Nivîskar Hoşeng Şêx Mihemed Yusif, yekem kes e ku pirtûka Hîkmetî Îşraq a Sûrwerdî wergerandiye ser zimanê Kurdî û ji bo ev pirtûk bihête fêmkirin jî şerha bi navê “Xwendinek ji bo Hikmetê Îşraq” nivîsiye.
Hoşeng Şêx Mihemed diyar dike ku fîlozofê Kurd Sûrewerdî tenê 36 salan jiyaye lê bi tevî wê jiyana xwe ya kurt jî kariye bibe serkêşê bîr û hizreke nû û kariye mohra xwe li dîrokê bide.
Nivîskar dibêje, îro Fars, Ereb û Tirk xwedî li Sûrewerdî derdikevin, lê ew eslê xwe Kurd e. Herwiha destnîşan dike ku kurd dikarin ji hizra wî ya zindî, rexneker û herwiha têgeha wî ya exlaqî sûdê werbigrin.
Hoşeng Şêx Mihemed ji Rûdawê re behsa jiyana zanyar Sûrewerdî û berhemên wî kir.
Di pirtûka xwe de te navê wî daniye Sûrewerdî. Gelo çima ne Suhrewerdî lê Sûrewerdî? Ev nav ji ku tê?
Fars dibêjin “Sûhrewerdî”, Ereb dibêjin “el Sohrewerdî”, hinek wergerên bi Îngilîzî, Fransî jî dibêjin “Suhrewerdî”. Lê ez ligel wê yekê me ku em wek Kurd dema bi nav dikin an dibe “Sûrewerdî” an jî “Sûreberdî”. Werd bixwe tê wateya axê. Ew axa ku ji bo rezên tirî tê bikaranîn jê re dibêjin Werd. Eger rengê wê axê sor be hingî dibe Sûrewerd. Ya din jî “Berd” an ku kevir e. Ger sor be dibêjin Sûreberd. Mînakên bi vî awayî gelek in. Weke Sûrkêw û Sorgul û Surgil. Wate ev navekî Kurdî ye û bi Kurdî tê ziman. Ji lewra jî dema min pirtûka Hikmetî Îşraq werger kir û herwiha pirtûka bi navê Xwendinek ji bo Hîkmetî Îşraq nivîsî me lêkolîn kir û pirsyar kir ku xelkê wê navçeyê niha jî ji wê herêmê re an dibêjin Sûrwerd an jî dibêjin Sûreberd.
Di zimanê Kurdî de dema em lê dinerin gelek caran tîpa “w” û ya “b” cîh diguherin. Weke mînak hinek kes nabêjin “bahar”, dibêjin “wahar”. Herwiha “baran” dibe “waran.” Ev yek jî ji aliyê dengsaziya zimên, an jî fonîm, em dikarin bêjin ku naveke Kurdî ye. Herêm jî weke cografya dikeve herêma Medya Kevin û herêmeke Kurdî ye. Her ew serdema ku Sûrewerdî dayik bûye sala 1155 û pêştir û paşî jî herêmeke Kurdî bûye, Kurd lê jiyane. Ji bilî vê çendê jî gelek nivîskar û nivîs mikur tên ku nasnameya Sûrewerdî Kurd e. Weke mînak zanyarê navdar ê Ereb Teymiyye dibêje Sûrewerdî Kurd e û navê wî dike Sûrewerdî Meqtûl.
Li vê herêmê zanayên din jî hebûne bi navê Sûrwerdî?
Belê, me çar Sûrewerdî yên zanyar û alim hene di dîrokê de. Çar zanayên Îslamî hene xelkê wê herêmê ne ku ji wan re jî dibêjin Sûrewerdî. Şêx Şahabeddînê Sûrewerdî re dibêjin “Meqtûl” da ku cuda bikin ji Sûrewerdiyên din. Taybet jî Sûrewerdiyeke din heye ku pirtûkek bi navê “Arif el Ma’ruf nivîsiye û kurê wî jî heman navî ye û ew herdu jî pismamê Sûrewerdiyeke din ê zana ne. Lê ya ez giringiyê didim Şêx Şemseddînê Sûrwerdî ye. Ew xwedan komeke nivîsên buhadar e hem di felsefa Îslamî de û hem jî hizra metafîzk a felsefeyê de.

Çi ne ew xislet û taybetmendiyên Sûrwerdî ji zanayên din cihê dike?
Weke min got, sala 1155ê de ji dayik bûye. Eger em binerin jiyaneke kurt hebûye. Mixabin, hêj temenê 36 salî de li Helebê li ser destê Selahadînê Eyûbî hatiye kuştin. Lê di nava wê temenê kurt de gelek berhem nivîsandine, gelek rojhilatnas hatine berhemên wî polen kirine. Wek mîna rojhilatnasê Fransî Luis Massignon yek ji wan kesan e ku berhemên fîlozofê Kurd polen kiriye. Massignon pirtûkên Sûrwerdî dabeşî 3 qonaxan dike. Qonaxa yekem jê re dibêjin “Qonaxa Esfahan” di vê qonaxê de hejmareke pirtûkan, çîrokên remzî û sofîgerî tê de nivîsandine, ku ez bi xwe jî niha li ser van çîrokan kar dikim û hêvîdar im wan jî wek pirtûk çap bikim. Herwiha di vê serdemê de Arîsto dixwîne, ji Îbnî Sîna gelek bandor bû. Qonaxa duyemîn jî berhemên serdema piştî Esfahanê ne. Sûrwerdî dema ji Esfahan derdikeve tê Amedê, Meyafarqînê, piştî hingî diçe Bexdayê, Şamê û weke rawestgaha herî dawî jî tê Helebê. Di vê heyamê de bi berdewamî hem nivîsiye, him xwendiye û him jî li dûv mamostayên zîrek geriyaye. Gelek cihan jî demek kurt maye paşî çûye bajareke din da ku zêdetir zanînê peyda bike.
Rojhilatnasê Fransî Henry Corbin cara duyemîn berhemên Sûrwerdî lêkolîn dike û hinek din jî hişyartir e û ew jî berhemên fîlozofê Kurd dabeşê ser pênc qonaxan dike. Herhemên herî giring jî jê re dibêjin Çarîneya Îşraq, çar pirtûkên sereke ne. Et-Telvîḥâtu'l-levḥiyye we’l-erşiyye, El-Lemeḥât, el-Muḳawemat, El-Meşârî we'l-muṭâraḥât û herwiha Hikmetê Îşraq. Henry Corbin dibêje Hîkmetê Îşraq “Încîla Îşraqiyan” e. Wate, çawa ku İncil di cîhana Kristiyanan de xwedan seng û nirxeke zêde bilind e. Helbet min di pirtûka xwe de nivîsiye, ew west û pesndan ne jixwe ye, lê paşmayeke dîrokî û me’rîfî li pişt vê wesfê de heye. Eger mirov bi kûrahî berê xwe bide ka çawa pirtûkeke ku zanayekî Kurd bi zimanê Erebî û di fezayeke Îslamî de nivîsiye çawa di warê derûnî (rûhî) û me’newî de dibe Încîl ji bo yar û yawerên Sûrewerdî.
Hîmketê Îşraq di atmosfer û navengeke çawa de, di kîjan şert û mercan de hatiye nivîsandin?
Belê pirtûka Hîkmetê Îşraq sala 1186ê hatiya nivîsandin. Sûrewerdî di pêşgotina pirtûkê de dibêje, “Ew tiştên ez di vê pirtûkê de dinivîsim bi alîkariya her kesekî bûye ku rêka Xwedê girtine ber, beriya hemûyan Îmamê Hekîm Eflatûn. Herwisa Hekîm Hurmis û hemû ew mamostayên zîrek ên dikevin nav serdema jiyana Hurmiz û Eflatûn de”. Piştî hingî behsa sê zanayên Zerdeştî dike, ew ên endamê civata Moxanî ya Zerdeştî de. Wate Camasp, Freshuşter û Bizurgmêhr. Herwiha dibêje, “Ev ne îlhada Manî ye û herwihsa ne kufra Mecudan e”. Di nava Hikmetê Îşraq de bi eşkere navê Zerdeşt dihîne û wî wekî “Pêxemberê Çakekar” binav dike. Dîsa weke jêder vedigere ser tesawûfa Bayezîdî Bestamî û navê Helacê Mensûr jî dihîne wî weke “birayê xwe yê rûhî” wesf dike. Behsa gelek sofiyên din jî dike.
Em dibînin jêderên eqlî, rûhî û hizrî yên Sûrewerdî gelek dewlemend e. Hem vedigere ser rewşenbîriya Yûnanî û hem jî vedigere ser rewşenbîriya Îranî. Ji rexekî din ve jî behsa gelek key û paşayên Kurd dike, weke mîna Keyxusrew. Vê gavê jî dema em sirûda Ey Reqîb a Kurdî dixwînin em dibêjin “Em neviyên Keyxusrew in. Herwisa behsa Ferîdûn dike û behsa wan padîşahan dike ku di nava bazineka rûhanî de hebûna wan ji aliyê dîrokî ve hatiye selmandin. Piştî hingî jî behsa Zerdeşt dike. Ji aliyê hizrî ve dema behsa antolojiya bûnê dike, an ku ev hebûn çawa peyda bûye, vedigere ser menzûmeya Zerdeştî. Navê hemû ferîşteyên mezin wek ê Zerdeştî tîne zimên. Weke mînak dibêje Nûru’l Enwar (nûrê nûran- ronahîya herî ronahî) qata serî ye. Ew dibêje di serî de, an ku di herema bûnê de nûrê nûran heye. Piştî hingî kirdara sarêjbûnê yekem aqil jê peyda dibe ku jêre dibêje Behmen. Ji Behmen ferîşteyeke din peyda dibe navê wî Urdîbeheşt e. Herwiha heta xwarê behsa wan deh aqlên mezin dike û hemûyan jî navê Zerdeştî lê dike.
Herweke Nîrwana ya Budîstan e, ma ne we ye?
Belê. Di têgeha Sûrwerdî de nûr bingeha bûnê ye. Wate dibêje “em hemû bûnewer nûr anku ronahî ne. Di rastiyê de çawaniya me wek hev e û ew jî ronbahî ye. Lê ew dê me ji hev cuda dike ne çawanî ye, çendetî, an ku kalîte ye.” Yek heye bi ronaktir û yek tarîtir. Ew dibêje, peywendiya di navbera van astên ronahiyê de peywendiyeke evîndarî û aşiqane ye. Wate ronahiya jêr aşiqê ronahiya ser xwe re ye, yê ser jî maşûqê yê jêr e. Di heman demî de ew jî aşiqê ronahiya sertir e. Ev xelek wihabilind dibe heta digihe nûrê nûran. Ew ji vê kirdara ji binî bo serî re dibêje “Mûşahade”. Ew a ji serî ber bi jêr jî tê jêre dibêje “Îşraq”. Herwiha dibêje di encama peywendiya Îşraq û mûlahadê peywendiya di navbera hemû bûneweran de ye. Ew vê têgehiştina Zerdeştî di nav asmosfereke Îslamî de çêdike.

Hîkmetê Îşraq çi çend pişkan an jî beşan pêk tê? Naveroka pirtûkê behsa çi dike?
Hikmetê Îşraq bi pêşgotineke kurt destpê dike lê birastî pêşgotineke kûr e. Pişka yekem a pirtûkê derbarê mantiqa Arîsto ye û bi taybetî jî behsa du şengistên matiqa Arîsto dike ku yek ji wan pênasekarî (te’rîf) ya din jî pîvanekarî (qiyas) ye. Lê tiştê balkêş li cem Sûrwerdî ew e ku bi sê rê û rêbazan behsa mantiqa Arîsto dike. Yekemîn car behsa mantiqê Arîsto bixwe dike anku rave dike. Duyem car rexne lê digre û sêyem car jî li ser hindek binemayên Îşraqî rast dike. Herwiha destkariya zimanê Arîsto dike ku ew jî zimanê Erebî yê Arîsto ketiye nav felsefeya Îslamî de. Di pirtûka xwe ya Xwendinek ji bo Hîhmetê Îşraq de ez têbînî dikim û bale dikişim ser hinde ku Sûrwerdî dizne ka ji bo çi mantiqa Arîsto dihête nav felsefeya Îslamî de. Babet hindek berfireh û kûr e.
Hikmetê Îşraq di serdemeke çawa de hate nivîsandin? Ji çi karîger bû û karîgeriyeke çawa hişt?
Belê, beriya em behsa hizra derketina Hîkmetê Îşraq bikin divê em hindekê jî şert û mercên wê serdemê bizanîn û ji aliye dîrokî ve vegerin ser wê serdemê û beriya wê. Divê em wê bingehê bizanin ku têbigihin ka Sûrwerdî çima Hîkmetê Îşraq nivîsand. Salên 800ê Zayînî de bi destê Xelîfe Me’mûnê kurê Harûn Reşîd ê Xelîfeyê Ebasî Arîsto tê nav felsefeya Îslamî de. Me’mûn dibêje ku wî xewnek dîtiye û di xewnê de “Mamostayê Mezin” an ku Arîsto re axivî ye û jê pirs kiriye; “ka j imin re beje ez çawa pênaseya Husn an ku ciwaniyê bikim?” Dîrokzan Mihemed Cabirî dibêje “Merema Me’mûnî ne ew bû ku bizane ka husn an ku ciwanî çi tişt e yan çi ye. Merem ew bû ku wê mekanîzmayê binase ku pê tişt, çemk, têgeh an jî nav tên pênasekirin. Ji ber ku felsefeya Arîsto wek mantiq ligel ruha mezin a împaratoriyan digunce.
Me’mûn dixwest di wê serdemê de felsefeyekî bihîne û bi vê awayî bingehê xelîfeta Ebasî re di warê hizrî de şengisteyekê bo dayne û bihêz bike. Ji ber ku pênasekarî û pîvanekarî ya mantiqa Arîstoyê di du waran de bi sûd dibe. Ya yekemin; hemû tiştekî polen dike û pênase dike. Çimku împaratoriyên mezin jî pêdiviyê hinde ne hemû nav, hemû têgeh û têgehiştinan pênase bike û sînorekî dayne. Tu dikarî bi riya pênasekarî û pîvanekarî hemû tiştekî sînorbend bikî. Herwiha ev sînordarkirin ji bo hinde ye ku hizrê ji xeletiyê biparêze. Lê Sûrwerdî dibêje matiqa Arîsto nekarî vî tiştî bike. Ji ber çi nekarî? Ji ber ku ew Arîstoyê hatibû nav felsefeya Îslamî de ne Arîstoyê heqîqî û rasteqîne bû. Sûrwerdî dibêje ew Arîstoyeke Ebasî bû. Bi serdestê kesên ew anîne bi xeletî anîne. Di wê serdemê de gelek pirtûk hatine wergerandin bi navê Arîstoyî lê ew ne yê wî fîlozofî bûn, yên Eflatûn bûn. Bi taybetî jî Îbnî Sîna û Farabî ku di zanyarên di vî warî de kar kirine, Sûrwerdî rexne li wan digre. Henry Corbin dibêje, “Rexneya Sûrwerdî ya ji bo mantiqê Arîstoyê ne ji bo şexsê Arîsto bixwe ye, belku zanayên Îslamî ye û bi taybet jî Îbnî Sîna û Farabî ku hizra Arîsto bi xeletî anîne nav hizra Îslamî de. Herwiha di cihekê de Sûrwerdî dibêje; “Zanayên Îslamî yek ji hezarê Arîsto jî nizanin.”
Di beşa mantiq a Hikmetê Îşraq de diyar dike “Mantiqa Arîstioyê nekariye me ber bi heqîqetê bibe. Berovajî riya heqîqetê li ber me tarî kir.” Herwisa destnîna dike ku hatina mantiqê Arîsto bi deste Me’mûnî ji bo şerê wan hizran bû ku jê re digotin Şiûbiyet. Wate hizrên neteweyên din bû ku paşî bibûne misliman. Wek mînak Manîzm. Şerekî gelek mezin li dijî hizra Manîzmê tê kirin bi riya mantiqa Arîstoyî. Di serdema Me’mûn û piştî hingî jî em dibinin ku bi hezaran yar û yawerên Manîzmê dihêne kuştin, sotin û şermezarkirin. Tif li pirtûk û wêneyên wî dihête kirin. Ev tev de bi wê hizr û felsefeye ve pêwendîdar e. Wate Sûrwerdî di Hikmetê Îşraq de sedema hatina wê mantiqê bi sedemên siyasî ve girêdide. Anku bi milmilaneya di navbera Ereban û milletên weke Zerdeştî, an Manî, an Kristiyan, Cûhî, Yarsanî an jî Êzîdî ku wê serdemê de hebûn.
Pişka duwemîn a pirtûkê jî derbarê Îlahiyatê (Lahût) de ye (Xwedanasî). Sûrwerdî div ê pişkê de behsa nûr (ronahî) û nûrê nûran dike. Piştî hingî behsa bûnewerên nûranî dike, Melekût, Ceberût. Herwisa pêwendiya di navbera bûnewerên serkopitka nûrê nûran heta digehe tarîtirîn ronahiyê ku ew jê re dibêje “Cewheril Xasiq” dike. Pişt re jî dihête ser nûbûwet, tenasuxul errah û di dumahîkê de jî bi wesiyetekî Hîkmetê Îşraq bidawî dike.
Di pêşgotina Xwendinek bo Hîkmetê Îşraq de te behsa şert û mercên wê serdema dîrokî kiriye. Dikarî pûxteyekî bo me jî vebêjî?
Dema em Hîkmetê Îşraq dixwînin em dibinin ku ew serdema ev pirtûk hatiye nivîsandin, serdemeke gelek aloz e di warê siyasî, felsefî û hizrî de. Bêguman wê serdemê gelek hêz hene. Selçûqî, Samanî, Buweyhî, Ebasî, Kurd jî bi serkêşiya Selahaddînê Eyûbî ku şerê Xaçperestan dikirin, tevgerên Batinî bi giştî li herêma Şam, Misir û Elemûtê hebûn. Herweke din ew paşxana felsefî ya ji Yûnan hatibû û paşxana felsefî ya Mîtrayî ya ji Îranê bi rêka Zerdeştî, an bi rêka Manî, Yarsaniyan û Êzîdiyan hatibû. Ji aliyê felsefî û hizrî ve em dibînin herêm di nava sîraetên mezin de ye. Herwiha di cîhana Îslamî bixwe jî de gelek nakokî hene. Weke mînak di navbera Selçûqî û ebasiyan de, di navbera Samanî û Buweyhiyan de, di navbera Sunne û Şîeyan de. Di nav Şîeyan jî de ewên 7 Îmamî û 12 Îmamî de. Em dikarin bêjin ku wê serdemê ev herêm ji hemû aliyan ve dikele. Sûrwerdî agahdarê van tiştan hemûyan e. Birastî agahdar e, şareza ye û zane ye. Di heman demî de xwedan hizreke zindî û rexnegir e ku dikare van tiştan hemûyan bixwîne, şirove bike û rexne lêbigre, di heman demê de rast bike.
Piştî hingî, wê cihêtiya di navbera hizra Eflatûn û Arîsto de baş dizane. Em dibînin fîlozofê dawî yê Îslamî Îbd Ruşd hewl dide Arîsto di erdnîgariya Erebî de jinav neçe, zindî bimîne. Lê em dibînin li ser destê Sûrwerdî xeta Eflatûnî bi awayeke bihêz careke din vedigere nav cîhana Îslamê de. Xeta Eflatûn jî xeteke zatî, rûhî û mîsalî ye. Jiber ku ligel zatê mirovî diaxive, ne ligel derveyî mirovî. Ev xet jî di nav xelafeta Ebasî de heta astekî hatibû piştguhxistin û nedihate çareserkirin. Ji ber ku Ebasiyan mantiqê Arîsto girtibûn da ku wan biparêze, ne ku heqîqet û rastiyê biparêze. Ji ber hindê jî em dibînin zanayê Îlamî Îmam Xezelî gelek şerê wan tevgerên Batinî û hizrên felsefî dike. Nivîskarekî weke Mihemed Elî reyen dibêje, “Xezelî parêzvaniya dîn û ol dikir, lê Sûrwerdî ya heqîwet û rastiyê dikir.” Em dikarin bêjin Hîkmetê Îşraq ji rengekî rengan şivanê heqîqetê ye. Ew dînamoya heqîqetê ya di nava Sûrwerdî de hokare bo nivîsandina vî pirtûkî.
Sûrwerdî angaşt dike ku ev hizir ji wî re bi riyeke îlahî hatiye, anku wahîy e?
Tişteke din a seyr û xerîb heye di vê mijarê de. Ew dibêje ku wî Hîkmetê Îşraq bi wahiy nivîsiye. Dibêje ku rojekî Rûhî Quddis wate Cebraîl, bi yek carî xistiye nav nefsa wî de, anku hizra wî de. Dîroka nivîsandinê jî ya roja nivîsandina vê pirtûkê xilas bûye jî dibe 16ê Tebaxa 1186ê. Bi gotina Henry Corbin, ku Hîkmetê Îşraq wek İncîla Îşraqiya binav dike, ji aliye felsefî û lahûtî anku Xwedanasiyê ve pir dewlemend e. Yek ji dewlemendiya Hîkmetê Îşraq, têkelkirina felsefe û tasawûfê ye. Ev têkariyeke Sûrewedî ye di hizra mirovahiyê de û herdu xetên Meşaî û rûhî tekel kirine. Anku hem hizra Arîsto ya eqlî wergitiye û hem jî hizra Eflatûn a derbarê zat û nefs de wergirtiye, têkelî hev kir û Hîkmetê Îşraq pê çêkir.
Anku Sûrewerdî ji nûve hizra Eflatûn anî nav cihana Îslamî û cihê şayan bû lê da rûniştandin?
Herwiha Hîkmetê Îşraq di felsefeya metafizik de jî beşdariyeke berçav kiriye. Wate, ideaya Eflatûn û cihana maddî ya em tê de dijîn sentez kir û cîhaneke navend çêkir. Ji vê cîhanê re dibêje Berzek. Berzek naveke Kurdî ye û tê wateya bilindahiyê. Ev cîhan dikeve di navbera herdu cîhanan de û cîhaneke neynik e. Mirov dikare xwe tê de bibine lê nikare xwe tê de bigre. Jiber ku sirûşta wê cîhanê sirûşteke xuda ye. Bi vî awayî mefhûmeke din dide metafîzîk. Cîhana xwe weke maddeyeke nazik û letîf binav dike. Dibêje, ku ev cîhan jî bikiryara mirov bixwe ye. Mebesta wî ew e ku ew mirovên baş, xwedan hizir û rûhên baş dema bimrin dê yekser herin wê cîhanê û bigihin nûrê nûran. Herin nav ronahiya wê de û ew beheşta mirov e. Lê heger rewan û kirdara wî baş nebe diçe nav rûheke din an jî serdemekî di navê de dimîne. Di vir de vedigere ser hizra Zerdeştî. Mijara beheşt û dojehê Zerdeşt çawa şîrove dike, ew jî heman awayî şîrove dike.
Lahûta ku Hîkmetê Îşraq ser hatiye avakirin, heta astekî lahûteke maddî ye. An ku ne tişteke hilavêstî û xurafe û direw e. Ji aqil û matiq ne veder e. Ji berk u ew hemû cihana îdea, ya maddî û ya berzek jî vedigerîne bo zatê û şexsê mirov. Tê wê wateyê ku exlaqê mirovî wan cîhanan çêdike. Ev jî tişteke bingehîn e ku em îro bikarin di roja xwe de din ava rewşenbîriya xwe de lahûteke nerm, nazik û aşiqane li ser ava bikin.
Hizra Sûrwerdî çi karîgerî li serdema xwe kir?
Wek min got got, Sûrwerd sala 1155ê li gundê Sûrwerd a herêma Meraxa ya Zencanê ji dayik bûye. Piştre diçe Esfahanê, ku ew der salên 1170ê de malbendeke hizrî bûye. Gelek zaneyên Îranî yên Îslamî û ne Îslamî jî li wir bûne. Paşî diçe Amed û Meyafarqînê, wate Kurdistanê. Ew der jî malbendeke zanistî ye wê serdemê. Gelek zanyarên hizrî, felsefî û tasawûfî li wir hebûne. Piştî demekî demekê em dibinin ku Mewlana Celaleddînê Rûmî dihête wê herêmê û ji wê keşûhewaya hizrî û felsefî ya Sûrewerdî ava kiriye bi bandor dibe. Herwiha em dibinin ku kesayetek mezin yê mîna Îbnî Erebî li Şamê, piştî kuştina Sûrwerdî dihête Helebê cam Zahir Şahê kurê Seleheddînê Eyûbî. Cîhana wêje û edebî ya Îbn Erebî çêdike, li ser cîhana Berzek e. Cîhana ku bingeha wê Sûrwerdî daniye, Îbn Erebî li ser wê cîhanê wêjeyeke mezin din ava hizra tasawûfî de çêdike. Ev bandorên wî ne. Kuştina wî jî vê bandorê ji xwe nişan dide.
Belê, Sûrwerdî bi awayeke trajik tê kuştin. Fîlozofê Kurd, bi deste sultanê mezin ê Kurd Selehaddînê Eyûbî tê kuştin.
Rast e. Heger mirovek karîger û zane û jîr neba, çima hemî feqî û zanayên Îslamî yên Şam û Helebê hevgirtin û zexteke mezin xistine ser Zahir Şah da ku wî bikuje. Lê Zahir Şah gelek ji Sûrwerdî hez dike û qebûl nake. Lewra ew zexta wan digihe wê astê ku Selehaddînê Eyûbî fermanê bide kurê xwe û beje, “heger tu wî nekujî ezê hukumdariya Helebê ji deste te bistînim.” Ev jî nişan dide kut irsek ji wê yeke heye, ku ew hizrên Sûrewerdî bibe sedema şoreşeke civakî. Heta bandoreke wî ya siyasî hebe. Ji lewra bi hevkariya ligel Batiniyan dihête tawanbarkirin. Herwiha wî tometbar dikin ku qaşo Sûrwerdî dixwaze xwe bike pêxemberê nû. Li gorî Şerîeta Îslamî Hz. Muhemmed pêxemberê dumahîkê ye û nabe piştî wî kesekî din bibe pêxember. Yek ji sedema kuştina wî ev e. Ji vî pirs dikin; “baş e Sûrwerdî, Xweda dikare piştî Muhemmed pêxembereke din bişîne?” ew jî wiha bersiv dide; “Sînor ji bo hêz û şiyana Xwede nîne.” Li ser vê yekê dibêjin ku ew rê xweş dike da ku xwe wek pêxember ragihîne. Herwiha hindek lêkdan û şirove hene û ez jî wisa hizir dikim. Eger Sûrwerdî di jiyê 36 salî de nehatiba kuştin kî nabêje piştî 15-20 salan hizreke gelek pêşketî peşkeş nekiriba? Ev dibe bibe mezhebeke nû, oleke nû, baweriyeke nû. Ev ne dûr bû. Kuştina wî nişan dide ku di serdema xwe de kesayetek bi bandor bûye. Ji aliye felsefî û hizrî ve jî em dibinin ku îro 800 sal biser de derbas bûye lê em hê jî behsa wê hizrê dikin. Ev jî delîla bandora hizra wî ye.
Di wêje û dîroka Kurd de zêde cih negirt lê gelên din behs dikin?
Belê, Ereb û Fars gelek behsa hizir û bandora wî dikin. Em jî wek Kurd hêdî hêdî dixin nav wêje û dîroka xwe. Berhemên Sûrwerdî Erebî ne û ew wergeriandine ser zimanê Farisî, Îngilîzî û Fransî û zimanên din. Hêdî hêdî dikeve nav rewşenbîriya Kurdî jî. Heta niha jî li Fransa û Almanyayê hizrên wî tên xwendin. Li Îranê pirtûkxane li ser berhemên wî hene. Ne ji ber perstina etnîkî, lê ji ber rastiya ontolojî, hizreke Kurdî ye. Girêdayê rûheka Kurdî ye. Sûrewerdî di berhemên xwe de behsa gelek remzên Kurdî dike. Weke mînak Mîtraîzm di nav hizra wî de heye. Di berhemê wî de em dikarin bi eşkere bingeh û rîşa hizra rojhilatî bibinin. Ji aliyê dîrokî ve jî pêdivî bi lêkolîneke berfireh heye. Wate divê em tenê guh nedin rîvayetên olî an siyasî. Weke mînak pewendiya di navbera Zerdeştî û felsefeya Yûnanî de ji vê re mînaka herî baş e. Xaleke din têkarî û tevlîbûna zanyarên Kurd di hizra Îslamî de ye. Gelek kes belku heta niha jî hizra wê yekê nekin ku Kurd jî têkariyeke mezin di hizra felsefî de kirine. Weke mînak pirsa bûnê, jiyanê, piştî mirinê şirove nekiriye. Em dibînin Sûrwerdî wek fîlozofekî van mijaran tev de lêkolîn û şirove dike.
Ji bilî wî jî vê erdnîgariyê mazûvaniya gelek hizir, bîr û bawerî û şaristaniyan re kiriye. Weke mînak, ji bo em Xîlafeta Ebasî têbigihin divê em Xorasanê bizanin, ji bo em Xorasanê bizanin divê em gundê Şapûrê têbigihin ku li wir gelek zanyarên Îranî, Kurd, Yûnanî û gelên din perwerde dîtine. Dîrok bo me vê rastiyê vedigêre. Xelîfe Me’mûn bixwe jî 6 salên xelîfetiya xwe li Xorasanê kiriye. Xwendina dîrokî bi vî awayî dikare li ber çavê me gelek tiştan ronahî bike. Pêwendiya di navbera ol û siyasetê, hizir û siyasetê, desthilatê, herwiha Tewarata Mûseviyan û İncila Kristiyanan û Kur’ana Mislimanan, ji rexê din jî hizra Zerdeştî, Mîtraî û Manî ya gelên din ên vê herêmê baştir tê bigihin. Ya ji bo me giring ew e ku em bizanin ka Kurd çend û çawa beşdarî vê pêvajoyê bûne.
Îro em dikarin çi sûdê ji berhemên Sûrwerdî werbigrin?
Ez nabêjim em ji nûve hizreke Xwedanasiyê li ser vê hizrê çêbikin, ji ber ku di warê zanistî de ew bîrdoza Îşraqî îro belku tu nekarî jê bawer bikî. Lê xala giring a hizra Sûrwerdî de Kurd dikarin jê sûdê werbigrin, xala exlaqî ye. Wate ew baweriya ku dibêje pêwendiya di navbera hemû bûneweran de pêwendiyeke aşiqane ye, gelek giring e. Wek Kurd îro jî em dikarin li ser wê rastiya ontoloji ya ji bo bûnê exlaqeke çawa ava bikin? Ev bo min giring e. Em dikarin gelek sûdê ji vê bîrdozî û menzûmê werbigrin. Heta ji bo pêwendiya di navbera mirovan û cîhana derve jî em dikarin pêwendiyeke aşiqane ava bikin. Ji bilî vê çendê rastiya wî ya dîrokî. Em dikarin bêjin ev rastiyeke dîroka Kurdan e. Herwiha, ew hizir û aqlê çalak û zindî yê Sûrwerdî jî em dikarin gelek sûdê jê werbigrin. Ev şêwe dikare mirov vegerîne ser zat û bixwe û bixwe. Taybetî di vê serdemê de ku çavê me hemû li derve ye. Ev felsefe mirov re dibêje “raweste û vegere ser rastiya xwe, navxwe û kesayeta xwe”. Navxwe ne vala ye, dîroka me û rastiya me û cîhana me ya rastî ye ku em di nav de. Dema tu vegerî nav cîhana xwe ya mezin a navxwe, hemû bingehên wî jî dibînî. Êdî tu dikarî ji kîjan tovan biçînî û çi pêşkeş bikî, ev dimîne ser te.

Weke din kîjan berhemên Sûrewerdî hene ku tu li ser kar dikî?
Gelek berhemên Sûrwerdî hene. Weke mînak di serdema Esfahanê de 14 berhemên wî yên wek name û çîrokên remzî nivîsandine hene. Ev bêhtir çîrokên tasawûfî û sofîgerî ne. Herwiha perwerdehî ne. Ew dibêje ku wî ev çîrok û name ji bo birayên xwe yên dorpêçkirî nivîsandine da fêrê hindek binemayên tasawûfî bibin. Di qonaxa din de hindek pirtûkên din dinivîse. Li gor jêderên me 74 pirtûkên wî hene lê hindek dibe ku dubare bin. Ji ber hem bi Erebî û hem bi Farisî hatine nivîsandin. Dîwana wî ya helbestan jî heye. Vaye em hêdî hêdî hewl didin berhemên wî bikin Kurdî.
Xebata te ya li ser Hîkmetê Îşraq û Xwendinek ji bo Hîkmetê Îşraq çend salan berdewam bû?
Ya min bi du qonax bû. Piştî ku min hizra Sûrwerdî sala 2006ê nasî, hinhî sala 2007-2008ê min du cîrokên wî wergerenadin. Çîroka Teyrê Sîmirx û Zimanê Moran lê derfeta çapkirinê negunca. Piştî hingî sala 2016ê min dest avête wergera Hîmketê Îşraq û Xwendinek bo Hîkmetê Îşraq. Ligel nivîs û lêkolîna 3 salan ez mijûlî van berheman bûm. Min di pirtûka xwe de hemû jêder jî destnîşan kirine.
Ev pirtûk ji aliyê xwendekaran ve çawa hatine pêşwazîkirin?
Piştî van herdu berheman min çîrokeke din a Sûrwerdî wergerend ku navê wî Hîkmeta Xerbî ye û gelek giring e. Piştî me Hîkmetê Îşraq û Xwendinek bo Hîkmetê Îşraq nivîsî çapxaneya Hacî Qadirê Koyî ya Hewlêrê xwest ku eger berhemên din Sûrwerdî hebin ew amade ne çap bikin. Bi xweşhalî ev berhem amade bûn ligel pêşgotineke Henry Corbin, ku girêdanê di navbera felsefeya rojhilat û hizra metafîzîka Îslamî ligel hizra hevçerx a Ewropî dike, bi taybetî di navbera Haidiger û Sûrwerdî dike. Hêvîdar im di paşerojê de 3 çîrokên din ên fîlofê Kurd Sûrewerdî ligel pêşekîyeke ku min bixwe li ser remzên Sûrwerdî bikar dihîne, navên teyr û tilûrên ew behs dike, nêrîna wî ya li ser huner, edeb, helbest, Kur’an û toxmên ku ew bikar tîne nivîsandiye, berhemeke din ama de bikim. Hêvîdar im ew jî di demeke nêzîk de amade bibe.
Hoşeng Şêx Mihemed Yûsif kî ye?
Sala 1972ê li navçeya Şeqlawa ya Hewlêrê jidayik bûye. Koleja Qanûn xwendiye. Di warê wêje, helbest û rexnegeriyê de berhemên wî yên wek roman, helbest û gotar hene.
Niha li Hewlêrê di Akademiya Kurdî de wek akademîsyen kar dike.
Berhemên wî ev in:
“Şiîr di navbera guman û yeqînê de” Rexne
“Nîrvana” Helbest (2004)
“Gotarên Rexneyi” (2005)
“Derçûn ji desthilata ma’nayan”
“Sophiya” Helbest
“Rewşenbir û Azadî” (2007)
“Malî Rêhan” - Roman (2012)
“Em bo çi pirtûkan dinivîsin” 2009
“Hikmêtê Îşraqw û Xwendinek bo Hîkmetê İşraq” werger û şerh
Zimanê Moran, Sîmirx û Xurbetê Xerbî (3 çîrokên Sûrewerdî) - 2020
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse