Lêkolerê berê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Yousry Abushady guman dike ku Îran wan bingehên ku hatine bombebarankirin ji nû ve ava bike.
Wî diyar kirk u Îran dikare di demeke kurt de, li cihên nenaskirî û veşartî, zengînkirina uranyumê bidomîne.
Yousry Abushadyê ku yek ji lêkolerên payebilind ên ajansê bû, di hevpeyvîneke li gel Rûdawê de got, "Li gorî texmînan, bingeha Îsfehanê hatiye wêrankirin, ji ber ku piraniya amûrên wê li ser erdê bûn. Derbarê bingeha Netenzê jî gumana min heye ku hemû hatibe lêdan. Dibe ku bingeha Fordoyê jî bi êrişeke Amerîkî hatibe têkbirin lê ji bo vê yekê piştrastkirineke tam nîne."
Lêkolerê berê yê Ajansa Enerjiya Atomê derbarê pirsa, “Gelo Îran eger bixwaze, dikare di demeke kurt de bigihîje uranyuma zengînkirî ya asta ji sedî 90î an na?” wiha got, "Bê guman dikare, ji ber ku bê guman yekîneyên wê yên din ên zengînkirinê hene û dibe ku zêdetir jî çêkiribin."
Lêkolerê berê yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Yousry Abushady pirsên Şehyan Tehsînê bersivandin:
Rûdaw: Wekî pispor û lêkolerê berê berê yê Ajansa Enerjiya Atomê, li gorî we êrîşên Amerîka û Îsraîlê heta çi radeyê zerer gihandiye bernameya atomî ya Îranê?
Yousry Abushady: Rastî, êrişan bernameya niha ji bo demekê rawestand, ji ber ku rasterast li wan baregehên eşkere dan ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) li Îranê lêkolîn ji bo wan dikir, ango tesîsên Netenz, Fordo û Îsfahanê.
Ji ber vê yekê, bêguman bername rastî astengiyan hatiye bi temamî ji holê ranebûye. Ji ber ku Îranê zêdetirî 23 hezar yekeyên pêtandinê (sentrîfuj) çêkirine. Tenê li Fordoyê 3 hezar yeke hene û eger em wisa bihesibînin ku ew sê hezar hatine tunekirin, hîna nêzîkî 15 heta 16 hezar yekeyên wê yên din mane.
Ev hîna ji nav neçûne û ez bawer nakim bi temamî hatibin têkşikandin, ji ber ku tesîsa Netenzê ku 80 metreyî di bin erdê de ye. Her çend medya û Amerîkiyan zêde girîngî pê nedan lê Îranê derbeyeke mezin li Îsfahanê xwar ku çavkaniya sereke ya bipêşxistina pêvajoya meyandinê ye. Li wir uranyuma gazê tê çêkirin û paşê ji bo meyandinê ji bo Netenz û Fordoyê tê şandin. Vê çavkaniyê zerereke mezin dîtiye.
Derbarê pirsa we ku gelo Îran hîna xwedî şiyan e, bersiv erê ye. Xwedî şiyan e, ji ber ku berê nêzîkî 500 kîlogram uranyuma bi rêjeya ji sedî 60 meyanî hebû. Her wiha 10 ton iuranyuma bi rêjeya di navbera ji sedî 2 heta ji sedî 20 meyandî heye ku dikare bilez were bikaranîn.
Rûdaw: Çi qas dem ji Îranê re pêwîst e heta ku tesîsên xwe yên atomî sererast bike?
Yousry Abushady: Ez bi guman im ku Îran wan tesîsên ku hatine bombebarankirin ji nû ve ava bike, ji ber ku Îranê, ji destpêka şer ve, pêwendiya xwe bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê û pisporên wê re bi dawî kiriye. Di van rojên dawî de jî biryar da ku hevkariyê bi Ajansê re nekin û rê nedin ku rêveberê wê bikeve nav axa Îranê.
Wateya vê yekê ew e ku tesîsên atomî yên naskirî, ajans baş dizane li ku ne, di encamê de Îsraîl û Amerîka jî dizanin. Ji nû ve avakirina wan, ez ji vê yekê bi guman im. Îran xwediyê gelek cihên binerd e ku kes tiştekî di derbarê wan de nizane. Eger ji nû ve dest pê bike, bi dehan kargehên wê hene ku dikarin yekeyên nû yên meyandinên çêbikin. Ango, berê xwe dide wan tesîsên ku ji bo hemû aliyan ne naskirî ne. Ajans jî nikare lêkolînê ji bo wan bike û bi vî awayî Îran dikare di demeke kurt de ku dibe ku tenê çend meh bin, vegere ser rewşa xwe ya berê. Lê Îran dikare sûdê ji wan madeyên ku di destê wê de ne û karîbûye ji derbeyan rizgar bike, wergire. Wekî ku ragihandin, ew ji bo cihên ewle hatine veguhestin, bi taybetî ew 500 kîlogram uranyuma bi rêjeya ji 60 meyandî ku amade ye û dikare rasterast kar pê bike.
Rûdaw: Trump got, ‘Me bernameya atomî ya Îranê sekinand’ li gorî we ev rast e?
Yousry Abushady: Bê guman raporeke bê naverok e û tijî xwe mezin nîşandaneke mezin a Amerîkî ye. Pir eşkere, nayê payîn ku Îran ew qasî bê agahî be û temaşeyî senaryoya bûyeran bike ku çawa bi pêş dikevin, ji rapora Birêvebirê Giştî yê Ajansê 31ê Gulanê ku tijî tometên siyasîkirî, seyr û eşkere bû, heta biryara Meclisa Birêvebiran ji bo şermezarkirina Îranê li ser mijarên sade û bêbingeh, heta destpêkirina êrişa Îsraîlê.
Hemû ev di nav 12 demjimêran de di navbera biryara Ajansê û êrişa Îsraîlê de qewimîn. Gelo mentiqî ye ku Îran dest li ser çongan rûnê û temaşeyî vê senaryoyê bike heta ku êrişî ser wê were kirin, bi taybetî derbarê wê 500 kîlogram uranyuma ku bi pileyeke bilind hatiye pêtandin? Ev miqdar bi hêsanî tê veguhastin.
Rûdaw: Gelo rapora Ajansê ya beriya êrişê li ser bingeha zanyariyên pişkinerên Ajansê bû, yan zanyariyên welatên wekî Îsraîl û Amerîkayê bandorê li ser rapora Ajansê ya li ser Îranê dikin?
Yousry Abushady: Bê guman raporeke siyasîkirî ye, ji ber ku her kesê ku bi têgihiştineke teknîkî wê bixwîne dê pê bikene. Piştê bi tiştên ku vedigerin sala 2003yan ve girê dide. Hemû ew belgeyên ku Îran pê tê tometbarkirin, bi baregehên kevn ve girêdayî ne ku di sala 2003yan de îstixbarata Amerîkî guman dikir ku ji bo bernameya leşkerî tên bikaranîn. Kanûna Pêşîn 2015an, ajansê rapora xwe belav kir û got hemû kêşeyên kevn û nû yên bi Îranê re bi dawî bûne û Îran ji her bernameyeke leşkerî paqij e. Ev jî mercekî serekî yê rêkeftina 2015an bû bi Koma 5+1 re. Ji nişka ve, piştî ew qas sal û piştî ev qas hevkariya mezin a Îranê ku li gorî amaran bûye ew welatê ku herî zêde tê çavdêrîkirin, heta ji Japonya, Almanya û Kanadayê jî zêdetir, ev rapor derdikeve. Wateya vê ew e ku rapor bi temamî siyasî bû.
Rûdaw: Îranê ragihand ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ne bêalî ye û hevkarî pê re rawestand, gelo dê çi bandora vê yekê hebe?
Yousry Abushady: Na, mijar ji vê bileztir bi pêş dikeve, ji ber ku li bendê namînin. Çîroka îro ew e ku Îran bi qedexekirina pişkineran û rêveberê ajansê, qedexekirina çavdêriyê li ser tesîsên atomî, binpêkirineke eşkere ya Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî dike. Ji ber vê yekê divê dosyeya Îranê ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were şandin da ku ceza derxe. Gelo Îran li benda hemû van tiştan dimîne û wê senaryoyê dizane? Biryareke ji parlamentoya Îranê heye ku di demekê de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî guncav bibîne, ji peymanê vekişe.
Pêşbîniya min ew e ku eger rewş bi vî awayî berdewam bike, îro an sibe, Meclisa Birêveieran û Ajans dê biryara şermezarkirinê û şandina dosyeya wê ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî derxin. Di vê rewşê de, nerazîbûn dê zêde nebin, ji ber ku bi rastî bin pê kirinê dike.
Lê ya ji vê girîngtir ew e ku Îran dibe ku ji peymanê vekişe û ti agahiya li ser çalakî û tesîsên xwe yên atomî ranagihîne û kes tiştî di derbarê wê de nizane, wekî wê senaryoya ku berê li Koreya Bakur qewimî û wekî rewşa niha ya Îsraîlê ku ti kes lêkolînê li nav wê nake.
Rûdaw: Hûn pêşbînî dikin û li gorî we Îsraîl jî xwedî çeka atomî ye?
Yousry Abushady: Bê guman Îsraîl ji salên 50î ve xwedî bernameya atomî ya leşkerî ye, ji wê dema ku Tesîsa Dimonayê sala 1958anbi alîkariya Fransayê ava kir. Di sala 1964an de dest bi kar kir û di sala 1967an de bombeya xwe ya yekem çêkir. Di sala 1973yan de, piştî destpêkirina şikestina wê li Misir û Sûriyeyê, 11 balafirên Phantom ên bi bombeyên atomî barkirî amade kirin.
Lewma, Îsraîl xwediyê bi dehan, eger ne bi sedan bombeyên atomî ye, çi bi awayekî serekî ji Tesîsa Dimonayê be, yan ji kargehên pêtandinê û tesîsên din ên ku kes tiştî derbarê wan nizane û kes pişkinîna wan nake. Bê guman, Îsraîl yekane dewlet e li Rojhilata Navîn ku xwediyê van çekan e.
Rûdaw: Çima Îsraîl eşkere nake û çavdêrî lê nayê kirin?
Yousry Abushady: Walah, ev rêkeftinek bû di navbera Îsraîl û serokê Amerîkayê Johnson de, piştî kuştina Serok Kennedy, ku pirsên zêde li ser hene. Ji ber ku Serok Kennedy bi temamî ketibû guman ku Tesîsa Dimonayê ji bo çêkirina bombeya atomî tê bikaranîn û wî ev şêwaz qebûl nedikir. Bi her halî, piştî kuştina Kennedy, Johnson hat û rêkeftina Amerîkî-Îsraîlî ew bû ku ev mijar neyê eşkerekirin.
Lê îro, ti dewlet û kes li cîhanê tune ku baweriya wî wisa nebe ku Îsraîl xwediyê çeka atomî ye. Bê guman heye û gelek jî hene. Vê dawiyê li Xezeyê, yekî ji wezîran got: "Xwezî me bombeya atomî bi kar anîba û me hemû Xeze paqij kiriba, li şûna vê hewldana mezin û wan ziyanên ku em dibînin." Ji ber vê yekê, bikaranîna çeka atomî îhtimaleke vekirî ye; ma berê li Hiroshima û Nagasakiyê nehat bikaranîn?
Rûdaw: Gelo wekî lêkolerekî hûn berê çûne tesîsên Netenz, Fordo û Îsfehanê?
Yousry Abushady: Belê, ez çûme Îranê û ji nêz ve ez şopandime, wê demê ez berpirsê nirxandina encamên çavdêriyê bûm. Dibe ku ziyan mezin bin.
Rûdaw: Li gorî we wê santralê dibe ku çi qas ziyan dîtibin?
Yousry Abushady: Li gorî texmîna min, Îsfehan hatiye wêrankirin û piraniya kargeh û baregehên wê hatine tunekirin, ji ber ku piraniya wan li ser erdê bûn. Dibe ku Tesîsa Fordoyê bi êrîşa Amerîkî hatibe têkşikandin lê piştrastî ji bo vê tune. Fordow 3 hezar yekeyên pêtandinê ji tevahiya 23 hezar yekeyan dihewîne.
Tesîsa Netenzê li ser erdê hatiye rûxandin lê ya binerd, ku piraniya yekeyan, dibe ku 16-17 hezar yeke bin, tê de ne, ez bi guman im ku hemû hatibe lêdan lê ya ji van hemûyan girîngtir madeyên atomî ne. Wekî min got, ew 500 kîlogram. Hema hema piştrastî heye ku hatine veguhastin. Derbarê 10 ton uranyuma pêtandî ya din, guman heye Îranê hemû veguhastibe lê bê guman beşek jê veguhastiye. Kêm zêde ev qebareya ziyanê ye.
Rûdaw: Wekî şarezayekî, hûn di wê baweriyê de ne ku Îran eger bixwaze dikare di demeke kurt de bigihîje uranyuma ya ji sedî 90î?
Yousry Abushady: Belê, dikare, ji ber ku bê guman yekeyên wê yên din ên pêtandinê hene û dibe ku zêdetir jî çêkiribin, ji ber ku dewlet neçar nîne ku çêkirina van yekeyan ragihîne eger madeya atomî tê de nebe. Ya ji vê girîngtir, dikare heman uranyuma bi rêjeya ji sedî 60 pêtandî ji bo çêkirina bombeyê bi kar bîne lê dê qebareya wan hinekî mezintir, giraniya wan zêdetir û hêza wan a wêrankeriyê lawaztir be lê eger çareyek din nemîne, dikare vî karî bike, tiştekî zor nîne.
Rûdaw: Îran eger bixwaze dikare bi tena serê xwe û bêyî hevkariya Rûsyayê bombeya atomî çêbike?
Yousry Abushady: Walah, ew gotina ku dibêje çêkirina bombeyeke atomî tiştekî dijwar e. Koreya Bakur gelek bombe çêkirin, Afrîkaya Başûr çêkir, Îsraîlê jî bi sedan çêkirin. Lewma, teknolojî ne dijwar e, teknolojî heye û dîzaynkirina wê jî ne zehmet e. Eger Sedam lez nekiriba, Îraq jî pir nêzîkî çêkirinê bû. Dîzaynkirina bombeyê tiştekî zehmet nîne, ya ku bi rastî dijwar e ew madeya ku jê tê çêkirin e, ango uranyûma bi pileyeke bilind pêtandî an plutonyum. Ev pêwîst e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse