Berdevka Şandeya Rêveberiya Xweser: Sîstema nenavendî xeta me ya sor e

30-09-2025
Nalîn Hesen
Berdevka Şandeya Dan û standinan a Bakurrojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm bû mêvana Rûdaw / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Berdevka Şandeya Dan û standinan a Bakurrojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm bû mêvana Rûdaw / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rêveberiya Xweser Sûriye Dan û Standin Meryem Îbrahîm
A+ A-

Çar meh piştî civîna yekem a di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta demkî ya Şamê de, pêvajoya dan û standinan rawestiyaye.

Berdevka Şandeya Dan û standinan a Bakurrojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku ji aliyê wan ve ti astengî nînin û ew amade ne di her kêliyê de li ser maseyê rûnên.

Meryemê her wiha eşkere kir ku Amerîka û Fransa wekî welatên garantor hewl didin ku careke din dan û standinan bidin destpêkirin û got, "Top niha di qada hikûmeta Şamê de ye."

Meryemê di heman demê de da zanîn ku sîstema nenavendî ji bo hemû Sûriyeyê xeta wan a sor e.

Berdevka Şandeya Dan û Standinan a Bakurrojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Rûdaw: Xatûn Meryem, danûstandinên di navbera we û hikûmeta demkî ya Şamê de ji kengî ve rawestiyane? Gelo desthilata Şamê dan û standinên bi we re birîne?

Meryem Îbrahîm: Sibeha hemû temaşevanên hêja bi xêr be. Bê guman ji hevdîtina yekem ve dan û standinên di navbera me û hikûmeta Şamê de rawestiyane, wekî hûn dizanin, hevdîtina yekem berî nêzîkî çar mehan bû.

Rûdaw: Sedema rawestandina van danûstandinan çi ye?

Meryem Îbrahîm: Bê guman wekî şandeya Rêveberiya Xweser ango wekî şandeya Bakurrojhilatê Sûriyeyê, ti astengî û pirsgirêkên me nînin û ti sedemên me jî ji bo rawestandina gotûbêjan tune ye. Em her tim radigihînin û tekez dikin ku em pabendî dan û standinên bi hikûmeta Şamê re ne ji bo yekxistina sazî û dezgehên îdarî û leşkerî û bicihkirina peymana 10ê Adarê.

Lê derbarê sedem û astengiyên taybet bi hikûmeta Şamê, nêrîneke me nîne û ne diyar e çima dan û standin ji aliyê wan ve rawestiyaye. Em wekî şandeya Bakurrojhilatê Sûriyeyê, ti sedemên me tune ye û ti astengiyeke me nîne ji bo hevdîtina bi şanda dan û standinan a hikûmeta Şamê re.

Rûdaw: Lê daxwaz an mercên Şamê ji bo ji nû ve destpêkirina van dan û standinan çi ne?

Meryem Îbrahîm: Ti merc an daxwazek ji hikûmeta Şamê negihîştiye me. Wekî min amaje pê kir nezelaliyek heye, em nizanin sedem çi ne û em wê yekê jî nizanin ka çima hikûmeta Şamê dan û standin rawestandine. Wekî min amaje pê kir, em her tim tekez dikin ku em amade ne û ti pirsgirêkên me nînin.

Berevajî, em dixwazin gotûbêj bên kirin. Me her tim ragihandiye û tekez kiriye ku em ji bo hevdîtina bi şandeya dan û standinan a hikûmeta Sûriyeyê re amade ne, kengî pêwîst be em amade ne, di her demekê de be em ji bo dan û standinê amade ne.

Lê sedemên rawestandina hikûmetê, wekî min amaje pê kir ti agahiyên me nînin û em nizanin çima ew rawestiyane û çima ne pabend in, çima pabendî bicihkirina bendên peymanê nabin ku em vê jî wek yek ji bendên vê peymanê dihesibînin ku pabendbûna bi dema diyarkirî ye.

Rûdaw: Belê. Hûn wekî şandeya Bakurrojhilatê Sûriyeyê, di van dan û standinan de girîngiyê didin çi? Pêşîniya xalan ji bo we çi ye?

Meryem Îbrahîm: Li gorî me sê xal girîng in. Ya yekem destûra Sûriyeyê ye, em naxwazin tenê mafên Bakurrojhilatê Sûriyeyê û pêkhateyên wê parastî bin, em dixwazin mafên hemû pêkhate, partiyên siyasî, netewe û olên Sûriyeyê bên parastin, wekî ku me di peymana civakî ya Bakurrojhilatê Sûriyeyê de dariştiye.

Lê benda din an dosyeya din ku em girîngiyê didinê. Dosyeya duyemîn a ku em girîngiyê didinê, dosyeya siyasî ye û ya sêyemîn jî dosyeya leşkerî ye. Yek ji girîngtirîn xalên di nava van sê dosyeyan de jî sîstema nenavendî ye.

Em bawer dikin ku armanca hemû Sûriyeyiyan sîstema nenavendî ye, ne tenê armanca me wekî gelên Bakurrojhilatê Sûriyeyê ye. Eger em li ser van xalan li hev bikin, wê demê karûbarên din, avakirina komîteyan û yekxistina saziyan dê pir hêsantir bibin.

Rûdaw: Rêzdar Meryem, ez dê li ser vê xalê rawestim, Şam dibêje nenavendiya îdarî qebûl dike, gelo ev yek bi fermî ji we re hatiye ragihandin?

Meryem Îbrahîm: Na tiştekî fermî di vî warî de negihîştiye me, ti aliyên fermî jî ew yek ji me re negotiye. Me hîn jî li ser tiştekî li hev nekiriye. Weîk min got di çar mehên borî de, ji hevdîtina me ya yekem ve dan û standin rawestiyane, ji aliyê me ve ti astengî ji bo berdewamkirina dan û standinan nînin. Di vî warî de tiştekî fermî ji hikûmeta Şamê negihîştiye me.

Rûdaw: Ez dixwazim derbarê dosyeya leşkerî, bipirsim, gelo Şam qebûl dike ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk wekî firqeyeke leşkerî bimîne?

Meryem Îbrahîm: Li ser vê mijarê jî heta niha gotûbêj nehatiye kirin û behsa wê nehatiye kirin. Em bi kelecan li bendê ne ku li ser maseyê rûnên û li ser hemû dosyeyan li hev bikin. Derbarê dosyeya leşkerî, wekî hûn dizanin, tiştekî fermî negihîştiye me lê ti pirsgirêkên me nîne di bipêşxistina dosyeya leşkerî de wekî yekem dosyeya gotûbêja me.

Ti pirsgirên me di gotûbêjkirina dosyeya leşkerî yan îdarî yan siyasî de jî nîne, ji ber ku hîn tiştekî wisa negihîştiye me, em rûneniştine da ku gotûbêj bikin an bigihîjin şêweyekî diyarkirî derbarê dosyeya leşkerî.

Rûdaw: Welatek heye ku çavdêriya van dan û standinan bike? Eger hebin kîjan welat in?

Meryem Îbrahîm: Bê guman welatên çavdêr û garantor hene, Amerîka û Fransa ne û em spasiya rola wan a girîng û avaker dikin, ji ber ku me bi çavên xwe dît ku bi kelecan hewl didin bendên peymanê bên bicihkirin pir girîngiyê didin dosyeya Sûriyeyê.

Erê, Amerîka û Fransa du welatên çavdêr in ji bo van dan û standinan û ji bo dîtina çareseriyekê ji bo vê aloziya ku vê dawiyê di danûstandinan de derket. Di heman demê de em hewl didin Siûdî, Qeter, Îmarat û Urdin jî di gotûbêjan de amade bin, ji ber ku ev welat girîngiyê didin krîza Sûriyeyê, guhdanê nîşanî dosyeya Sûriyeyê didin.

Em hewl didin her welatekî bixwaze girîngiyê bide vê pirsê, bixwaze girîngiyê bide dosyeya Sûriyeyê, ti pirsgirêkên me nîne di amadebûna wan de wekî welatên garantor û çavdêr ji bo gotûbêjkirina dosyeya Sûriyeyê û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê yên helawîstî.

Lewma em spasiya Fransa û Amerîkayê dikin ji ber ku bi krîz û dosyeya me re mijûl dibin. Em hewl didin wekî min got welatên me yên garantor ên din hebin wek Siûdî, Îmarat, Qeter, Urdin û welatên din ku dixwazin girîngiyê bidin dosyeya Sûriyeyê, bi awayekî cidî bi gelê Sûriyeyê re tevbigerin.

Rûdaw: Ev welatên çavdêr an garantor in? Gelo niha rolekê dilîzin an zextê li Şamê dikin ji bo ji nû ve destpêkirina dan û standinan? Gelo Amerîka û Fransa hewl didin van dan û standinan ji nû ve bidin destpêkirin?

Meryem Îbrahîm: Erê, bê guman. Em pêşî hewl didin danûstandin avaker bin, dem di berjewendiya me de be, dem vala neçe, ji ber ku hemû Sûriyeyî îro li benda encama van dan û standinan in. Em wê yekê jî dibînin ku Amerîka û Fransa roleke sereke di van dan û standinan de dilîzin, bi rastî dixwazin ku bendên peymanê di zûtirîn dem de bên bicihkirin.

Ew baş dizanin -Fransa û Amerîka- û di nav rewşê de ne ku şandeya Bakurrojhilatê Sûriyeyê amade ye lê em nizanin astengiyên li pêş Şamê çi ne, çima rawestiyane? Ti hizrên me nîne lê tişta ku em dizanin ew e ku bi rastî Fransa û Amerîka girîngiyê didin vê dosyayê û mijara danûstandinan, bi hûrgilî bi pêşketinên dawî û astengî û keleman dişopînin, hewl didin alîkariya her du aliyan bikin da ku bigihîjin şêweyekê ku krîza bi awayekî erênî çareser bike.

Rûdaw: Gelo demeke nêzîk heye ji bo ji nû ve destpêkirina van danûstandinan û destpêkirina gereke nû?

Meryem Îbrahîm: Bêguman, ti zanyarî di vî warî de negihîştine me, ti demeke diyarkirî jî li cem me nîne, dem di destê hikûmeta Şamê de ye, ji ber ku min di destpêka axaftina xwe de got em amade ne û ti pirsgirêka me nîne di diyarkirina her demekê de be. Kengî hikûmeta Şamê ragihand ku amade ye pêşwaziya şanda Bakurrojhilatê Sûriyeyê bike, em amade ne. Ango, dem û diyarkirina nexşerêyê, diyarkirina maweyê demkî yan jî roja diyarkirî ji bo van dan û standinan ne di destê Bakurrojhilatê Sûriyeyê de ye, belkî di destê hikûmeta Şamê de ye. Em ji bo her demeke ku hikûmeta Şamê destnîşan bike, amade ne.

Rûdaw: Biryara civîna Parîsê hîn jî maye?

Meryem Îbrahîm: Bê guman na, biryara civîna li Parîsê bi temamî hatiye betalkirin. Lê ti pirsgirêkên me nîne ku hevdîtin li welatekî din be ku çavdêriya van dan û standinan bike. Di heman demê de hikûmeta Şamê, wek hûn dizanin daxwaz kiriye ku dan û standin li Şamê bin. Ti pirsgirêka me nîne ku em li her derê rûnên, çi li Şamê be yan li welatên din be, ya girîng ew e ku dan û standin bên kirin û em li ser tevhevkirinê bixebitin li gorî tişta ku me di cara yekem de hev dît û li ser li hev kir.

Rûdaw: Gelo ti pêşniyar ji bo van civînan li welatên din hene? Kîjan welat ji we re hatine pêşniyarkirin?

Meryem Îbrahîm: Heta niha ti welat nehatiye pêşniyarkirin lê wekî min got, em hewl didin ku welatên me yên çavdêr û garantor hebin ji bilî welatên ku me amaje pê dan, Fransa û Amerîka. Eger li her welatekî bê pêşniyarkirin em amade ne, ti pirsgirêka me nîne, tiştekî dilxweşker e eger welatên din hebin çavdêriya van dan û standinan bikin, danûstandineke erênî bi çavdêriya van welatan hebe. Heta niha ti welatekî pêşniyar nekiriye lê me pêşniyar kiriye ku welatên din ji bilî Fransa û Amerîkayê hebin, di nav wan de Siûdî, Urdin, Qeter, Îmarat an her welatekî din.

Rûdaw: Gelo Hewlêr jî di nav wan pêşniyaran de ye? Gelo we pêşniyar kiriye ku civîn li vir li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bên kirin? Gelo aliyê din pêşniyar kiriye ku ev civîn li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bên kirin?

Meryem Îbrahîm: Ti pirsgirêkên me nînin, wek min amaje pê kir li her derê be, çi li Herêma Kurdistanê be yan li welatên din ên herêmê. Li her dera ku hikûmeta Şamê daxwaz bike, bê guman divê bi lihevkirina di navbera me û hikûmeta Şamê de be.

Eger lihevkirin di navbera her du aliyan de nebe, bê guman razîbûn ji aliyekî din ve çênabe, ji ber ku em du alî ne ku tîmekê pêk tînin û dixwazin Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Em wekî şamdeya Bakurrojhilatê Sûriyeyê li gel şandeya hikûmeta Şamê, xwe wek tîmekê dibînin, piştî îmzekirina peymanê li gel rêzdar Ehmed Şer û General Mezlûm Ebdî ku dixwaze hemû gelên Bakurrojhilatê Sûriyeyê li gel hemû gelên Sûriyeyê yek bixe û sazî û dezgehên medenî, leşkerî û îdarî yek bixe.

Lewma em dê rojên pêş wekî tîmeke ku hev temam dike vê yekê bikin. Razîbûna li ser ti cihan ji aliyê şandeyekê ji bo şandeyeke din nabe. Divê her du şand li ser cihê dan û standinan an gotûbêjan li hev bikin, divê lihevkirin di navbera her du aliyan de hebe, wekî min got, em niha bûne yek tîm ji bo birêvebirina Sûriyeyê û ji bo avakirina paşeroja Sûriyeya nû.

Rûdaw: Lê hikûmeta Sûriyeyê rijdiyê dike ku ev civîn li Şamê bên kirin, gelo mercên we yên pêşwext hene derbarê vê civînê eger li Şamê bê kirin?

Meryem Îbrahîm: Ti pirsgirêkên me nînin, berevajî, Şam paytexta me û paytexta hemû Sûriyeyiyan e, ti pirsgirêkên me nîne ku hevdîtin li Şamê bin. Eger derfetek ji me re çêbû ji bo civînên din, wekî min got li welatên cîran an welatên din ên ku dixwazin bibin garantor û li ser dosyeya Sûriyeyê rawestin, ti pirsgirêkên me ji bo wê yekê nîne.

Ti mercên me yên pêşwext jî nînin wekç şandeya Bakurrojhilatê Sûriyeyê. Min got hevdîtina bê eger bê kirin, cih dê bên diyarkirin, lihevkirin dê di navbera her du şandeyan de çêbibe ku wek tîmekê ne û divê li ser yek şêweyî li hev bikin derbarê hevdîtinan û cihên civîn û dan û standinên di navbera her du aliyan de.

Rûdaw: Berdevka Şandeya Dan û standinan a Bakurrojhilatê Sûriyeyê, ez dixwazim vê pirsê jî bikim, gelo ti zanyariyên te hene derbarê serdana şandeya hevbeş a Kurdan wekî ku di konferansa 26ê Nîsanê de biryar li ser hat dayîn? Gelo zanyariyên te hene derbarê serdana vê şandeyê ji bo Şamê yan pêşwazîkirina hikûmeta Şamê ji vê şandê re?

Meryem Îbrahîm: Tişta ku min jê fêm kir ew bû ku te pirsyar li ser şandeya dan û standinan a taybet bi Kurdan kir. Erê, zanyariyên min hene. Ez agahdar im ku şande amade ye ji bo hevdîtina bi şandeya li hikûmeta Şamê. Ti pirsgirêk di diyarkirina dem û nexşerêya civînê de nîne, ew jî amade ne ji bo hevdîtina bi hikûmeta Şamê re. Lê em wekî şandeya Bakurtojhilatê Sûriyeyê, hûn dizanin pispor in di yekxistina sazî û dezgehên medenî, leşkerî û siyasî de.

Rûdaw: Gelekî spas dikim ji bo vê derfeta gotûbêjê, tu ji Hisîçayê mêvana min bûyî, spas ji bo ku tu bûyî mêvana Rûdawê.

Meryem Îbrahîm: Spas ji bo we jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst