Li Şaxê aşût: Kesek winda ye, 22 mal hatin valakirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Şax Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di encama ketina aşûtê de kesek winda bû û kesek jî birîndar bû.

Ji ber metirsiya aşûtê 22 mal hatin valakirin.

Li navçeya Şaxê serê sibehê li du cihan aşût ket.

Di encama aşûtê de zerereke mezin gihîşt hinek xaniyan.

Mal di bin aşûtê de man

Li gorî agahiyan, li Kolana Sultanê aşût bi ser malên Fahrettin Şavan û Sadun Şavan de hat.

Di vê bûyerê de kes birîndar nebû lê mal tijî berf bûn û zerereke madî ya mezin çêbû.

Rayedaran ji ber ku metirsiya aşûtê didome, biryara valakirina 22 malên li taxê da.

Welatiyên ku malên wan hatin valakirin, bi awayekî demkî li pansiyonên dibistanan hatin bicihkirin.

Kesek wenda ye

Hat ragihandin ku di heman saetan de li taxeke din jî aşût çêbûye.

Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de kesek birîndar bûye û kesek jî winda ye.

Gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin û xebat didomin.

Hişyariya keşnasiyê

Li aliyê din hat diyarkirin ku li navçeya Şaxê rêya 105 cihên niştecihbûnê girtî ye.

Birêvebiriya Herêmî ya 14an a Keşnasiyê jî ji bo herêmê hişyarî da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li navçeyên başûrê Wanê berfeke zêde tê pêşbînîkirin û li deverên çiyayî metirsiya aşûtê heye, loma divê welatî baldar bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst