê çaxê em dê bi hev re rûnin û çi pirsên ji bo Tirkiyeyê hene, ew pirsana wê demê dê çareser bibin.

Rûdaw: HEDEP dibêje em wekî berê hevpeymaniyê bi opozisyonê re çênakin, wekî ku şaredariya Stenbolê birin, ya Enqerê birin…

Mehdî Eker: Bejna xwe qam kirin, qam kirin û dizanin ku tiştek tune ye.

Rûdaw: Yanî ne fersendek e ku hûn û HEDEP bi hev re rûnin?

Mehdî Eker: Na, na. HEDEP du tişt jê re lazim e, yek jê PKK ye, têkiliya wan û PKKyê, divê bibêje em li hember terorê ne, em terorê qebûl nakin, divê vêya bibêje, em PKKê jî qebûl nakin. HEDEP, bi emir û talîmata PKKyê (tevdigere), gelek nûnerên HEDEPê ji komunîstên berê yên Tirkiyeyê ne, teslîmî wan kirine.

Rûdaw: Lê ew dibêjin em partiyeke Tirkiyeyî ne, ne ya Kurdan û ne ya milletekê ne.

Mehdî Eker: Rast e, lê heta PKK hebe, ew ne bes e.

Rûdaw: Hilbijartinên şaredariyan li pêşiya Tirkiyeyê ne, AK Partî di hilbijartinan de çi amadekarî hene, planên wê çi ne, dê her hevpeymana wê û MHPyê bimîne yan îhtîmal e hin Kurdan bixe gel xwe?

Mehdî Eker: Derfetê bide, MHP partiyeke wekî partiyên din ku çawa di nava xwe de hinekî bi sedema siyasetê tifaqan dikin, di navbera MHP û AK Partiyê de jî ew hene, wekî ku em bêjin HEDEP û partiya Umit Ozdag û ya Meral Akşener û CHP em gişt dizanin ku ewana yek bûn ligel hin partiyên din. Ewana gişt bibûn aliyek, armanca wan jî tenê yek tişt bû, bila AK Partî here. Îja ewana di nav xwe de jî bi hev re ji ber ku fikra wan ne yek bû, bawerî li ser netew û millet çênekirin, ji ber ku çênekirin jî serkeftî nebûn.

Di vê hilbijartinê de jî aniha her partiyek dibêje ku fikra me û armanca me ev e em dê bi nûnerên xwe têkevinê, ewana her yek ji wan bi awayekî dikevinê, îja em jî têkevinê, wê AK Partî jî têkevê, yên din jî wê têkevinê. Belku li hinek cihan bi hinek partiyan re, binêre ew hilbijartinên xwecihî ku jê re dibêjin, ewa çawa ye, nûner bixwe jî carna gelek girîng e, wekî li navçeyekê tu kesekî tînî, ew kes ji partiyekê ye lê berpirsên ji partiyên din jî alîkariya wî dikin, jê hez dikin.

Rûdaw: Rojeva cîhanê niha şerê Hemas û Îsraîlê ye, ez dixwazim fikra te li ser wê jî bizanim.

Mehdî Eker: Ez jê re nabêjim şerê Hemas û Îsraîl, zordestî û dagîrkeriya Îsraîlê li ser Filistînê ye.

Rûdaw: Tirkiye bi erkê xwe rabûye li hember vî şerî?

Mehdî Eker: Belê çawan, Tirkiye ji destpêkê ve bi gotinên xwe, bi kiryarên xwe, bi xebata xwe bi lebata xwe dixwaze şertên mirovî bicih bibin, ew zilm û zordestiya Îsraîlê û kuştina bêgunehên sebiya, pîrekan, jinan, kal û bêkesan, nexweşxaneyan (rawestîne), 13-14 hezar mirov kuştine.

Rûdaw: Tirkiyeyê peywendiyên xwe bi Îsraîlê re qut kirin ji ber kuştina 9 hemwelatiyên xwe, dema alîkarî dibin Xezeyê, çima vê carê ew yek nekir?

Mehdî Eker: Çawan, kir. (Alîkariyan) dişîne. Pûwendiyên Tirkiyê bi Misirê re hene û …

Rûdaw: Bi alîkariyan na, bi pêwendiyên dîplomatîk û siyasî.

Mehdî Eker: Bi peywendiyên dîplomatîk jî dike. Çi ji destê Tirkiyeyê, ji serê ser de dike ji bo ku şer bide sekinandin, êrişên Îsraîlê bide sekinandin. Li wir zilmeke zelal heye, êrişan dike, ew êriş û ew zilm û kuştina sebiyan, pîrekan û jinan ne mimkun e ku mirov bikaribe qebûl bike. Alîkariyên mirovî jî Tirkiye çi ji destê wê tê, dike û bang dike hem bi dîplomasî û hem jî bi her awayî û dixwaze ku wî şerî bide sekinandin, ji ber çi, ji ber îhtîmalek heye ku ew şer geş bibe.

Rûdaw: Egerek wisa heye ku şer geş bibe? Gelo Tirkiye dê bibe beşek ji wî şerî?

Mehdî Eker: Erê, ew ger heye çawa tune ye. Rê bide ez tiştekî ji te re bibêjim, Tirkiye şer naxwaze, ji ber ku egera şer heye, Tirkiye dibêje û bangeke navneteweyî dike û dibêje, gist  werin gişt wê zordestiyê bidin sekinandin, eger hûn vêya nekin, bi wê zilmê naçe serî.

Sibe ku ew şer belav bibe, dê derbasî Misirê bibe, derbasî Sûriyeyê bibe, derbasî Lubnanê bibe, derbasî Urdinê bibe, derbasî Êraqê bibe û derbasî her derê bibe. Ku agir li wir çêbibe, dê were Herêma Kurdistanê jî û dê were her derê. Îcar xwedê me ji wan afat û şerên neheq biparêze. Em gişt jî hewce ne ku çi ji destê me were, em bikin û bi dîplomasî aştiyê bixwazin, li ser bixebitin û lebatan bikin û tiştên însanî jî çi ji destê me were em wê jî pêk bînin.

Rûdaw: Gelek spas birêz Mehdî Eker ku te ev derfet da me.

Mehdî Eker: Gelek spas, her sax bî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst